Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Nîqaşên li ser destekdayîna Erdogan a bi terorê re û kirinên wê yên sûcên şer, her wiha tevgera Rûsya-Amerîkayê ya girêdayî Sûriyê zêde bûn. Li Iraq û Lubnanê xwepêşandan didomin û aloziya siyasî ya li herdu welatan herku diçe gûrtir dibe.

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de mijarên girêdayî pêşketinên di dosyaya Sûriyê û nakokiyên navdewletî, xwepêşandanên li Iraq û Lubnanê girtin dest.

Al: Arab: Şahidî: Erdogan rûyê din ê DAIŞ`ê ye… gelo civaka navdewletî dê wî darizîne?

Der barê mijarê rojnameyê gotara nivîskrê bi navê Delîl Zîlan weşand "Li gorî hijmarên fermî, Hêzên Sûriya Demokratîk zêdeyî 12 hezar DAIŞ`iyan digire, min bi 45`an ji wanan re hevdîtin pêk anîn, hemûyan jî piştrast kirin ku têkiliya DAIŞ`ê bi dewleta Tirkiyê re heye, paşê min ew hevdîtin di çapemeniyê de weşandin.

Hevdîtina herî dawiyê li bajarê Şedadê yê parêzgeha Hesekê bi fermandarê DAIŞ`ê Usama Ueyid El-Salih re bû ku li Dêrazorê hatibû girtin. El-Salih piştrast kir ku wî li kêleka El-Bexdadî li Dêrazorê kar kiriye û piştrast kir ku têkiliyên rêxistinê bi Tirkiyê re hene, her wiha behsa bazirganiya petrolê jî kir û bi taybet behsa zêr û entîkeyên dîrokî ku çawa ew ji Mûsilê bi rêya Idlibê dibirin Tirkiyê kir.

Tişta herî balkêş di mukurhatinên Usama El-Salih de ew bû ku El-Bexdadî di bin parastina Tirkiyê de tevdigeriya. El-Salih dibêje "El-Bexdadî beriya nêzî 5 mehan ji Dêrazorê derketiye, berê xwe daye Tirkiyê, wî işkere got ku ew niha li Tirkiyê ye yan jî li herêma di bin desthilatiya Tirkiyê, Idlibê ye".

Têkiliya Tirkiyê û DAIŞ`ê bi dehan wêne û nûçeyan hatiye belge kirin, hêjî ev belge di çapemeniya Kurdî de tên belavkirin, ev çapemenî êdî ji aliyê cîhanê ve têne naskirin, lê pirs ewe, gelo dê civaka navdewletî, piştî evqas belgeyan, Recep Tayyip Erdogan efû bike, yan dê wî weke rûryê rêxistina terorê li cîhanê darizîne?"

Ukaz: Putin biryara şerê Idlibê dide… Asad jî dê pêk bîne

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî "Çavkaniyê pêbawer diyar kirin ku serokê Rûsyayê Vlademir Putin biryara şerê li dijî rêxistinên terorîst yên li Idlibê daye, di serî de jî , Heyet Tehrîr El-şam (Cebhet El-Nusra- El-Qaida), ku weke rêxistineke terorîst tê naskirin, her wiha Beşar El-Asasd jî fermana êrîşeke nêzîk li Idlibê wergirt.

Çavkaniyan diyar kirin ku Rûsyayê plana leşkerî ya derxistina Idlibê ji destên rêxistinên terorîst û komên opozisyonê, daniye. Lê ji ber geşedanên li ser erda bakur û rojhilatê Sûriyê û guherînên leşkerî ku li wir pêk hatin, Rûsya neçar kirin ku hêzên xwe li herêmên bakur belav bike, lewma operasyona Idlibê dereng ma.

Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku her du alî, Rûsya û Tirkiyê gihiştine lihevhatineke rasteqîn li bakur, ev jî tê wateya ku Sûriyê dê cenga Idlibê destpê bike û berê artêşê bide wir. Serdana El-Asad ya Idlibê û axaftinên der barê rizgarkirina bajêr de, piştî biryara Putin ya vegerandina Idlibê bo rejîma Sûriyê, pêk hat. Al-Asad dema çû eniyên şer û bi fermandarên leşkerî re hevdîtin kir, xwest bide xuyakirin ku xwedî biryar e.

Al-Arab : Li ber çavên Rûsyaya ``bêzar`` baregehên nû yên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Liv û tevgera Amerîkayê li bakur û rojhilatê Sûriyê şêlo ye, piştî ku wê ragihand dê hêzên xwe ji herêmê vekişîne û hijmareke kêm leşkeran li wir bihêle, vê carê dîse vegeriya û li hin deveran hêzên xwe zêde kirin, bi taybet cihên nêzîn zeviyên petrolê û li wir baregehên nû ava kirin.”

