Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Di hefteya derbasbûyî de têkçûna civînên komîteya destûrî,  şerên dijwar li "Herêmên bêçek" ên  Idlibê rû dan, tevgerkirina Misrê ya li dijî lihevkirina Tirkiyê û hikumeta El- Serac, lûtkeya NATO’yê cih di rojnameyên Erebî de cih girtin.

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de behsa şerên dijwar li "Herêmên bê çek" kirin. Tevî rewşa Iraq, Lubnanê û lûtkeya NATO`yê kirin.

EL-EREB: ŞERÊ IDLIBÊ LIHEVKIRINÊN RÛSYA Û TIRKIYÊ BI DAWÎ DIKE

Rojnameyan qasa rewşa Sûriyê bi gelek mijaran kir û ya girîng jî rewşa li herêma qaşo bêçek kirin. Her wiha li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê piştî rojekê ji ragihandina binketina gera duyemîn a dan û standinên desteya biçûk a komîteya destûrê ya li Cinêvê bi sponseriya NY’yê, şerê bilind di navbera hêzên hikumetê ji aliyekî ve û komên cîhadîst û opozîsyonê ji aliyekî dîtir ve rû dan.

Asta şerê li Idlibê lihevkirinên Rûsya û dewleta Tirk dixin xetereyê, bi taybet heke Moskov ve di vegerandina tevahî parêzgeh û derdora wê de berdewam bike.

Şam û Moskov dizanin ku heke serweriya parêzgeha Idlibê bikin, dê bi xwe re serweriya li ser çareseriya siyasî jî bikin. Li hemberê wê jî komên cîhadîst û yên opozîsyonê yên ku cara yekemîn dest bi şerê dawîn li Idlibê kiriye, garantor dikin ku herêmên hêzên rejîmê ku berê sewer kirine, vegerînin, dê bi xwe re jî nuqteyên siyasî baş bibin.

Çavdêran anî ziman ku tu niyetên berfirehkirina şer li Idlibê û derdora wê nîn in, bi taybet wek vê mijarê dê bi xwe re xetereyên mezin bînin, Nexasim jî heke tu lihevkirinên nû di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk nehatin. Lê belê di heman demê de Moskovê diyar kir ku mayîna rewşa niha li Idlibê ne pêkan e. Ji ber ku heke Şamê serweriya li ser vê parêzgehê kir dê aliyên li hember neçar bimînin ku çareseriyan nexşe bike û Rûsya planên xwe pêk bîne.

Gera duyemîn ji dan û standinên desteya biçûk a komîteya destûrê ya li bajarê Swissê bi dirêjahiya 5 rojan ji duşemê heta bi înê pêk hatiye, bi bin ket. Her wiha tîmên Sûriyê negihîştin peymanên der barê rojeva xebatên xwe û li rexê jî opozîsyon û DYA’yê berpirsyariya tevliheviya dan û standinan hilgirt ser hikumeta Sûriyê.

Li aliyekî din jî analîzvanan got gera dawîn, rastiya neamadebûna hêzên ku li piş tîmên Sûriyê disekinin ku nakokiya bi dirêjahiya 8 salan bi dawî bike, eşkere kir.

ŞERQ EL-EWSET: MISR BI RÊYA NAVNETEWEYÎ TEV DIGERE DA KU PÊŞIYA HEVPEYMANÊN EL-SÎRAC Û ERDOGAN BIGIRE

Der barê hevpeymana Tirkiyê bi hikumeta El-Sîrac re, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Misrê dest bi tevgereke navneteweyî kiriye, da ku li pêşiya muzekereya lihevkirinê ya di navbera serokê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê Fayîz El-Sîrac û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bisekine.

Wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şûkrî duh careke din rexneyên welatê wî ji her du muzekereyan re nû kir û destnîşan kir ku, tevî tu erkên pêwîst ên El-Sîrac tine ye ku îmze bike, dê herdu muzekere nakokiya di navbera lîbiyan de kûrtir bike, her wiha xebatên siyasî betal bike, di demeke ku dest bi lihevkirineke navneteweyî der barê alîkariya lîbiyan, bûye."

ÎMARAT EL-YEÛM: PARLAMENTOYA IRAQÊ ÎSTÎFAYA HIKUMETÊ ERÊ KIR.. MEŞÊN ŞÎNÊ LI WELÊT DIDOMIN

Der barê rewşa Iraqê de, rojnemeya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Parlamentoya Iraqê duh îstîfaya hikumeta serokwezîr Adil Abdilmehdî erê kir. Piştî 2 mehan ji pêla xwepêşandanan ku di encama wê de 420 kes hatin kuştin, her wiha bi hezaran Iraqî derketin meşên şînê û qurbaniyên xwepêşandanan li gelek parêzgehên li welêt bi bîr anîn.

Xwepêşandêr li hemû bajarên başûr meşên şînê domandin, her wiha diyar kirin ku îstîfaya serokwezîr ne wateya ku rejîma siyasî bi dawî bûye.”

EL-EREB: NAKOKÎ GEFAN LI TEKLÎFKIRINA SEROKATIYA EL-XETÎB JI BO SEROKATIYA NÛ YA LUBNANÊ DIXWIN

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnemeya El-Ereb ji çavkaniyên siyasî ragihand ku atmosfêra paytexta Lubnanê dide diyarkirin ku hîn çareseriyek di teklîfkirina Semîr El-Xetîb de ji bo avakirina hikumetê  nehatiye dîtin û dibe ku suprîzên di kêliyên dawîn de hebin.

EL-BEYAN: ŞEREKÎ SÊALÎ DI NAVBERA TRUMP, MACRON Û ERDOGAN DE

Der barê lûtkeya NATO`yê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Serokê Amerîkayê Donald Trump duh bi dijwarî êrişî serokkomarê Fransyê Emmanuel Macron kir ji ber stratejya NATO`yê rexne kir û got ew di aliyê mêjî de "mirî” ye.

Şerê sêalî girt ser lûtkeya ku li Londonê bi boneya salvegera 70`yemîn a avakirina NATO`yê, hat lidarxsitin.

Macron hewl da bi rêya ku xwest stratîjîka NATO`yê vegerîne ejandeyên civînê biguhêre lê Trump ku bi neçarkirina dewletên endam xwe serbilind kir. Di civîneke çapemeniyê de ku 52 deqe dirêj kir, behsa gelek mijaran kir. Tê de ji nû ve "Kesên ku baş parastina NATO`yê nakin" rexne kir û bi taybet Almanyayê.

Di civîna çapemeniyê de Trump şêwazê zimanê xwe bi Macron re sivik kir, lê belê Macron li ser gotinên xwe ma. Macron wiha got: "Daxuyaniya min helwestên gelek kesan diyar kir. Lê ez bi daxuyaniyên xwe ve girêdayî me. Îro dijminê hevbeş komên terorîstin wek ku me beriya niha jî gotibû. Lê mixabin em der barê pênasekirina terorê lihev nakin." Bi vê yekê Macron îşaret bi Tirkiyê ku êrişî şervanên Kurd ku hevalbendên li dijî rêxistina DAIŞ`ê bûn, dike. Macron di axaftina xwe de wiha got: "Dema ez li Tirkiyê dinihêrim ez dibînim ku ew tenê li dijî kesên bi me re şer kirin, şer dike û car caran jî bi şervanên girêdayî DAIŞ`ê re, dixebite."

Macron tekez kir ku doza rêxistina DAIŞ`ê divê zelal be û got şêwaza Tirkiyê li dijî şervanên Kurd ku di şerê li dijî rêxistina terorîst de hevalbendên wan bû, diyar dibe ku divê koordîne were başkirin.

(şx)


Mijarên Din