Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Rojnameyên Erebî di hefteyan borî de mijarên wekê pêşketinên stratejîk ên rejîma Sûriyê ku çarenûsa nuqeyên çavdêriyê yên Tirkiyê dixe cihê fikaran, êrîşên li ser bargehên Heşid El-Şabî û aloziya hundirîn a partiya Erdogan, kirin rojeva xwe.

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser şerê li Idlib û derdora wê, rewşa Iraq, Lîbya û Sûdanê, her wiha aloziya Tirkiyê ya navxweyî.

El-Ereb: Esed bi agir lihevkirinên Soçî pêk tîne û çavê wî li hemû Idlibê ye

Derbarê rewşa Sûriyê de, rojnemeyên El-Ereb behsa rewşa li herêma Idiblê û derdora wê kirin. Rojnemeya El-Ereb wiha nivîsand: " Piştî ku bajarê Xan Şêxûn kontrol kirin, berê artêşa Sûriyê wê li kur be? Di demeke ku pirsên, wê tenê pêkanîna hevpeymana Soçî be, an wê bi agir herêma tampon xêz bikin? Piştî ku Tirkiyê soza xwe bicih neanî, an jî niyeteke vegerandina hemû parêzgeh û derdora wê heye?"

Rojnemeyê wiha domand: "Heta niha xuya dike ku artêşa Sûriyê pêşketinên xwe yên li herêmên ku di hevpeymanên di navbera Rûsya û Tirkiyê di îlona çûyî de lihev kirin, pêk tîne, jê vegerandina rêya Şam-Helebê ku di Xan Şêxûn re derbas dibe."

Li gorî rojnemeyê: "Bi rêya tevgera artêşê, armanca niha pêkanîna hevpeymana Soçî bi çekê ye. Lê çavdêr dûr nabînin ku heman sînaryoya li herêmên bê çek mîna li Xûta Şerqiyê û Helebê li Idlibê dûbare bibe."

Şerq El-Ewset: Ji bo nexşerêya herêma"bêçek"diyalogên Rûs- Tirk

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser geşedanên Idlibê û wiha nivîsand:"Derbarê diyalogên têkildarî rewşa Idlibê yên li ser asta qada leşkerî bi Enqerayê re, Moskowê ti agahî parve nekir û wezareta Parastina Rûsyayê hûrgilî diyar nekirin. Di heman demê de jî belgeyên belav bûne destnîşan kirin ku Tirkiye dixweze nuqteyên çavdêriyê yên li bakur û rojavayê Xan Şêxûn di bin kontrola xwe de bihêle. Ev yek dê di beramberî vekirina rêya Şam-Heleb de bê kirin.

Çavkaniyan ji "Şerq El-Ewset" re diyar kir ku Moskowê pêşbîne dike ku "Piştî geşedanên dawîn ên qadê dê nexşeya herêmên bêçekên li Idlibê were danîn".

El-Ereb: Enqere dijminahiya Moskovê dike û cara yekemîn li Sûriyê nêzî Emerîkayê dibe

Derbarê geşedanên li Sûriyê rojnameyê wiha nivîsî: "Li bakurê Sûriyê guhertinên dramatîk çêbûn. Dibe ku li ser axa Sûriyê di nava hêzên herêmî de pevçûn çêbe. Guhertina herî mezin ku Idliba bakurê rojavayê Sûriyê rû da, ew e ku Tirkiye bi lez xwestibû bi dehan erebeyên leşkerî, panzeran û cebilxaneyê bigihîne Cebhet El-Nusra ku ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye asteng kirin.

Hewldana Tirkiyê hêzên asmanî yên Sûriyê û Rûsyayê hate astengkirin û Şamê got Tirkiyê piştgiriya terorîstan dike… Ji dema ku Tirkiyê di sala 2015`an balafireke Rûsyayê li Laziqiyê anî xwar, ev cara pêşî ye ku Enqere, Moskova û Şam têne hember hev. Çavdêr dibêjin ku ev tevgera Tirkiyê 2 tiştan diyar dike: yek; di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de tu lihevhatinên radestkirina Idlibê beramberî rojhilatê Firatê, tune ye. Hin aliyan gotibûn ku dibe lihevhatineke wiha hebe. Bi taybet ku Enqere li hember pêşketina artêşa Sûriyê ta niha bêdeng bû.

Ya duyemîn jî ew e ku Tirkiye dê ji lihevhatinên xwe yên bi Rûsyayê re vegere, piştî ku bi Washingtonê re derbarê herêma ewle de gihîşt lihev kirinê.

