Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Li Idlibê ya ku şerên giran di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de rû didin agirbesteke yek alî ji hêla Rûsya ve hate îlankirin, li aliyekî din jî Ahmet Davutoglu gefa li hevalê xwe Erdogan xwar ku heger Sûriye, Iraq û Lubnanê bibe qada şerê di navbera Îran û Îsraîlê de dê mijarên girêdayî terora li welat eşkere bike.

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de mijarên girîng girêdayî aloziya Sûriyê, Lîbya, Sûdanê, rewşa hundirîn a Tirkiyê û şerê Îsraîl û Îranê li welatan ereban girtin dest.

Elbayan: êrîşên asmanî li dijî xalên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Balafirên şer deverên nêzî xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li bakur rojavayê Sûriyê bombebaran kirin. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriy, êrîş li nêzî xala çavdêriyê ya Tirkiyê ya li nêzî gundê Şêr Mexar a gundewarê bakur rojava Hemayê li nêzî sînorî Idlibê, lê nehat zanîn ka ew balafir ên Sûriyê lê yên Rûsyayê bûn, ji ber li asmanan pir balafir hebûn".

Asharq Al-Awsat: Hêzên Rûsyayê xala çavdêriya ya Tirkiyê diparêzin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Hêzên Rûsyayê li bajarokê Mork ê bakurê Hemayê, xaleke xwe ya  nû ava kir, ew dever bi qasî 300 metreyan nêzî xala Tirkiyê ya nehemîn e ku ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin.

Çavkaniyeke nêzî hêzên rejîmê ji ajanseke Almanî re diyar kirk u "Hin komên çekdar ên opozîsyonê hîna jî di hundirê xala Tirkiyê ya li derdora wê de dimînin. Hate dîtin ku hin tankên komên çekdar derbasî xala Tirkiyê bûn, piştî artêşa Sûriyê bajarokê Morkê xiste bin destê xwe.

Ev liva Rûsyayê wek parastina xala Tirkiyê tê naskirin. Jixwe serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro serdana Rûsyayê bike û bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Pûtîn re der barê geşedanên bakurê Sûriyê û Idlilbê de hevdîtinan bike.”

Alarab: Agirbesta Rûsyayê ji bo valakirina “herêma bêçek" a li Idlibê ji cîhadiyan e

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb bal kişand ser rewşa Idlibê û wiha nivîsî: "Êdî lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê têne kifşkirin. Tê zanîn ku roja sêşemê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Moskovê civiyan. 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh ragihand ku artêşa Sûriyê, li Idlibê  dê ji îro ve agirbesta yekalî bixe meriyetê, ev nîşana hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de ya valakirina “herêma bêçek" ji ji komên cîhadî re ye ku li gorî hevpeymana Soçiyê pêk tê.

Wezareta Parastinê bang li fermandarên komên çekdar kir ku dûrî nakokiyên bikevin û li herêmên di  bin serweriya wan de, beşdarî xebata aştiyê bibin. 

Çavdêr dibînin ku berovajî agirbesta meha borî hatibû ragihandin, tevî ku biryara wan di destê Enqereyê de ye, divê kom bi agirbestê ve girêdayî bin. Ev jî divê têkildarî lihevkirinên dawîn ên bi Rûsyayê re be, ji ber paşve gavavêtina ji vê lihevkirinê dê têkilî bi Moskovê re aloz bibe û ya xirabtir jî dê Tirkiye li ser sînor bi gelek koçberan re rû bir û bimîne.

 Alwatan: Ji tirsa ku gel li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilde, çeteyên Erdogan "hemleya ewlehiyê" li herêmên dagirkirî dest pê kir

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyên herêmê yên herêmên bakur û bakur rojhilatê Helebê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, diyar kirin ku armanca sereke ya "Hemleya Ewlehiyê" yak u çeteyên Erdogan dest pê kirine, ew e ku dagirkeriyê li wan herêman biçesipînin, da ku gel li dijî wan li wan herêman pêk neyê û gel venegere himbêza welêt  (Sûriyê).

Çavkaniyên herêmê ji El-Watan re diyar kirin ku arêtêşa Tirk a dagirker piştî ku nikarî li herêmên dagirkirî ewlehî û aramiyê pêk bîne, niha bi alîkariya qaşo "artêşa neteweyî" "Hemleya Ewlehiyê" destpê kiriye, da ku dijberî û serhildanên li dijî wan li hemû bajar bajarokên dagirkirî biçwisîne.

Çavkaniyan diyar kirin ku milîsên "artêşa neteweyî" duh bi alîkariya dagirkeriya Tirkiyê "Hemleya ewlehiyê" destpê kir, ev hemle di nava salekê de ya dunemîn e, qaşo li dijî "şaneyên veşartî yên ku aramiyê têk dibin e, lê ew behsa teqîn, revandin û pevçûnên di navbera fermandarên milîsan de nakin.”

Alarab: Iraq, Sûriye û Lubnan meydanên şerê Îran û Îsraîlê ne

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Derdorên siyasî yên erebî dibêjin ku gengeşeya mezin a rojên dawiyê di navbera Îsraîl û hevalbendên Îranê de, dê bibe destpêka şerekî herêmî yê derengmayî, aliyên şer jî Îsraîl û Îran in, meydana wê jî Sûriye, Iraq û Lubnan in.”

