​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Çavdêran gotin, Rûsya di neçarkirina dewleta Tirk a qebûlkirina rewşa nû li Idlib û sepandina sînorên nû yên peymana Soçiyê de bi ser ket. Trump hewl dide hevalbendên xwe yên Afgan razî bike û hêzên Amerîkayê vekişîne. Vîrusa Koronayê jî li cîhanê belav dibe.

Geşedanên derbarê Idlibê de, lihevkirina Rûsya – Tirkiyê ji aliyekî ve û ya Washington û Talîban ji aliyekî din ve, her wiha belavbûna vîrûsa Koronayê mijarên sereke yên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî bûn.

EL-BEYAN: ERDOGAN MIXABINIYÊ DIÇINE

Rojnameyên Erebî yên vê hefteyê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kirin. Jê rewşa Idlib û peymana dawîn a Rûsya û Tirkiyê. Di vê mijarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Rûsya di neçarkirina dewleta Tirk a qebûlkirina rewşa nû li Idlib û sepandina sînorên nû yên peymana Soçiyê de bi ser ket. Ew jî bi hedefa parastina destkeftiyên artêşa Sûriyê di hemleya li dijî komên alîgir ên girêdayî Tirkiyê de ye. Her wiha dema dewleta Tirk a ji artêşa Sûriyê re ji bo vekişandina ji derdora nuqteyên wê, hat têkbirin."

Piştî danûstandinên maratonî ku 3 saetan dewam kirine, serokê Rûsyayê Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser agirbestê li parêzgeha Idlibê li hev kir. Her wiha lihevkirin şeva berê kete meriyetê.

Bendên lihevkirinê li gorî serkeftinên artêşa Sûriyê û Rûsyayê di şerê li dijî artêşa Tirk û komên alîgirê wê de ye. Naveroka peymana nû xwe dispêre sepandina destkeftiyên artêşa Sûriyê di hemleya dawîn, di heman demê de pêkanîna Rûsyayê ya dewriyeyên hevbeş bi Tirkiyê re li ser rêya M4 ya di bin kontrola komên çekdar de ye bi hedefa ewlekirina wê, rewa dike. Her wiha dê bi kûrahiya 6 km li derdora rêya di navbera Heleb-Laziqiyê de rê ewle bimîne û çete li wir nemînin. Lê li aliyekî din rêya M5 ya Heleb-Şamê ya dê di bin kontrola artêşa Sûriyê de bimîne, lê divê dewleta Tirk tu hewldanên astengkirina tevgera veguhastinê dernexe.

Li gorî van bendan, dewleta Tirk di hedefa xwe ya sereke de bi bin ket. Hedefa wê vegerandina herêmên ku artêşa Sûriyê di hemleya dawîn de serwer kirine, ye. Derbarê vê de pirî caran Erdogan gefa bidawîkirina dema dewleta Tirk a vekişîna hêzên Sûriyê ji tevahî herêmê û bajarokên di hemleya dawîn de serwer kirine, xwarin. Mîna bajarên mezin ên Idlibê; Meret El-Nûman, Seraqib û bi dehan gundên bakurê Hemayê.

EL-EREB: TRUMP HEWL DIDE HEVALBENDÊN XWE YÊN EFGAN RAZÎ BIKE Û HÊZÊN AMERÎKAYÊ VEKIŞÎNE

Derbarê geşedanên li Afganistanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê bi lîderê Talîbanê Mela Birader re axivî. Li gorî agahiyê ku tevgera tundraw roja sêşemê dane. Jixwe beriya wê bi çend rojan Washingtonê peymaneke dîrokî bi tevgerê re îmze kir.

Trump li Koşka Spî ji rojnamegeran re got: “Bi rastî min bi lîderê Talîbanê re axaftineke telefonê ya baş kir.” Bêyî ku navê Birader bîne ziman, ji ew lîderê baskê siyasî yê tevgerê ye û peymana dîrokî ji aliyê wî ve hate birêvebirin.

Berdevkê Talîbanê Zebîhulla Mucahid li ser Twitterê wiha nivîsî: “Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi berpirsê siyasî yê Îmareta Îslamê yê birêz Mela Birader Axond re axivî.”

Çavdêr dibêjin ku Trump dixwaze hevalbendê xwe yê Afganî (hikûmeta Kabûlê) razî bike û hin sozan ji tevgera tundraw jî bistîne da ku hêzên Amerîkayê ji Afganistanê vekişîne.

ŞERQ El-EWSAT: LI WELATÊN EREBAN NEXWEŞÊN NÛ YÊN KORONAYÊ… LI EWROPAYÊ JÎ METIRSÎ ZÊDE DIBE

Derbarê mijara belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameyê wiha nivîsî: “3 dewletên erebî; Siûdiyê, Urdun û Tunisê ragihand ku wan nexweşên bi vîrusa Koronayê (COVID 19) tomar kirine. Yekîtiya Ewropayê jî asta metirsiyên belavbûna vîrusê “bilind” kir.

Erebistana Siûdî duh ragihand ku yekemîn pêketina bi vîrusê hate dîtin, ew welatiyekî ku bi rêya Behrênê hatibû û negotibû ku ew li Îranê bû. Her wiha da zanîn ku ew kes niha li nexweşxaneyê ye û rewşa wî li gorî pîvanên tenduristiyê tê şopandin.

Wezîrê tenduristiyê yê Tunisê Ebdilletîf El-Mekî ragihand ku welatiyekî 40 salî ji Îtalyayê hatiye bi vîrusê ketiye. Her wiha hikûmeta Urdunê jî yekemîn rewşa pêketinê ya welatiyekî ji Îtalyayê hatiye, ragihdin."


Mijarên Din