Her çiqas Tirkiye behsa yekîtiya axa Sûriyê dike jî û dibêje ku ew ji bo vê armancê şerê Kurdan dike, lê rastiya li ser erdê berovajî wê ye. Tirkiyê her tim bakur Sûriyê wek parçeyekî axa Tirkiyê dihesibîne û dibêje ev parçe di peymana Lozanê ya sala 1923`an jê hatiye standin û niha jî dem hatiye ku bête vegerandin".

Al-Şarq Al-awsat: Sûdan êdî di destê Meclisa Serwer de ye… jinek û xiristyanek jî di nava meclisê de ne

Derbarê geşdanên Sûdanê rojnameyê wiha nivîsî: "Îro desthilatdariya Sûdanê ji destê Meclisa leşkerî dikeve destên Meclisa serwer ku ji 11 kesan pêk tê. Ew meclis dê bibe desthilata bilind a welêt, li gorî belgeya makzagonê ya ku berî du rojan hate imzekirin. Li gorî belgeyê Meclisa leşkerî dê bête betal kirin.

Cara yekemîn e ku li Sûdanê dê jinek cih di nava desthilatê de bigire, her wiha kesayetekî xiristyan jî heye. Ji xwe ev daxawzên tevgera civakî bû ku dixwestin nûberiya hemû pêkhateyên civaka Sûdanê di nava desthilatdariyê de hebin.”

Li gorî belgeya makzagonê dê Meclisa wezîran ji 20 kesan pêk bê, li gorî Sistema Perlemanê gevbigere. Dê di nava sê mehan de meclisa zagonsaz bête ava kirin û di sala 2022`an de pêvajoya demkî bi dawî dibe û hilbijartin bêne çêkirin".

Al-Beyan: Artêşa Lîbyayê Lİ Misratayê baregeheke Tirkiyê hiweşand

Derbarê destwerdanên Tirkiyê yên di Lîbyayê de rojnameya Al-Beyan wiha nivîsî: "Artêşa Lîbyayê rêzeçalakiyên leşkerî ên veşdartî li hin bajarên Lîbyayê pêk anîn. Odeya ragihandinê ya çalakiyê "Alkerama" ragihand ku hêzên asmanî êrîşeke asmanî pêk anî û projeyeke avakirina baregeha Tkriyê li derdora fakulteya hêzên asmanî yan li bajarê Mistata yê hilweşand. Her wiha hin baregehên milîsan yên Boreşadê û derdora Giryan`ê li başûrê Trablusê ruxandin.

Artêşa Lîbyayê ragihad ku rêxistina DAIŞ`ê ya terrorist li kêleka milîsên hikûmeta Wifaq`ê li bajarê Mezreq`ê bicî dibin. Odeya ragihandinê bi daxyaniyekê diyar kir ku avakirina baregehên dewletên biyanî yên mîna Tirkiyê ixaneteke mezin li dijî serxwebûna welat e,  artêş jî dê rê nede vê tiştê".

El-Şerq El-Awsat: Rûsya û Emerîkayê derbarê ewlehiya Îsraîlê de li hev kir

Rojnameyê wiha nivîsî: "Îsraîlê di nava çend hefteyên derbasbûyî de, depoyên çekan û mûşekan ên Îranê li Îraqê bombebaran kirine. Ev kiryar li gorî lihevhatina Rûsya û Emerîka pêk hatiye. Her du aliyan derbarê ewlehiya Israîlê ya li Sûriyê û Îraqê" lihev kirine. Bi qasî ku çavkaniyên dîplomatîk diyar kirine, her wiha li gorî lihevhatinê dê Tilavîv bi awayekî fermî van êrîşên asmanî eşkere neke."

El-Ereb: Erdogan amadekariya dike ku Babacan jî bixe lîsteya"Xayînan"

Têkildarî rewşa hundirîn a Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:"Ragihandina partiyeke nû ji cîgirê serokwezîrê Tirkiyê yê berê, berpirsê aborî û endamê damezrîner ê AKP`ê bû Babacan ve bû sedema nakokiyekê di nava hundirê partiyê de.

Çavkaniyên siyasî yên Tirkiyê bi bîr xistin ku serokê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan li Babacan û kesên destekê didene wî nebore. Her wiha amadekariya vegera wan ji lîsteya îxanetkaran re dike.

Ragihandina serokê berê yê Tirkiyê Ahmed Dawûdoglu ji partiya nû re tengavî ji Erdogan re çêkir.

Her wiha çavkaniyên girêdayî hikumeta Erdogan tekez kirin ku ew ê der barê vegera van kesan de ji lîsteya îxanetkaran re, gav navêje paş."

ANHA


Mijarên Din