Mijarên rojnameyên erebî – 9 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Idlibê, hewldanên dewleta Tirk ên li Lîbyayê û aloziya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kir.

EL-EREB: TIRKIYE LI IDLIBÊ; JI BIKARANÎNA EL-NUSRAYÊ BER BI DESTWERDANA RASTERAST

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsî: “Piştî destpêkirina dema agirbesta li bakurê rojavayê Sûriyê, Tirkiyê hejmara navendên xwe yên leşkerî li herêmê zêde kir û hejmara wan berê 12 bûn, niha bûye 57 li Idlib û derdora wê, her wiha ew her hêzên xwe bi rê dike herêmê.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye dixwaze li şûna hebûna bi rêya komên cîhadîst, bi awayekî rasterast destwerdanê bike û herêmê dagir bike, ev jî dê bi Rûsyayê re arîşeyeke mezin pêk bîne.

Roja çarşemê hate dîtin ku li herêmê firîna balafirên Rûsyayê zêde bûye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê li asmanê herêma Cebel El-Zawiyê û gundewarên başûrê Idlibê ta gundewarên rojavayê Helebê difirin, her wiha hejmareke zêde hêza leşkerî û çekdar birin eniyên Cebel El-Zawiyê û rojhilatê Idlibê.

Her wiha SOHR’ê li ser zimanê çavkaniyên xwe diyar kir ku hêzên Tirkiyê ferman daye komên cîhadîst ku di nava amadebaşiyê de bin, ev jî tê wateya ku herêm ber bi pevçûnên nû ve diçe, eger bibe dê ji bo her du aliyên arîşeyê pevçûnên dawiyê bin.

Çavdêr dibêjin ku xuya ye Tirkiyê rewşa agirbestê ji xwe re bi kar aniye û rewşa xwe ya leşkerî ji nû ve bi rêk û pêk kiriye, her wiha ji destpêkê ve niyeta wê ya pêkanîna xalên lihevhatinê tune ye, ji ber bêalîkirina Tehrîr El-Şam ji bo Tirkiyê xeta sor e, Tehrîr El-Şam a ku El-Nusra wê bi rê ve dibe, destê Enqereyê yê sereke ye li Sûriyê.

Li gorî çavdêran ku Tirkiye ne amade ye û di aliyê pratîkî de nikare ku bi rejîm û hevalbenda wê Moskovê re li hev bike. Bi taybet piştî ku DYA û dewletên Ewropayê destwerdan û alîkariyên ji bo pêşketina di navbera her du aliyan de li Idlibê û derdora wê bisekinîne, red kir.” 

EL-BEYAN: GÛRKIRINA ŞER… ERDOGAN LI LÎBYAYÊ LI HEV KETIYE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Rejîma Tirkiyê destwerdana xwe ya leşkerî ji Lîbyayê re berfireh kir û ji pêvajoya destekdayîna milîsan ku hewl didin pêşveçûna hêzên çekdar têk bibin ber bi derxistina balafirên keşfê ve çû, da ku bajar û hêzên li derdorê topbaran bike. Navendên xizmetguzariyê yên sivîl, kamyonên xwarin, derman û sotemeniyê, her wiha alavên tenduristiyê ku hikûmeta demkî ya rojhilatê welêt ji navendên xwe yên li herêma rojava re şandibûn, kirin hedef." 

ŞERQ EL-EWSAT: DESTEKDAYÎNA SUNNÎ Û KURDAN JI BO ERKDARKIRINA EL-KAZIMÎ

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Gerînendeyê îstixbaratê li Iraqê Mustefa El-Kazimî bi destekdayîna sunnî û Kurdan ji bo avakirina hikûmeta Iraqê ya pêş were erkdarkirin. Her wiha hewldan têne kirin ku serokwezîr Ednan El-Zurfî xwe vekişîne.

Koalîsyona Hêzên Iraqê ku mezintirîn hêza sunnî di parlamentoyê de ye, ragihand ku ew destekdayînê erê dikin ku hê di nava piraniya hêzên şîe de nehatiye ragihandin ku El-Kazimî were erkdarkirin. Koalîsyonê duh di daxuyaniyekê de wiha got: "Jê re girîng e ku namzetê ji bo serokatiya wezîran ji aliyê hêzên pêkhateyên siyasî yên berpirsê bernamzetê  ne, were erêkirin." Ji ber wê jî koalîsyona hêzên Iraqê destek û alîkarî dan da ku hêzên siyasî yên pêwendîdar namzetbûna Mustefa El-Kazimî ji serokatiyê û avakirina hikûmeta nû re erê bike."

Serokê herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand ku ew destekê dide erkdarkirina El-Kazimî û duh bi daxuyaniyekê wiha got: "Em bi namzetbûna birêz Mustefa El-Kazimî ji bo xebatê serokwezîr di hikûmeta yekitiyê de ji aliyê hêzên siyasî yên pêkhateyên şîe ve kêfxweş in. Em bang li her kesî dikin ku destekê bidin wî ji bo erka erkdarkirina wî bi dawî bibe û hikûmeta nû di zûtirîn demê de were avakirin."

Çavkaniyên siyasî ji rojnameya Şerq El-Ewsat re pişterast kir ku hewldan ji aliyê hêzên cuda ve hene ku El-Zurfî îqna bikin ku lêborînê bixwaze û xwe ji pêşbirkê vekişîne. Lê hê ew vê yekê red dike û israr dike ku biçe parlametoyê da ku deng ji bo avakirina hikûmeta xwe bide.

(kn-bx)


Mijarên Din