Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Çavdêrên rewşa Sûriyê diyar kirin ku wê di demek nêz de li Idlibê şerek rû bide. Nîşaneya wê jî komkirina hêzên leşkerî ye bi taybet yên Tirkiyê. Ji aliyekî din ve Îran hewl dide nakokiya partiyên Şîe li Iraqê bi dawî bike. Heman demê de Koronavîrûsê cîhanê dike nav karantînayê de.

Rojnameyên Erebî di hefteya borî de behsa rewşa Idlibê, krîza Iraqê û belavbûna Koronvîrûsê kirin.

UKAZ: TIRKIYE AMADEKARIYÊN LEŞKERÎ ZÊDE DIKE, AMERÎKA PIŞTEVANÊN EL-ESED CEZA DIKE

Rojnameyên Erebî hefteya borî di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kirin, bi taybet ya Idlibê. Di vî warî de rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Tevî bangên navneteweyî yên agirbestê, lê hê jî amadekariyên leşkerî li bakurê Sûriyê berdewam in. Artêşa Tirk karwanên leşkerî li Idlibê zêde dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî, karwanekî leşkerî ji 10 alavan berê xwe da herêma bêçek, di heman demê de milîsên Îran û artêşa Sûriyê amadekariyan leşkerî li derdora Cebel El-Zawiyê zêde kirin.”

Rojnameya Ukaz diyar kir ku çavdêr texmîn dikin ku dê di nêz de şerek li wê herêmê rû bide, her wiha rayedarê dosyaya Sûriyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Joel Byrne piştrast kir ku pêkanîna qanûna Qeyser a ku cezayên tund li dijî rejîma El-Esed û piştevanên wê ferz dike, dê di çend hefteyên bê de pêk bê.

EL-EREB: ŞANDEYA ÎRANÊ ÇÛ BEXDAYÊ DA KU NAKOKIYA PARTIYÊN ŞÎE LI DIJÎ EL-ZURFÎ Û BERDÊLÊN WÎ JI HEV BIKE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Tevgera siyasî li Iraqê bi lez diçe ku dosyaya avakirina hikumeta nû ya ku dirêj kiriye, bi dawî bike."

Tîma nêzî serokwezîrê erkdarkirî Ednan El-Zurfî got hin tevgerên siyasî ji bo pêkanîna pêşketina dan û standinên avakirina hikumeta nû dixebitin. Lê belê hin agahî hatin belavkirin ku diyar dike ku nakokî di hundirê tevgera siyasî ya şîe ya nêzî Îranê de heye ku yek ji wan bi mijara avakirina hikumetê razî ye û ya dîtir jî tîne ziman ku divê hin navên nû ji bo serokatiya hikumeta pêş werin pêşniyarkirin.

Ji naverasta nîqaşên siyasî agahiyên gihaştina şandeya Îranê tên nîqaşkirin ku tê de serbazên payebilind ên Pasdarên Îranê hene ku duh gihîştin balafirgeha Bexdayê. Çavkaniyên ku ev agahî veguhastine, girêdana gihîştina şandeya Îranê bi dan û standinên avakirina hikumetê ve girê neda. Lê belê çavdêr texmîn dikin ku Pasdarên Îranê dibe ku rewş ji dûr ve şopandibin û biryar dabe ku dest tê werdin beriya mijar zêdetir girêktir dibe.

Li aliyekî din jî çavkaniyên nêzî serokwezîrê erkdarkirî tîne ziman ku El-Zurfî rûniştineke serkeftî bi nûnerên ji itîlafa dewleta qanûnê ya bi serkêşiya Nûrî El-Malikî organîze kir, ev jî tê wateya ku derbasbûneke mezin li dîwarê şîe ya dijber çêkir.

Kesên nêzî El-Zurfî agahiyên der barê pêkanîna El-Zurfî ya peymanê bi rêveberê payebilind ê Rêxistina Bedir Mihemed El-Xeban re îmze kir ku berê wezîrê hundirîn bû. Her wiha hin çavkaniyan anî ziman ku El-Xeban û hin cîgirên ji Bedir dibe ku helwestên xwe yên dijberî El-Zurfî biguherînin.

EL-EREB: BEXDA DI ALIYÊ SIYASÎ DE FELC BÛYE Û NIKARE FONÊN XEBATKARÊN XWE BIDE

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hikûmeta Iraqê ya serbixwe û di nava lîstoka siyasî ya girtî de windayî nikare ji şerê kêmbûna çavkaniyên darayî piştî ku buhayên petrolê pir daketin, derkeve û di demekê de ku pêwîstiya bikaranînê der barê Koronavîrusê de zêde bûye."

Iraq di mezexta salê de bi temamî xwe dispêre petrolê ku beşeke mezin jî fonên 7 milyon kesan mehane dide, ji wan xebatkarên saziyên cuda yên leşkerî, sivîl, karbes û hin beşên din.

Iraq mîzaniyeta îsal li ser esasê firotina nêzî 3,8 milyon bermîl ji petrola rojane danî (her bermîlek bi 56 dolar).

ŞERQ EL-EWSAT: CÎHAN "ASTA HERÎ JOR A KORONAYÊ" DIŞOPÎNE Û NÎVÊ WÊ DI TECRÎDÊ DE YE

Der barê belavbûna Koronavîrusê de rojameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Cîhan li hêviya ku Koronavîrus bigihîje asta jor da ku hejmara nexweş û mirinê dest bi daketinê bike. Mîna Wohan ku vîrusa destpêkê ji wir derket, bi hişyarî dest bi vekirina deriyên xwe ji cîhanê re kiriye û tu derman ji vîrusa "Covîd-19" re tune ne. Li gorî çapemeniya fransî ku zêdetirî 3 milyar kes (ji sedî 43) ji niştecihên dinyayê, nêzî 80 dewlet û herêman heta demeke nediyar xwe di malên xwe de xistine karantînayê.

Li Îtalyayê encamên destpêkê yên karantînayê derketin. Belavbûna vîrusê kêm bû. Vîrus li Spanyayê (duh 838 mirî), Fransa, Belçîka, Brîtanya û Almanyayê zêde dibe.

Li DYA`yê jî hejmara nexweş û miriyan zêde bû. Li cîhanê hejmara mezin a mirina ji ber Koronavîrusê li DYA`yê ye û nêzî nîvê wan li New Yorkê ye.

EL-BEYAN: ÇAVDÊRIYA QEDEXEYA ŞANDINA ÇEKAN JI LÎBYAYÊ RE Û HÊRSA ÎXWANAN

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Di navbera erêkirina artêşa nîştimanî ya Lîbyayê û hêrsa Îxwanan û parastina hikumeta Fayîz El-Sîrac li Terablusê de duh Yekîtiya Ewropayê bi awayekî fermî bi armanca çavdêrkirina biryara NY`yê ya qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re, operasyonek ragihand û dê balafir, dewriyeyên keştiyan li hemberî peravên Lîbyayê kontrol bikin."

ANHA


Mijarên Din