Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Rojnameyên Erebî yên di hefteya derbasbûyî de mijarên girêdayî lihevkirina DYE û Tirkiyê yên derbarê  "Herêma ewle" de,  pêşketinên hêzên rejîma Sûriyê ber bi bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk ve, aloziya di navbera Îran û Brîtaniyayê ya bi sedema ketşiya petrolê û parçebûna di partiya Erdogan de, şopandin.

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî de mijarên girêdayî "Herêma ewle", aloziya li herêmên "Bêçek", her wiha aloziya derbarê herêma Kendavê û rewşa hundirîn a partiya Erdogan girtin dest.

El-Ereb: Enqere û Washington dest bi pêkanîna lihevhatine herêma ewle “ya şêlû” kirin

Derbarê mijara lihevhatina di navbera Emerîka û Tirkiyê ya li ser “Herêma ewle” de rojnameyê nivîsî: “Tirkiye û Emerîkayê dest bi çêkirina binesaziya navenda karên hevbeş kir, ev kar di çarçoveya lihevhatineke hevbeş a di navbera her du aliyan de ji bo avakirina “Herêma ewle” li bakurê Sûriyê de pêk tên.”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: “Hûrgiliyên lihevhatinê hîn ne diyar in. Tê pirsîn ka gelo Emerîka daxwaza Tirkiyê ya herêmeke bi kûrahiyan 30 ta 40 km`an pejirandiye yan na. Eger ev tişt pejirandibe, ev tê wateya ku hêzên Tirkiyê dê herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser ku ev çend sal e Kurdan avakirine, belav bibin.”

Şêwirmendê meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê Hekem Xelo got “Bawerî bi hikumeta Tirkiyê nayê, ew her li hincetan digere, herêma ku dixwaze ava bike, eger 5 yan bêtir be, dê li herêmê guherîneke demografîk çeke. Ji ber ku Tirkiye dixwaze penaberan bîne vê herêmê. Gelo ev penaber şêniyên herêmê ne da ku vegerin vir? Gelo ew dikarin vegerin herêmên xwe, li Şamê, yan Helebê, yan Derayê û HWD. Gelo ewlehiya jiyana wan heye?”

Xelo got: “Armanca avakirina “Herêma ewle” guhertina demografiyê ye, tişta ku Tirkiyeyê nikarî bi leşkerî pêk bîne, dixwaze bi rêyên siyasî û diplomasî pêk bîbe. Mîna tişta ku li Efrînê çêbû, her wiha di baweriya min de, mijara “Herêma ewle”, lîstokeke, da ku rewşeke nû li herêmê bête çêkirin.”

El-Şerq El-Ewset: Rejîm dest bi qutkirina rêyên Idlibê dike

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset behsa pêşketina hêzên rejîmê li herêmên “bêçek" kir û wiha got: "Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê, dest bi qutkirina rêyên parêzgeha Idlibê kir, piştî ku bajarokê stratejîk li bakur rojavayê welêt kontrol kir.”

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh got, hêzên Rejîmê roja Yekşemê piştî şerekî giran bi komên çeteyan re bajarokê Hebîd gundewarê başûrê Idlibê kontrol kir. Kontrolkirina bajarok ku ji sala 2012`an di bin kontrola komên çekdar de ye, piştî ku hêzên Rejîmê û Rûsya dehan bombebarên asmanî pêk anîn. Navenda Çavdêriyê jî ragihand ku ji ber giranbûna bombebaranê zerareke mezin gihîşt bajarok.

El-Ereb: Xan Şêxûn ji bo Şamê deriyê çêkirina rewşeke nû ya li Idlibê ye

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: “Hêzên hikûmeta Sûriyê hewl didin ku ber bi bajarokê stratejîk, Xan Şêxûn`ê ve pêş bikevin. Ev jî dê ji hêla siyasî û leşkerî de pêngaveke nû be.

Artêş hewl dide ku Xan Şêxûnê vegerîne da ku gundewarên başûrê Idlibê ji gundewarên bakurê Hemayê qut bike. Li wan herêman komên çekdar ên Islamî mîna Ceyş El-Îza hene. Artêş hewl dide herêmê şer parçe bike û kanton, berê jî li Xûta rojhilat û li Helebê jî ev tişt kiribû.

Xan Şêxûn mezintirîn bajarên gundewarên Idlibê yê başûr e, rêyeke stratejîk li Xan Şêxûn û hin bajarokên nêzîk re derbas dibe. Çavdêr dibêjin ku Şam dixwaze vê rêyê têxe bin destên xwe.

