Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî

Di hefteya derbasbûyî de şerê di navbera hêzên rejîmê û komên çete de li gundewarê Hemayê gûr bû, Îsraîl û Îran ku di nava aloziyê de ne, li Colanê nameyên topbaranê didin hev, li Sûdanê jî artêşê êrîş bir ser çalakgeran, her wiha artêşa Lîbyayê balafireke bê mirov a Tirkiyê xist xwarê.

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa aloziya li herêma bêçek a Sûriyê, rewşa Sûdanê, destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de û gelek mijarên din li ser asta Rojhilata Navîn kir.

El-Şerq El-Ewset: Êrîşeke ji paş li dijî hêzên rejîmê li bakurê Hemayê

Rojnameya El-Şerq El-Ewset jî der barê rewşa Sûriyê de got: "Fesîleyên Sûriyê yên opozîsyonê û hinek aliyên radîkal li dijî baregehên ku rejîmê xistine bin serweriya xwe li bakurê Hemayê, êrîş pêk anî. Her wiha balafirên Rûsya û rejîmê bakurê rojavayê welat ku dikeve nava “herêmên bêçek”, bombebaran kir."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got: "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku komên çete û fesîleyên din bi dijwarî êrîşî navendên rejîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wê li Cebîn, Til Milih û Hemamiyat li bejahiya bakurê Hemayê kir. Di navbera her du aliyan de şerekî dijwar rû da. Kefer Nebûde, Qesabiye, Til Hewaş, Hemamiyat, Cebîn, Til Milih, Muxeyer, Miherde yên di bin serweriya rejîmê de Ii bejahiya Hema û Idlibê bi zêdeyî 340 top û moşekan hatin topbarankirin. Her wiha bi dehan teker hatin pêxistin da ku sûd ji dûmana wan bigirin û balafirên ku li asîmanê herêmê digerin, şaş bikin."

El-Şerq El-Ewset: Rêveberiya Xweser a kurdî 800 zarok û jin ji kampa Holê derxistin

Têkildarî rewşa kampa Holê, rojnameya El-Şerq El-Ewset got: “Rayedarekî payebilind ê Rêveberiya Xweser a kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja yekşemê ragihand ku derdora 800 jin û zarok dê ji kampa Holê ya koçberan derkevin, nexasim kampa Holê malbatên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst tê de hene.”

El-Ereb: Îsraîl û Îran ku di nava aloziyê de ne, li Colanê nameyên topbaranê didin hev

Têkildarî êrîşa Îsraîlê ya li ser Sûriyê, rojnameya El-Ereb got: “Çavkaniyên dîplomatîk ên li paytexta Lubnan Beyrûtê gotin sedema bilindbûna asta şer li Colana Sûriyê, ew e ku Îran dixwaze eniyeke nû veke da ku fişarên navneteweyî û herêmî li ser xwe kêm bike. Her wiha Îsraîl ku di nava aloziyeke siyasî ya hikumetê de ye, hewl dide bide diyarkirin ew ji rewşa gurbûna leşkerî ya derdora wê agahdar e.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb got: “Meclisa Leşkerî ya Demkî û Deklerasyona Azadî û Guhartinê nikaribûn aloziya der barê radestkirina desthilatiyê  de derbas bikin. ji aliyekî din ve jî hêzên ewlehiyê û çalageran êdî xwe ranegirtin û di encamên de pevçûn di navbera wan de çêbû. Ji ber pevçûnê, kuştî û birîndar ji çalageran hene.”

Meclisa Demkî ragihand ku operasyon yekser mîtîngê nake hedef, lê belê li endamên sûcdar digire. Hêzên Deklerasyona Azadî û Guhertin rawestandina diyalogên fermî bi meclisê re ragihandin û banga isyanên sivîl kirin.

Hêzên Ewlehiya Sûdanê roja Duşemê girtin ser mîtîngekê li navenda Xertûnê, li gorî agahiyan herî kêm 13 kes mirin. Ev yek wekî kiryareke herî tund ji destpêka derbeya li dijî serok Umer Hesen El-Beşîr a di Nîsanê de tê dîtin."

