Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Girêdayî gurkirina Rûsya şer li herêmên bêçek nêrînên cûda derketin. Hinek dibînin ku ev şer di çarçoveya lihevkirineke veşartî de bi Tirkiyê re ku bakurê Helebê beramberî başûrê Idlibê ye, hinek din jî dibînin ku ew encama nakokiyek cidî di navbera her du aliyan de piştî têkçûna toreya Astanayê çêbûn.

Girêdayî gurkirina Rûsya şer li herêmên bêçek nêrînên cûda derketin. Hinek dibînin ku ev şer di çarçoveya lihevkirineke veşartî de bi Tirkiyê re ku bakurê Helebê beramberî başûrê Idlibê ye, hinek din jî dibînin ku ew encama nakokiyek cidî di navbera her du aliyan de piştî têkçûna toreya Astanayê çêbûn. Ji aliyekî din ve Washington balafirên xwe li Rojhilata Navîn kom dike, ji ber wê baskên Îranê li Iraq û Yemenê hinekî sisît bûn. Li Tirkiyê jî hêzên mûxalif hewl dide carek din partiya AKP`ê têk bibe.

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî behsa gurbûna şer li herêma bêçek li Sûriyê, tevgera leşkerî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn û encamên dubarekirina hilbijartinên Tirkiyê li Stenbolê kirin.

Şerq El-Ewsat: "Peyman di navbera Moskow û Enqereyê de li ser agir e; bakurê Helebê beramberî başûrê Idlibê?

Der barê liv û tevgera li derdorê Idliba Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Nîşanên lihevhatineke Rûsya-Tirkiyê xuya dikin, lihevhatina di bin agirê şer de pêk hatiye, dê rê bide Enqereyê û hevalbendên wê ku bikevin herêmên li bakurê Helebê yên di destê Kurdan de, beramberî wê jî dê Rûsya û hevalbendên wê yên îranî başûrê Idlibê bibin."

Şeriq El-Ewset: Nîşaneyên aloziyê di navbera Enqera û Şamê li Idlibê de

Derbarê gurbûna şer li herêma kêmkirina şer li Idlibê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Duh nîşaneyên aloziyê di navbera Enqera û Şamê de li Idlibê bi xwestina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar ji rejîma Sûriyê bi vegera li xetên beriya êrîşa dawî li ser bakur Hema û rojavayî Idlibê, derketin.

Akar got divê ev hêz êrîşên xwe li bakur rojavayî Sûriyê rawestînin û vegerin herêmên ku di hevpeymana Sochi di navbera Rûsya û Tirkiyê de di 17`ê Îlona derasbûyî de, hatin binavkirin.

El-Ereb: Şam vegerandina rêyên stratejîk li bakurê welêt plan dike

Rojnameya El-Ereb behsa armanca gurbûna şer li Sûriyê kir û got: "Çekdarên opozîsyona Sûriyê ku Tirkiyê desteka wan dike gotin Rûsya û hevakrê xwe Sûriye hewl didin du rêyên sereke li bargeha dawîn a opozîsyonê li bakurê rojavayê welêt bixin bin serweriya xwe da ku aboriya Sûriyê ya ku bi cezayan bandor bûye, geş bike."

El-Quds El-Erebî: Filistînî agirbestê li Xezayê qebûl dikin

Rojnameya El-Quds El-Erebî îşaret bi agirbesta di navbera Îsraîl û Filistînê de kir û ev tişt nivîsandin: "Lîderên filistînî li Xezayê qebûl kir ku ji roja duşemê ve bi Îsraîlê re agirbestê pêk bînin.

Misrê ji bo agirbestê di navbera her du aliyan de navbeynkarî kiribû, agirbestê îro berbangê saat di 04.30’an de dest pê kir."

El-Ereb: Vekişîna Heşd El-Şebî ji Tileferê

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsand: "Artêşa Iraqê bi temamî erka serweriya herêmên Qezaya Tilefer a bakurê rojavayê Iraqê piştî vekişandina çekdarên Heşd El-Şabî girt.

El-Şerq El-Ewsat: Tevgera Sûdanê gefa isyabek medenî dixwe

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Koalîsyona Azadî û Guhartinê ya ku çalakiyên şoreşê li Sûdanê birêve dibe, gef xwar ku ew ê isyaneke sivîl a giştî çêbikin û derbarê bersivdayîna Meclisa Leşkerî ya Demkî li ser belgeya destûrî, bê hêviya xwe nîşan da.”

El-Ereb: Nakokiya siyasî ber bi çareseriya siyasî ye

Girêdayî xwepêşandanên Cezayirê rojnameya El-Ereb got: "Di encama pêşdeçûnên dawî yên Cezayirê, nakokiya siyasî ya zêdetirî du mehan ber bi çareseriyê ve diçe. Piştî girtina gelek kesayetên rejîma serokê berê Ebdulezîz Bûteflîqe û piştî xîtabê serokê hikumeta demkî Ebdulqadir Bin Salih dibe ku nîşaneyên nexşeriyek siyasî nû li welêt temam bibe. her wiha xwepêşendanên gelêrî gelek destkeftiyên nû bi dezi xistineli gel pêşketinên dawî."

El-Ereb: Nîşaneyên xeta leşkerî ya nû li Hidudeydiye

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa li Yemenê kir û got: “Li gorî çavkaniyên siyasî Nûnerê Navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths di serdana xwe ya dawî li Riyadê û hevdîtina rêveberên Koalîsyona Erebî û hikumeta Yemenê de, îşaretên xurt derbarê êdî sebra wan li hember Hûsiyan ku hevpeymana El-Hudeydayê pêk nayînin, nema ye girtin.”

Şweq El-Ewsat: Washington ji bo ku Îran û wekîlên wê asteng bike keştiyên xwe dilivîne

Girêdayî rewşa Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat got: "Duh li Washingtonê biryarên şandine keştiya  USS Abraham Lincoln a leşkerî ya Amerîkî û bombeavêjan ji bo astengkirina Îran û wekîlên wê li Îranê hate girtin."

Rojnameyê wiha domand: "Koşka Spî got ev biryar piştî ku isbat bû Îran yan jî hevkarên wê hêzên deryayî û bejahî veguhestine dibe ku amadekariya êrîşên li dijî hêzên Amerîkayê dike hatin girtin. Rojnameyê New York Times li ser zimanê rayedarên Amerîkî ragihand ku tevgera leşkerî piştî gefên Îranê yên nû li dijî hêzên Amerîkayê li Iraqê hate."

El-Ereb: Muxalefet xwe komîser hev dike da ku carek din Erdogan têk bibe

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha got: "Ekrem Îmamoglu ku serkeftina wî di hilbijartinên şaredariyên Stenbolê de hate betalkirin, got piştî betalkirina encamên hilbijartinan, ew ê şoreşekê ji bo demokrasiyê li dar bixin, her wiha bangên ku careke din çav li hilbijartin li tevahiya Tirkiyê bê kirin, bilind dibin.”

Îmamoglu wiha got: "Di hesabê AKP`ê de tune bû ku ew ê betalkirina hilbijartinan bi awayekî neyînî lê vegere. Niha bangên ku careke din hemû hilbijartinên Tirkiyê bê dîtin hatiye pêşkêşkirin. Partiya Gel a Komarê (CHP) û partiyên din ên opozîsyonê daxwaz ji desteya bilind a hilbijartinan kir ku careke din hilbijartinên Stenbolê bi navçeyên xwe re dubare bibin.”

(şx)


Mijarên Din