Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî, şîrovekirina nameyên Rûsya yê ji Esed re û rexneyên Ramî Mexlûf ên ji Şamê re, erêkirina hikûmeta Mustefa El-Kaizimî û soza Lîbyayê yên vegerandina Terablusê xistin rojeva xwe.

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî bal kişandin ser nameyên Rûsya yên ji Esed re, aloziya Iraqê û şerê li Lîbyayê.

ŞERQ EL-EWSAT: NAMEYÊN RÛSYAYÊ YÊN NÛ JI ESED RE

Rojnameyê di vê derbarê de wiha nivîsî: "Nameyên Rûsyayê yên ji Şamê re vegerîn asteke nû ku parastina serokê Sûriyê Beşar El-Esed barek e.

Raporê bal kişand ser "Meclisa Rûsyayê ya Kar û Barên Derve" ya nêzî Kremlinê û diyar kir ku hewldanên Rûsyayê der heqê guhartinên li Sûriyê de pir cidî ne, her wiha li ser texmînên nû yên lihevkirina Rûsya, Îran û Tirkiyê ya rakirina Esed û biryara agirbesta giştî li hember avakirina hikumeta demkî ku tê de aliyên ji rejîm, opozîsyon û hêzên demokratîk

Meclisa rûsî ku wezîrê derve yê berê Igor Ivanov bi rê ve dibe ku cihê wî di nava siyaseta Rûsyayê de pir mezin e û beriya çend rojan gotara balyozê rûsî yê berê bi tundî mezibûna gendelî  û çewtiyên rêveberiya Sûriyê, qutbûna wê ji rewşên siyasî û leşkerî rexne kir.

Di raporê de hate gotin ku ji destpêka aloziya leşkerî ya Rûsya li Sûriyê re, Moskovê nexwest wek parêzvanê Esed bixuye û bal kişand ser ku pêwîst e gelê Sûriyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike, lê belê Rûsyayê dît ku êdî guhartinên li Sûriyê pir cidî ne, ji ber ku parastina Esed bûye bar.

Li gorî raporê, gumanên Moskovê ya nekarîna Esed a rêvebirina welêt zêde bûne û Moskovê ber bi sînaryoya Afganistanê ve dikişîne.

Li aliyekî din jî ajansa TAS a hikumetê bi bîr xist ku Moskovê li ser gelek bijarkeyan dixebite, yek jê sînaryoya ku dibîne hêzên biyanî yên li Sûriyê bi herêmên sewer kirine qebûl in. Da ku Sûriyê li gorî herêma Tehran û Moskovê parçe bimîne, herêma opozîsyonê jî bi piştevaniya Enqereyê be û herêma Rojhilatê Firatê jî bi piştevaniya Washingtonê bimîne, lê sînaryoya din, divê tevahî hêz bikişin û welat piştî çareya siyasî ya li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi jimareya 2254 bibe yek , her wiha raporê diyar kir ku ev bijarte li gorî tevahî aliyan e.

Ev rapor bi rasthatina derketina dîmena Ramî Mexlûf kurê xalê El-Esed hat,  ji Ramî Mexlûf hat xwestin ku divê pereyên girêdayî şîrketa telefûnê bide, bi wê re jî karmendên şîrketa hatin girtin.

EL-EREBÎ: DAWÎ..LI IRAQÊ SEROKWEZÎR

Derbaê rewşa Iraqê de rojanameya El-Ereb wiha nîvisî: "Parlamantoya Iraqê diyalektîka bi mehan a derbarê erkdarkirina serokwezîrê li şûna yê îstîfakirî de bi dawî kir. Parlamanto bi piraniya dengan hikumeta zilamê îstîxbaratan Mustefa El-Kazimî erê kir,  ku şansê destekdayîneke berfireh ji aliyê partiyên sûnî, kurdî û hin partiyên Şiayê ve wergirt.

Lihevkirina li ser hikûmeta El-Kazimî asta nakokiyên kûr ên ji beriya 16 salan de navbera partiyên Iraqê de veneşart. Her wiha asta destwerdana Iraqê di welat de bi rêya partî û milîsên girêdayî Tehranê diyar kir.

