Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Nakokiyên Tirkiye û Rûsyayên di derbarê Idlibê de gûr bûne û 3 toreyên danûstandinên wan têk çûn. Çavdêr dibêjin ku her du alî li ser keviyê  dilîzin. Li aliyekî din xeteriya destwerdana Tirkiyê di Rojhilata Navîn de li ser maseya Ewropayê hate nîqaşkirin. Hêzên ewropî û erebî li alternatîfek din ji "Projeya Sedsalê" digerin.

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de behsa gurbûna nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê yên derbarê Idlibê de, destwerdana Tirkiyê di Rojhilata Navîn de û "Projeya Sedsalê" ya ku Trump ragihandiye, kirin.

EL-BEYAN: TIRKIYE-RÛSYA... LÎSTOKA LI BER KEVIYÊ

Rojnameyên Erebî yên di vê hefteyê de behsa rewşa Sûriyê, gurbûna nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de nivîsîn. Têkildarî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hê jî nakokiya Rûsya û dewleta Tirk li bakurê Sûriyê, nexasim li Idlibê, piştî êrişên Rûsyayê li dijî nuqteyên çekdaran, berdewam e. Bi wê re jî çalakvanên sûrî hemleya şikandina sînor dest pê kir ku hişt Enqere derbasî rewşeke şermîn bibe.

Her du alî li ser keviyê dilîzin. Ji ber ku her du alî naxwazin yekeser li hember hev du bin, çi li rojava çi jî rojhilatê Firatê. Her wiha di heman demê de dixwazin destkeftiyan li ser erdê pêk bînin.

Tevî şerê dualî û gefên dewleta Tirk ên êrişkirina li dijî hêzên artêşa Sûriyê, lê hê jî mijara gihîştina agirbestekê heye. Her wiha rayedarekî dewleta Tirk got welatê wî bi Rûsyayê re pêkanîna dewriyeyên hevpar li Idlibê mîna garantiya ewlehiyê li herêmê nîqaş kir.

Senaryoya duyemîn a şerê leşkerî di navbera her du aliyan de, bakur bibe blokek ji agir, lê ev şerê li hember hev dê zirarê bigihîne her du aliyan û dibe ku ne tenê li Idlib û Helebê bisekine. Ji ber ku herêmên germ ên di navbera her du aliyan de li Sûriyê dirêj in.

Tevî operasyonên leşkerî yên veşartî li ser erdê, lê berfirehkirina şerê di navbera her du aliyan; Rûsya-Tirkiyê de dûr e. Ji ber ku dê civîna pêş a li Tehranê rêveçûna sêalî ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê ya ku xwe dispêre lihevkirinên Astanayê diyar bike.

Helwesta Amerîkayê di vê aloziyê de şerê di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ye, nexasim daxuyaniyên Amerîkayê der barê sekna li rex dewleta Tirk di şerê li hember Rûsyayê de diyarker bû. Lê Enqere ji helwestên mîna van metirs e ku li hember Rûsyayê şer neke.

Li gorî çavdêran, tişta ku ji Idlibê derkeve, dê gelek hevalbendiyên herêmê û navdewletî pêk bîne û her wiha dê têkiliya Rûsya û dewleta Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar bike. Ji ber ku Rûsya li Qamişlo, Minbic, Kobanê û Reqayê belav bûye. Dê bi wê re jî şerê Rûsya û Tirkiyê yê li seranserî sînorê Sûriye-Tirkiyê be.”

EL-EREB: KONGREYA BRUKSELÊ DER BARÊ XETEREYA DESTWERDANA TIRKIYÊ YA DERYAYA SPÎ DE HIŞYARÎ DA

Derbarê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Parlamenterên Ewropayê û siyasetmedarên Tirk û hin pisoprên navdewletî ji bo xetereya destwerdana Tirkiyê ya Deryaya Spî, hişyarî da. Wan di axaftinên xwe yên komcivîna ewropî de ku roja 18`ê Sibatê li Parlemana Ewropayê li Brukselê hate lidarxistin, bal kişand ser metirsî û xetereyên destwerdana Tirkiyê ya li Deryaya Spî.

Komcivîna ewropî bi sernavê “Destwerdana Tirkiyê bo Deryaya Spî: Sedem, armanc û metirsî” hatibû lidarxistin.

ŞERQ EL-EWSAT: JI BO ÇESPANDINA ALTERNATÎFA ‘PROJEYA SEDSALÊ’ HEVDÎTIN

Derbarê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Hin raporên ji Îsraîlê diyar kir ku di Kongreya Munchenê ya ewlehiyê de, hin hevdîtin pêk hatin ku dixwazin nêrîneke erebî ewropî weke alternatîfa “Projeya Sedsalê” ya serokê Amarîkayê Donald Trump biçesipînin.

Rojnameya Maarîf ya Îsraîlê ragihand ku ev hewldan di dema Kongreya Munchenê de, di civîna wezîrên derve yên Fransa, Almanya, Misir û Urdunê de pêk hat.

Balyozê Filistînê yê li Yekitiya Ewropayê Adil Atiya got wezîrên karên derve yên dewletên endamên Yekitiya Ewropayê di civînê de li hev kir ku di civîna bê ya meha Adarê  de, helwesta stratejîk a YE`yê der barê “Projeya Sedsalê” de binirxînin, her wiha mekanîzmayên çalakkirina komîteya çaralî ya nadewletî.

ANHA


Mijarên Din