Derdoran got "Di navbera êrîşên li dijî armancên Îranê li Bexdayê û hin bajarên din ên Iraq, Sûriye û Lubnanê de girêdanek heye. Pêdiviya Benjamin Netanyahu bi gurkirinê heye, beriya hilbijartinên serokatiyê û dê piştî 3 hefteyan pêk bên, ev tişt ji bo pêşeroja wî ya siyasî girîng e.”

Alitihad: Berpirsekî leşkerî; El-Sirac ji aliyê Îxwanan ve nayê pejirandin

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Duh artêşa Lîbyayê ber bi Girbanê ve bi pêş ket, da ku wê ji destê çekdaran rizgar bike. Berpirsekî leşkerî ji Itihadê re ragihand ku hêzên asmanî yên Lîbyayê li dijî milîsên li derdora Terablusê çend êrîş pêk anîn.

Serokê odeya operasyonan ya hêzên asmanî yên Lîbyayê general Miheme Menfûr diyar kir ku hêzên asmanî sibeha yekşemê li dijî çend deverên girêdayî hikumeta Wîfaq li başûrê paytext êrîş pêk anîn.

Li Terablusê jî berpirsê navenda ragihandinê ya odeya operasyonên "El-Karama" Xalid El-Mehcûb diyar kir ku Îxwan ji bo serokatiya meclisa serokatiya Lîbyayê, piştgiriya El-Sirac dikirin da ku planên xwe derbas bikin. El-Mecûb da zanîn ku Îxwan hest dikin ku dawiya wan li Lîbyayê hatiye, ji ber civak êdî wan qebûl nake. Her wiha tê gotin ku Îxwan êdî serokê Meclisa Serokatiyê Fayiz El-Sirac jî qebûl nakin, niha El-Sirac êdî nayê qebûlkirin.”

Alarab: Ahmet Davutoglu ji Erdogan re; ez ê tiştên ku dê rûyê pir kesan reş bike, eşkere bikim

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî:  "Têkiliyan di navbera her du dost û hevkarên berê, serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û serokê niha Receb Tayib Erdogan de, xirab bûn. Erdogan davutoglu tewanbar kir, wî jî got ku ewê hin razan eşkere bike ku dê bihêle `rûyê pir kesan reş bibe`, ev jî tê wateya ku her dû alî ji hev qut bûn.”

Davutoglu li pêşiya girseyekê li bajarê Sakariya yê herêma Marmara`yê got "pir kes dê şerm bikin li rûyê xelkê binerin, eger ez defteyên şerê li dijî terorê vekim, pir rû dê reş bibin.”

Ahmet Davutoglu ku bi piştgiriya wezîrê aboriyê yê berê Alî Babcan re amadekariya damezrandina partiyeke nû dike, Erdogan tewanbar kir û got "Ez bi hilbijartina bûme serokwezîrê vî welatî, kes nikar min bi ixanetê tewanbar bike, ez hemû serokwezîrên berê nas dikim, kes ji wan ne xayin bû.”

Ahmet Davutoglu wiha dewm kir "Ev kesên ku ne di nava partiya desthilatdar de ne, çawa dikarin rehet bin? Ka bêjin, em kengî xayin bûn? Bêjin.”

Asharq Al-Awsat: Ji bo hevdîtina bi Trump re Rûhanî xwest ceza bêne rakirin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: " Îranê ku Rûhanî bi Trump re rûne, xwest ku ceza bêne rakirin û Amerîka vegere peymana nukleer.”

Alarab: Şerên li Yemenê ji bo nexşerêya nû ya desthilatdariyê

Rojnameyê nivîsî: "Hêzên kembera ewlehiyê li parêzgeha Îbîn a rojhilatê Aden`ê êrîşeke hêzên hikumeta Yemenê têk birin û nehiştin têkebin bajarê Zencebar`ê. Her du alî dixwazin nexşeya desthilatdariyê çêkin.”

Li gorî çavdêran, şerên li Yemenê, ji roja derbeya Hûsiya sala 2014`an ta roja şerê Aden`ê 10 tebaxê, ji bo ji nûve çêkirina nexşeya desthilatdariyên siyasî û deshilatdariya herêman pêk tê, ev tişt yek ji sedemên serke yên şer bûn.”

Albayan: Sûdan li benda kabîneyên hikûmeta Hemdok e

Der barê geşedanên Sûdanê de rojnameyê nivîsî: "Sûdan li bendê ye ku di nava çend saetên bê de kabîneya nû ya hikûmetê bête ava kirin. Di heman demê, darizandina hin endamên ewlehiyê dest pêkir, ku destên wan di mirina mamosteyekê hebû, di pêvajoya xwepêşandian li dijî desthilata serokê berê Umer Elbeşîr de.

Tê payin ku serokwezîr Abdullah Hamdok, ku roja 21`ê Tebaxê ji aliyê meclisa serwer ve hatibû erkdarkirin, navên endamên kabîneya hikûmeta xwe eşkere bike, dê navan ji nava lîsteya ku Hêzên Danezana Azadî û Veguhrînê pêşkêş kiriye hilbijêre".


Mijarên Din