Dê li pêşiya serokwezîrê nû mîsyonên giran hebin, him girêdayî jihevxistina desthilata milîsên ser bi Îranê ve, him jî girdayî têkiliyên bi rêveberiya Amerîkayê re ya ku li beramberî destekdayîna hikûmeta nû şertê jihevxistina van milîsan daniye ku karibe nakokiyên ser erkên wezîran û kotayê bi dawî bike.

El-Kazimî piştî ku bawerî wergirt got: "Bi desteka tîma wezîran  ew ê bixebite da ku bawerî û desteka gelê me qezenc bikim. Bi hêvî me hemû destekê bidin me. Bi hêvî me ku hemû hêzên siyasî li hemberî rageşiyên zehmet û ji bo ewlehî, îstîqrara serdestiya Iraqê û pêşxistina xetam me hevgirtî bin."

El-Kazimî di xîtaba xwe ya li pêşberî endamên parlamantoyê got ku hikûmeta wî hikûmeta çareseriyê ye ne ya aloziyê ye her wiha anî ziman ku ew bikaranîna Iraqê wekî qada şer red dike. Bi vê yekê îşaret bi şerê eşkere yê di navbera DYA û Îran de ya piştî kuştina fermandarê berê Feyleq El-Qudis ê Îranê Qasim Suleymanî dike.

EL-BEYAN: HEWLDANÊN NAVDEWLETÎ JI BO AIGIRBESTA YEMENÊ

Der barê geşedanên li Yemenê de rojnameyê wiha nivîsî: "Pênc dewletên endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê, hewldanên xwe bi aliyên Yemenê re zêde kirin da ku lihevhatineke gitşî ya girbestê bê kirin, her wiha xebatên pêşîlêgirtina vîrusa koronayê bêne bihêzkirin.

ŞERQ EL-EWSAT: ARTÊŞA NÎŞTIMANÎ YA LÎBYAYÊ SOZA VEGERANDINA TERABLUSÊ DA

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Artêşa nîştimanî ya ku Xelîfe Hefter serkêşiya wê dike, soza vegerandina paytext Terabulsê, navenda hikumeta Wîfaqê ya ku Fayîz Serac serkêşiya wê dike, da. Her wiha projeya hevalbendê wê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a parçekirina welat têk bibe.Têkildarî vê yekê şandeya neteweyî dubare banga zindîkirina diyAAAalogên Cinêvê kir.

Artêşê operasyonên xwe li dijî hebûna Tirkiyê li ser xaka Lîbyayê zêde kirin, di heman demê de li paytext Terablusê û bajarê Misratayê teqînên mezin rû dan.

Der barê bêbandorkirina bi zanebûn a daxuyaniya Erdogan de  ku di demên dawîn de texmîn dikir ku ew ê agahiyên xweş û nû ji Lîbyayê bibihîze, berdevkê Hefter û artêşa nîştimanî lîwaa Ehmed Mismarî  êvara çarşemê ji civîneke çapemeniyê re daxuyand ku ew soz dide Erdogan û çeteyên girêdayî hikumeta Sîrac ku ew ê projeyên parçekirina Lîbyayê têk bibin.

Di heman demê de tabûra 134`an a artêşa nîştimanî erka parastinê û peydakirina barageha Hiqbe Bin Nafî, Wetiya El-Cewiyê  girtine ser, diyar kir ku tîmek ji Heyva Sor a Lîbyayî nekarî hemû milîsên girêdayî Tirkiyê rakin, her wiha parve kir ku Mismarî aniye ziman ku hêzên artêşa nîştimanî di şerê li dijî hêzên Sîrac de bi ser ket û zirarên madî jî çêkirin.

Mismarî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Me têk bir û me îro “agahî” da Erdogan û hevalbendên wî, lê divê hîn bendewar be, me li nêzî baregehê bi sedan milîsên Wîfaqê kuştin û dîl girtin.” Mismarî bal kişand ser ku hêzên artêşa nîştimanî şerekî dîrokî meşand û bi dehan “kafir” kuştin.


Mijarên Din