Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro, di serî de mijara S-400’an ku Tirkiye di navbera Rûsya û DYA’yê de xistiye rewşeke aloz, gelek mijarên girîng derxistin manşetên xwe. Her wiha rojnameyan îşaret bi rewşa Idlibê jî kir û diyar kir ku hesabên Tirkiye û Rûsyayê li Idlibê hev nagirin.

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa herêmên bêçek ên Sûriyê, binketina Tirkiyê li ser nakokiyên Rûsya-Amerîka, tevliheviya li Kendava Erebî û aloziya Sûdanê kir.

El-Ereb: Hesabên Tirkiye û Rûsyayê yên agirbesta li Idlibê hev nagirin

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê û mijara herî girîng a rewşa herêmên bêçêk kir.

Di vê derbarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Nelihevkirina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de der barê agirbesta li Idlibê û derdora nakokiyên di navbera her du aliyan de diyar dike. Li gorî agahiyên ku Enqere banga vekişandina hêzên hikumeta Sûriyê ji herêmên di bin serweriya wan de derkevin. Her wiha nerazîbûnên wê der barê xurtkirina Moskovê nuqteyên çavdêriyê li derdora Til Rifat a bejahiya Helebê ku di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên kurdî de ye."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha got: "Roja pêncşemê Enqereyê der barê agirbesta li parêzgeha Idlibê de pêşniyarên Rûsyayê red kirin. Her wiha bang li Moskovê kir ku piştî hêzên hikumeta Sûriyê û hevalbendên wê navendên Tirkiyê yên çavdêriyê topbaran kirin, aramiyê vegerîne."

El-Şerq El-Ewset: Piştî êrîşa Îranê li ser korîdorên enerjiyê, hişyariyeke navneteweyî der barê rûdanên mezin de

Der barê tevliheviya li herêma Kendavê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyarî der barê rûdanên mezin li herêma Kendavê "ku cîhan tehemulê lê neke" piştî êrîşa li ser keştiyên petrol (tanker) di Deryaya Umanê de da. Her wiha Washingtonê got Tehran berpirsyara vê yekê ye.

Erebistana Siûdî li ser zimanê wezîrê enerjiyê Xalid Falih duh got ew ê ji bo parastina benderan û ava wê ya herêmî tedbîrên pêwîst bigire. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariya xwe ji bo parastina tevgera deryayî ya navdewletî bi cih bîne. Falih diyar kir ku Wezareta Enerjiyê û Şîrketa Aramko amadekariyên dan û standinê bi karên terorîstî re zêde kirine."

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha got: "Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê, şevê din eşkere kir ku hewldanên derbeyê yên ku li pişta wan efserên biçûk ji misilmanên alîgirên serok Omer El-Beşîr disekinin, ew jî ku piştgiriya nêrîna bilez dan û standinên ku di bin sîwana gelek cihan de tê kirin."

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Şêwirmendê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney navbeynkariya serokwezîrê Japonî Shinzo Abe ku duh serdana xwe li Tehranê bi dawî kir û hêvî kir ku nakokî li herêmê kêm bibin, red kir. Lê serokê Amerîkayê Donald Trump pêkaniya hevpeymana bi Îranê re dûr xist.

Trump şevê din li ser malperên civakî wiha got: "Ez serdana serokwezîrê Japonî li Îranê da ku Xamaney bibîne, rêzê jê re digirim. Lê ez hîs dikim ku dem ne dema fikirandina bi hevpeymana bi Îranê re ye. Ne amadekariya Îranê heye, ne jî ya me.”

Tirkiye

Der barê nakokiyên di navbera têkiliyên Rûsya û DYA’yê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Tirkiye ber bi windakirina hevaltiya DYA`yê ve diçe, ew yek jî ji ber girêdana Tirkiyê bi kirîna sîstema S-400 a Rûsan e. Her wiha di hevsengiya razîbûna Rûsyayê di vê peymanê de bistîne, bi bin dikeve, taybet ku serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn di fikra ku Enqere komên misilman ên radîkal li Idlibê ji hev bixe, wekî çawa di hevpeymana Astanayê de hatiye nivîsandin. Ev yek serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi 2 vebijêrkan dixe zextê; an dê hevpeymanê pêk bîne, yan jî biryara dawî ya leşkerî bidin.”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Çavdêr dibêjin ku Erdogan di xapandina Washington û Moskovê de bi bin ket û planên wê di lîstina di navbera pêkanîna nakokiyan di navbera her du paytextan de li gorî dixwest, pêk nehat. Xuya dike ku ew ê her du der bide, ne Rûsya dixwaze wê ji lepên DYA’yê derxe, ne peymana sîstema moşekan di yekaliya Rûsyayê di rolên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê de bi ser ket.”


Mijarên Din