Mijarên rojnameyên erebî – 9 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewş û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha geşedan û xwepêşandanên li Lûbnan û Iraqê û rewşa Tirkiyê de nivîsîn.

El-Ereb: Operasyona Tirkiyê ya leşkerî li Sûriyê.. di hêla têliliyên giştî de bû bela serê Tirkiyê

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî ``Operasyona leşkerî ku Tirkiyê li Sûriyê pêk anî, di hêla têkiliyên gitştî yên navdewletî de bû bobelateke mezin ji bo Tirkiyê, ji her alî ve tewanberiyên der barê qirkirina nîjadî, komkujî û piştgiriya terorê bi ser Tirkiyê de hatin, li ser wê jî ji gelek aliyan ve hatie şermezarkirin, weke aliyekî ku mafên mirovan binpê dike.

Ji roja ku Tirkiyê operasyona leşkerî ya bi navê ``kaniya aşîtiyê`` roja 9`ê cotmehê li Sûriyê pêk anî, peyva ``komkujî`` bûye peyva herî zêde li ser malperên hevgihîna civakî tê bikar anîn.

Ji roja despêkê ya operasyonê de, sernivîsên raporên di mediya û çapemeniyê de derkrtin, fikrarên der barê ku dibe li bakurê sûriyê komkujiyek çê bibe nîşan dan.

Yek ji endamên Kongres`ê jî ev mijar di civîna kongresê anî ziman û heman têgeh `komkujî` bikar anî.

Piştgiriya rêxistina dewleta Islamî jî yek ji tewanberiyê ku arasteyê Tirkiyê hatine kirin, bi taybet piştî kuştina lîderê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî, ku bi operasyoneke Amerîkayê 5 km`an nêzî sînorên Tirkiyê hate kuştin.

Şeriq El-Ewset: ji Rûsyayê der barê “daxuyaniyên bi agir”ên Esed nameyên nerazîbûnê``

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî: “Pitî pêkanîna lihevhatina Rûsiyê- Tirkiyê ya der barê bakurê Sûriyê de, serokê Sûriyê di hevdîtineke televizyonê de xuya kir ku êrîşê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got ku ew ``diz`` e her wiha Asad gumanên xwe der barê xebtên komîteya mankzagonê de anî ziman. Piştî daxuyaniyên Asad bi çenda rojan nîşanên nerazîbûna Rûsiyaê derketin, ku weke daxuyaniyên ``bi qelebalix`` hatin binav kirin.

Tevî ku der dorên fermî yên Rûsiyayê nexwestin ku berziva peyvên ``agirîn`` yê Asad bikin jî, lê daxuyaniyên wezareta karên derve bû bersivdîneke rase rast, wezaretê careke din teqez kirin pabendî lihevhatina Sûçî`yê ne her wiha yê pêvajoya komîteya makzagonê ya Cinv`ê, ku ew pêvajo dê jibo çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyê bibe têvedanek.

El-Beyan: Erkdarkirin û avakirin… Lûbnan di gerînek de ye

Der barê gşedanên li Libnanê rojnameya Al-Bayan nivîsî: “De ser despêkirina serhildana gelêrî ya Lûbnanê 23 roj derbas bûn, her wiha ev 11 roj in hikûmetê istifa kiriye, di vê navberê de ev sê roj in li gelek herêmên Libbabê, şagirtên dibistan û zanîngeha tevgerê ``birêve` dibin.

Li aliyekî din aloziya erkdarkirin û avakirinê dewam dike, bi qasî xuyan dike, helwest hîna dûrî hev in, çi der barê mijarê kestyeta serokê hikûmetê ya erkdarkirî, bi taybet ku tê gotin Sad Al-Herîrî naxwzê erkdariyê bipejirîne, çi jî der barê şêweyê hikûmetê, hijmara wê û erêkên wê.

El-Imarat El-Yaum: Hêzên Ewlehiyên yên Iraqê li Bexda û Basrayê xwepêşandan birîndar kirin

Der barê geşedan û protestoyên Iraq`ê rojnameyê nivîsî: “Duh li Iraqê bi hezaran xwepêşandêr kom bûn, ku ev îna sêyemîn e li dijî çîna siyasî derdikevin. Di vê navberê de hêzên ewlehiyê yên Iraq`ê li Bexda û Basra`yê xwepêşandêr birîndar kirin. Lîderê Şî`î yê Iraq`ê Alî Al-Sistanî bang li hêzên ewlehiyê kir ku tundiyê li dijî xwepêşandêran bikar neyinin``.

Di hêla siyasî de xuyaye ku mijar ta vê kêliyê rawestiyaye, bi taybet piştî ku serokwezîr Adil Abdilmehdî diyar kir ku çereyên ta niha hatine pêşkêşkirin têrê nakin, ji wan jî mijara hilbijartinê pêşwext.

El-Ereb : Erdogan serokên şaredariyan ên Kurd digire û li şûna wan islamiyan erkdar dike

Der barê lewşa li Tirkiyê rojnameya El-Ereb  nivîsî ``Roja Înê desthilatdariya Tirkiyê serokê şaredariyekê ku endamê partiyeke nêzî Kurdan e, bi tewana endametiya ``rêxistina terorê`` hate ginçavkirin, li gorî ajanasa Anadol`ê ya fermî.

Serokê şaredariya Ibekuylu`yê ya parêzgeha Wan`ê ya rojhilatê Tirkyê, Azîm Aycan, û cîgira wî Şehrezad Kort bi tewana ku propegandaya terorê kirine û endamên Partiya Karkerên Kurdistan a qedexe ne, hatin girtin.

Aycan endamê Partiya Demokrat a Gelan ku nêzî Kurdan e ye û sêyemîn partiya mezin a Tirkiyê ye. Dijberên serokê Tirkiyê Racap Tayyp Erdgoan dibêjin ku ev binçavkirin dê li pêşiya pêleke nû ya girtin û binçavkirina serokên şaredariyan yên alîgirên Kurdan veke û li şûna wan kesên di hilbijartinan de têkçûne, yên partiya Erdogan, erdar bike.

Erdogan ji bo têçûna partiya xwe ya islamî Partiya Geşkirin û Adaletê, di hilbijartinên berê de, veşêre, hemleyake wiha destpê kiribû.

Xuyaye ku Erdogan nikare têkçûna partiya xwe ragire, lewma dest bi girtina serokên şaredariyan ên hatine hilbijartin dike da ku desthilatdariya xwe vegerîne``.

(kn)


Mijarên Din