Lêkolînerê navenda Umran ya lêkolînen Nawar Olever dibêje: “Hêzên Rejîmê û bi piştgiriya Rûsyayê, neku tenê dixwazin vê rêya navdewletî vekin. Her wiha ew dixwazin rewşeke nû li ser opozisyonê û Tirkiyê ferz bikin û di hevdîtinên siyasî de bikar bînin."

El-Îtîhad: Odeya dronên Tirkiyê ya li balafirgeha Zewara hate rûxandin

Derbarê Lîbyayê de rojnameya El-Îtîhad wiha nivisî: "Balafirên şer ên artêşa Lîbyayê di çarçoveya stratejiya hêzên çekarî yên Lîbyayê ji bo şikandina hêzên milîsên çekdar de derbeyên xwe yên hawayî li dijî Odeya Tehekum a dronên Tirkiyê li herêma rojava zêde kirin.

Fermandarê Odeya Çalakiyan a herêma Rojava di fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê de General Mebrûk El-Xezwî ji El-Îtîhad re got, çêkên asîmanê yên Lîbyayê daketina balafirgeha Zewara û Odeya Tehekum a dronên Tirkiyê kirin hedef."

Brîtanya –Îran

Derbarê aloziya keştiyên petrolê yên li herêma Kendavê de rojnameya El-Şerq El-Ewset got: "Dozgeriya Bilind a Cebel Tariq keştiya "Grac 1" a Îranê piştî mehekê girtinê serbest berdan û daxwaznameya Dewletên Yekbûyî ya ji hikûmeta herêmî ya Cebel Tariq ku keştiya Îranê desteser bike, paşguh kir.

Rojnameya Gibraltar Chronicle diyar kir ku hikûmeta herêmî pişt ku garantiyeke nivîsîkê ji hikûmeta Îranê wergirtin ku keştî barên xwe li Sûriyê vala neke, biryar girt."

Sûdan

Derbarê rewşa Sûdanê de rojnameya El- Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Îro (Roja Şemiyê) li Sûdanê dê bi awayekî fermî, her du belgeyên "Lihevhatina Siyasî" û "Danezana Destûrê" bêne îmzekirin. Dê her du belge di 3 salên bê de yên birêvebirina welat bin. Bi vî awayî Sûdan dikeve serdeme nû ya siyasî ku serdemeke dîrokî ye, piştî 30 salên desthilatdariya totalîter a serokê berê Umer El-Beşîr ku 11’ê Nîsanê bi serhildanên gel ji deshilatê hate xistin.”

Li gorî her du belgeyan dê li şûna Meclisa Leşkerî, Meclisa Serwer welat bi rê ve bibe, Meclisa Serwer ji 5 leşker û 6 sivîlan pêk tê û serokê wê jî Ebdilfetan El-Burhan e, her wiha dê di dawiya mehê de hikumeteke sivîl bi serokatiya zanyarê aborî Abdela Hemdok bê avakirin.”

El-Itîhad: Tirkiyê: Berpirsên berê yên partiyê bi Erdogan re ketine pêşbirkê

Her wiha rojnameya El-Itîhad behsa rewşa hundirîn a Tirkiyê kir û wiha got: "Hevkarên serokkomarê  Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên berê dest bi gavên pratîkî ber bi avakirina partiyeke nû kirin ku çavdêr wê weke destpêka rast a dawîkirina AKP`ê li Tirkiyê ye. Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ehmed Davutoglu û berpirsê berê yê AKP`ê agahî dan ku roja Înê kar destpêkirina partiyeke siyasî nû dibe.

Davutoglu daxuyaniyên girêdayî partiya nû di axaftinekê li kantona Quniya da, li gorî ku rojnameya "Suzco" a rojane ya çepa Tirkiyê ragihand.

Davutoglu wiha got: "Bi rêya kar em banga wijdana gel dikin. Em hemû baş dizanin ku wijdana netewa me ew a ku me radike desthilatê."

El-Ereb: Li Qatarê beregeheke nû ya Tirkiyê: dagirkeriyeke eşkere

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: “Tirkiyê deshilatdariya xwe ya li Qeterê bikar tîne da ku vê mîrnişîna Kendavê ji xwe re dike baregeha pêş ya berjewendiyên Tirkiyê li herêmê. Tirkiye eşkere aloziya Dewhayê ji bo hebûna xwe leşkerî û istixbaratî bikar tîne, di sala 2014`an de baregeheke leşkerî ava kir. Niha jî dê baregeheke nû, mezintir, bi leşerên zêdetir û alavên leşkerî yên mezintir ava bike. Ev tişt dê Qeterê bike mêtingeheke Tirkiyê û dê hevkariya leşkerî veguhêze dagirkeriyeke eşkere``.


Mijarên Din