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Seregey Vereshin roja sêşemê got: “Rûsya hewldanên Amerîkayê yên bicîbûna li herêmên petrolê li bakur û rojhilatê Sûriyê naperjirîne. Her wiha got ``Her hewildaneke Amerîkayê ji bo bihêzkirina hebûna xwe ya leşkerî ya ne rewa li Sûriyê, binpêkirina zagonên navdewletî ye û nayê pejirandin.”

Çavkaniyên xwecihî beriya demekê gotibûn ku leşkerên Amerîkayê li parêzgeha Dêra Zorê ya bakur û rojhilatê Sûriyê du baregehên leşkerî ava dike.

Tê gotin ku rêveberiya Amerîkayê, bi desteserkirina zeviyên petrolê yên sereke dixwaze di destê xwe de pelikekê bihêle ku di majara çareseriya siyasî de bi Rûsiya û Sûriyê re bazarê bike, ne tenê li dijî hebûna Îranê, her wiha ji bo ku ji hevalbendê xwe yên Kurd re rewşeke taybet çê bike.”

Çavdêr dibêjin ku Sûriyê û Rûsyê bêzar in ji ber vê rewşa nû ku Waşingtonê çêkir, ew nikarin bi Amerîkayê re têkevin nava pevçûnan, lewma dê bijarteya wan ya herî bê zirar ku li rêyeke siyasî bigerin be.”

Şeriq El-Ewset: li Bexdayê Kuştî.. xwepêşandêr û Îran hatin hember hev

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî "Li Kerbaelayê şevek bi xwîn bû, piştî ku xwepêşandêr û Îran cara pêşîn hatin hember hev, hêzên Iraqê gule li dijî xwepêşandêran bikar anîn. Qada protestoyê jî fereh bû, rê hatin girtin û saziyên fermî û yên petrolê felc bûn.

Piştî 10 roja dîse hêzên ewlehiyê gule bikar anîn, li Bexdayê bi kêmayî 5 kes hatin kuştin. Reuters`ê got ku hêzên ewlehiyê gule berdana yekî xwepêşndêr û ew kuştin, wênekêşê ajansê got ku wî dîtiye 4 kesên din hatine kuştin. Li gorî şahidan hezên ewlehiyê li dijî xwepêşandêrên ku li pêşiya televizyona fermî ya Iraq`ê kom bûn, gule bikar anîne, çavkaniyên nexweşxaneyê û yên ewlehiyê ji çapemeniya Frensayê re diyar kirin kiu 12 kes birîndar bûne.

 El-Beyan: Çavkanî dibêjin ku Al-Harîrî dê dîse bête erkdarkirin

Der barê geşedanên Lûbnanê  de rojnameyê nivîsî “Hin çavkaniyên nêzî ”Şepêla Netewî ya Azad” ji El-Beyan re ragihandin ku dibe dîse serokê hikûmeta Lûbnanê  ku istifa kiriye, Saad Al-Harîrî careke din bête erkdar kirin. Çavkaniyê diyar kir ku niha perleman sê bijarteyan dinirixîne, yek dîse erkdarkirina Al-Harîrî, yan jî pêre der barê şêweyê hikûmetê û kesayeta ku bibe serok bête lihevkirin, yan jî bêyî herîrî, lê bijarteya dawiyê dibe ku dûr be”.

Her wiha rojnameyê nivîsî “Tevgera Amel û Hizbullah, alîgirên wê ne ku serok Al-Herîrî bête erkdarkirin, lê serok Ewn li aliyê guherînê ye. Li gorî çavkaniyan, tan nih hemû nirxandin gihiştine wê encamê ku: hikûmeteke bi serokatiya Al-Herîrî tê wateya hikûmeteke siyasî ye.

Ango dê siyasetmedanên ku nûnerên hêzên siyasî ne bêne erkdarkirin, lê eger hikûmeteke xilasiyê be, dê wezîrên tiknoqrat bêne erkdarkirin ne bi serokatiya Al-herîrî. Hêjayî gotinê ye ku Al-herîrî sê pijarte pêşniyar kirine: hikûmeteke tiknoqrat bi serokatiya wî, hikûmeteke siaysî di nav de jî hin tiknoqrat, bi serokatiya wî, hikûmeteke siyasî bê alî ne bi serokatiya wî, lê ku werokatiya wê ji derdorên şepêla Al-mustaqbal be”.


Mijarên Din