Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Komên çete dest bi operasyonên leşkerî li dijî hêzên rejîma Sûriyê li bakurê Hemayê kir, hêzên rejîma Sûriyê ku destekê ji Rûsyayê digirin, operasyonên leşkerî li Idlibê dewam dikin, her wiha Fransa pêşniyar kir ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina endamên rêxistina DAIŞ`ê yên esîr li Iraqê, were avakirin.

 Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlib, topbaran û kuştina sivîlan, her wiha komên çete dest bi operasyona leşkerî li dijî rejîmê li bakurê Sûriyê, aloziya Sûdanê, banga Fransa ji bo avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê kir.

Ukaz: Piştî Heleb û Xûtayê.. zehmetiyeke nû li Idlibê

Rojnameya Ukaz der barê rewşa Sûriyê de wiha nivîsand: "Piştî Heleb û Xûtayê zehmetiyên şerê Sûriyê Idlibê li beramberî cîhanê ku bê deng e û nikare kuştina zarokan, topbarana li ser nexweşxaneyan û koçberbûna şêniyan bê deng e, dubare dibe. Piştî têkçûna DAIŞ`ê di meha Adarê de nema şerê Sûriyê yê ji 2011`an ve mijara sereke ya rojnameyên cîhanî ye. Dijwarbûna şer nema wekî berê tê şermezarkirin. Rêxistinên ne hikumetî ji bo destekdayîna civaka navdewletî hêvî qut kirine."

El-Şerq El-Ewset: Êrîşeke ji paş li dijî hêzên rejîmê li bakurê Hemayê

Rojnameya El-Şerq El-Ewset jî der barê rewşa Sûriyê de got: "Fesîleyên Sûriyê yên opozîsyonê û hinek aliyên radîkal li dijî baregehên ku rejîmê xistine bin serweriya xwe li bakurê Hemayê, êrîş pêk anî. Her wiha balafirên Rûsya û rejîmê bakurê rojavayê welat ku dikeve nava “herêmên bêçek”, bombebaran kir."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got: "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku komên çete û fesîleyên din bi dijwarî êrîşî navendên rejîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wê li Cebîn, Til Milih û Hemamiyat li bejahiya bakurê Hemayê kir. Di navbera her du aliyan de şerekî dijwar rû da. Kefer Nebûde, Qesabiye, Til Hewaş, Hemamiyat, Cebîn, Til Milih, Muxeyer, Miherde yên di bin serweriya rejîmê de Ii bejahiya Hema û Idlibê bi zêdeyî 340 top û moşekan hatin topbarankirin. Her wiha bi dehan teker hatin pêxistin da ku sûd ji dûmana wan bigirin û balafirên ku li asîmanê herêmê digerin, şaş bikin."

El-Heyat: Parîsê pêşniyar kir ku dadgeheke navdeweltî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê were avakirin

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Iraqê wiha nivîsand: "Wezîra Dadî ya Fransayê Nicole Belloubet roja pêncşemê diyar kir ku bi dewletên Ewropî re nîqaş kir ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina terorîstên di nava rêxistina DAIŞ`ê de bûn li Iraqê, were avakirin."

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha got: "Di encama zextên navneteweyî li ser aliyên diyalogê li Sûdanê de hişt ku alî vegerin diyalogê, ew yek jî bi rêya navbeynkariya Etîyopyayê ji Deklarasyona Azadî û Guhertinê bi rêya dev ji însyatîfa hilbijartinên bilez ji Meclisa Leşkerî ya Demkî re berde, pêk hat.

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Beyan ji çavkaniyên leşkerî yê Yemenê ragihand ku "Xeta sînor ji parêzgeha Sedê bi Sûadiyê re hemû di bin kontrola artêşa Yemenê de ye”.

Îran

Der barê rewşa Îranê de jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Her du serokan Donald Trump û Emmanuel Macron duh di çalakiyên salvegera 75’an a Normandiyayê, nerazîbûna xwe ji hiştina ku Îranê rê bide ku çeka nukleerî bistîne, her duyan zext kirin ku vegerin rêya diyalogê. Trump di civîna çapemeniyê ya hevbeş de bi Makron re wiha got: "Ez dizanim ku hikumeta Îranê dixwaze biaxivin. Ev pir baş e. Em ê biaxivin, lê tiştekî teqez heye ew jî ew nikarin çeka nukleerî bistînin û ez bawer im ku dê serokê Fransayê jî vê yekê erê bike.”

Macron jî wiha got: "Em dixwazin ku em bawer bikin ku Îran çeka nukleerî nastîne, rêyek li gel me heye ji ber vê yekê dê heta 2025’an dewam bike.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbya rojnameya El-Ereb wiha got: "Hêzên artêşa Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter duh got ku ew nêzî bidawîkirina şerê Terablusê ne, Hefter teqez kir ku ew nêzî rizgarkirina paytextê ji çekdaran in, lê hin kes ji vê agahiyê bi guman in, ji ber artêş ji Nîsana çûyî vê yekê dibêje.”

Somal

Di mijareke din de di rojnameya El-Heyat de wiha hate nivîsandin: "Cîgirê sekretêrê giştî yê NY`ê yê kar û barên mirovî Mark Lawloch hişyarî da ku Somalî rastî birçîbûneke mezin tê."

Lawloch got: "Li gorî dihat texmînkirin ku dê baran li Somaliyê baş bibariya, lê yek ji demsalên herî hişk e". NY`ê 45 milyon dolar ji sandîkeya awarte pêşkêş kir da ku av, xwarin û tiştên mirovî ji Somal û herêmên ji Etîyopya û Kenyayê re bê dayîn.

(bx- jo)


Mijarên Din