El-Şeriq El-Ewset: Paşxistina hilbijartinan serkeftineke din a tevgera Cezayîrê ye

Girêdayî rewşa Cezayîrê rojnameya El-Şeriq El-Ewset got: "Wekî gaveke nû ya serkeftina tevgera Cezayîrê ya banga guhertina rêjîma siyasî "Meclisa Desturî" wekî dihat texmînkirin dosyayên wergirtina namzetan beriya 10 rojan ji hilbijartinên serokatiyê red kir, ku dihat payînkirin 4‘ê Tîrmeha bê pêk were û bang li serokê demkî yê welêt Ebdulqadir Bin Salih kir ku hilbijartinan ji nû ve bi rêxistin bike. Şopdaran texmîn dikin ku hilbijartin heta payîzî bê paşxistin."

El-Şeriq El-Ewset: Artêşa Lîbyayê, Tirkiyê bi desteka leşkerî ya "Îxwan" tewanbar dike

Der barê Lîbyayê de rojanameya El-Şeriq El-Ewest got "Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter careke din Tirkiyê tewanbar kir ku bi destekdayîna leşkerî dide koma "Îxwan". Di heman demê de û tevî betlaneyên Cejna Remezanê şerê ji beriya 3 mehan ve li başûrê paytexta Terablusê didome.

Navenda Ragihandinê ya Odeya Çalakiyan a Kerama ya girêdayî artêşa Neteweyî ya Lîbyayê got, "Balafirên daron ên Tirkiyê gelek dever li başûrê paytextê bombebaran kirin ."

El-Qudis El-Erebî: Hêzên Hefter ragihand ku balafireke bê mirov a Tirkiyê kirin hedef û li balafirgeha Miêtîqiya ya navdewletî xistin xwarê

Rojnameya El-Qudis El-Erebî li ser mijara Lîbyayê wiha nivîsî "Odeya Çalakiyan a Keramayê ya girêdayî Hêzên Hefeter  ragihandin ku wan balafirek bê mirov a Tirkiyê kirin hedef û li balafirgeha Miêtîqiya xistin xwarê." Odeyê diyar kir ku  balafirê bombe li  nuqteyek hêzên wan barandin."

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistinê, rojnameya El-Ereb got: “Rêveberiya Amerîka metirsiyên xwe der barê têkbirina pilana wan a aştiyê li Rojhilata Navîn anî ziman.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê pompe cara yekê ye ku metirsiyên xwe der barê derfeta serkeftina pilana Hevpeymana Sedsalê anî ziman.  

El-Beyan: Erdogan belteciyê dike da ku Stenbolê vegerîne

Rojnameya El-Beyan der barê hilbijartinên Tirkiyê de ji rojnameya The Tims diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo şaredariya Stenbolê  vegerîne ku namzetên wî di hilbijartinan de winda kir, belteciyê dike.

Li gorî BBC, rojnameyê raporeke nûçegihaneke xwe Liwîz Kalgan bi navê "Erdogan belteciyê dike da ku Stenbolê vegerîne" weşand. Di raporê de behsa lêdan û destdirêjiya fîzîkî ya beriya hilbijartinên şaredariyan li Stenbolê tê kirin wekî nîşaneykê ji bo rawestandina dengê muxalefeta li Tirkiyê dibîne.

Kalgan, rojnamevan Idrîs Oziol wekî mînakê diyar dike ku ji aliyê zilam û Tirkan ve lêdan xwar heta derbasî nexweşxaneyê hat kirin.

Rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Pentagonê heta dawiya meha Tîrmehê dem da da ku ji kirîna sîstema fuzeyên S-400 a Rûsî vekişe.

Sekretera kirîn û firotinê ya Wezareta Parastinê ya DYA’yê Ellen Lord daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Eger heta 31’ê Tîrmehê dewleta Tirk dev ji kirîna sîstema S-400 bernede, di rewşa heyî de wê pîlotên Tirk ên perwerdeya F-35’an dibînin, dersînor bikin û ji bo hilberandina F-35’an peymanên li gel kargehên Tirk jî betal bikin.”

(bb)


Mijarên Din