Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rejîma Sûriyê li sêkoşeya bakur bi pêş de neket, ji ber ku Enqere tevahî giraniya xwe xistiye wî şerî de da ku Idlibê ji destê wê neçe. Ev yek jî tê wateya bidawîbûna xwestekên wê li Sûriyê her wiha ji ber xwesteka hevalbenda wê Rûsya ku nameyek der barê girîngiya lihevkirina siyasî de, bi rê kir.

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê li herêmên bêçek ên Sûriyê, her wiha nakokiya Tirkiyê û tevliheviya hêzên rojavayî û Îranê kir.

El-Ereb: Enqereyê tevahî giraniya xwe daye şerê Idlibê

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir, ji wan şerê li Idlibê, derdora wê û girêdanên herêmî û navdewletî. Di vê derbarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Tirkiyê bi rêya destekdayîna leşkerî û lojîstîk ji komên cîhadî û şerker re û di serî de Heyet Tehrîr El-Şam bi serkêşiya Cebhet Fetih El-Şam, tevahî giraniya xwe daye şerê bi hêzên hikumeta Sûriyê re li parêzgeha Idlibê. "

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha got: "Enqere di demên berê xwe de xwest ku çareseriyekê bi Rûsyayê re bibîne ku berdewamkirina serweriya wê li ser parêzgehê mîsoger dike. Moskovê jî diyar kir ku ew der barê vekişîna ji plansaziyên vegerandina Şamê ji herêma stratejîk re û derxistina komên cîhadîst bi israr e."

El-Şerq El-Ewset: Hevalbendên Şamê û dijberên wê li Şamê ew xistine ezmûnê

Rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Êrîşên hêzên hikumeta Sûriyê li ser sêkoşeya bakur ku ji Idlib û bejahiya derdora wê pêk tê, bi xwesteka Şamê û dijberên wê di ezmûna wê de û şandina nameya girîngiya fikirandinê di "çareseriya siyasî” de li hev ketin.”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Gelek sedeman hişt ku hêzên hikumetê li Idlibê destkeftiyên stratejîk bi dest nexe. Ji wan ku Rûsyayê nexwest bi temamî xwe bixe nava şer û destekdayîna Tirkiyê ji alîkariya leşkerî ji komên opozîsyonê re, her wiha ku komên Îranê xwe nexistin nava êrîşê." 

Her wiha rojname di berdewma nivîsa xwe de wiha pê de çû: "Piştî êrîşa 22`yê Nîsanê, piştî hemleya ku tê de bombebaran û bermîlên teqemeniyê hatin bikaranîn, hêzên hikumetê nêzî 20 bajarok xistin bin serweriya xwe. Ev yek jî bû êrîşkeke dijber bi opozîsyonê re di destpêka Hezîranê de. Tê de opozîsyonê gelek dever xistin bin serweriya xwe. Hikumetê heta niha ew dever venegerandine."

Di berdewama nivîsa rojnameyê de li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got şevê din li ser girekî stratejîk li bakurê Hemayê ji ber êrîşeke komên çekdar ji wan Heyet Tehrîr El-Şam şer derket, di encama wê de Heyet Tehrîr El-Şam gundê Hemamiyat û girê nêzî wê xistin bin serweriya xwe, her wiha ji ber şer 46 endamên hikumetê û 36 endamên komên çekdar hatin kuştin.

Sûdan

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Sûdanê de wiha got: "Meclisa Leşkerî ya Sûdanê roja pêncşemê bang li hemû dezgehên çapemeniya herêmî û cîhanî kir ku beşdarî merasîma îmzekirinê ya pêvajoya demkî bi Hêzên Azadî û Guhertinê re bibin.”

Lubnan

Der barê Lubnanê de, Şerq El-Ewset agahî ji çavkaniyên dîplomatîk ên rojavayî wergirtin ku balyozên dewletan ên li Lubnanê di rewşeke awartebûnê de ne, der barê rûdana bûyereke wekî "bûyera çiyê". Ji ber îdiayên wê yên neyînî hene, heke li gorî hîmên sabît bi awayekî garantor nehat çareserkirin û hiştina sîstema ewlehiyê jî bergiriyên guncaw bikin. Di heman demê de jî hişyar kir ku heke gumanbar nehatin radestkirin, dê bibe sedema astengiyan û desthilata rêveberiyê ya meclisa wezaretê dê raweste. Li aliyekî din bal kişand ser ku rewşên aborî û darayî, nexasim ên bi pereyan ve girêdayî, atmosfêreke guncaw û ewle ku baweriyê bide fînansmanan, pêwîst e. Her wiha tekez kir ku Lubnan der barê turîstan de pêdiviya xwe bi coşkirina ewlehiyê heye, bi taybet ji kesên ji dewletên Kendavê re.

Meclisa Wezaretê ya lidarxistina civînekê da ku biryara hevsengiyan bistîne û hikumet ji bo têkiliyên guncaw a destpêkirina pêkanîna biryara ji El-Sedr re xwe amade bike.

Li aliyekî din îşaret pê kir, heke tu lihevkirin piştî lidarxistina Meclisa Wezaretê ya civînê rû nedan, dê welat di rewşeke tevliheviya ewlehî û siyasî de be. Ew jî tevî hewldanên serokkomar Mîşêl Ewn û serokê Meclisa Parlamentoyê Nebîh Birî di vê darbarê de. Çavkaniyan pêşniyara El-Herîrî der barê vegera hikumetê ya berhemdayîn de erê kir. Ew jî bi qutkirina bûyera El-Cebel ji rûniştinên meclisa wezaretê pêkan e.

Çavkaniyên dîlomatîk ên rojavayî got divê hikumet civînan li dar bixe û diyar kir ku bendewarî der barê her aliyekî de ji helwesta xwe vegere û ji dema vekirî re bihêle, tê wateya aloziyên aborî û darayî zêde bibin û dê bigihîne radeyên ku sererastkirin pir dijwar be.

Tirkiye

Têkildarî Tirkiyê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hevkariya Tirkiyê û îstîxbarata Îsraîlê 12 hedefên li dijî berjewendiyên Îsraîlê di 3 salên borî de têk birin. Ew jî tevî dirûşmên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Îsraîlê, berz dike.”

Di rapora di kanaleke Îsraîlê de hatiye kifşkirin ku Tirkiyê bi piştevaniya agahiyên îstîxbarata Îsraîlê hin êrîş bi bin xistin. Agahî ji Tirkiyê heta di demên ku Erdogan eşkere êrîşî Îsraîlê kiriye de jî hatin veguhastin, ew jî di dema ku di navbera her du dewletan de têkilî hatibû qutkirin.

Rapora Îsraîlê ya îstîxbaratê ya verastinê (paşvexistin) a di navbera Tirkiye û Îsraîlê de tevî ku Enqere li gorî berjewendiyên Erdogan ên takekesî jî vedişêre, tê pêşber.

Şopîneran der barê rewşa Tirkiyê de got Îsraîlê çav li daxuyaniyên Erdogan ên êrîşkariyê digirt. Ji ber ku ew dizane ku rewş girêdayî aloziyên hundirîn a girêdayî serokkomarê Tirkiyê ye. Îsraîlê bi rêya têkiliya bi Enqereyê re berjewendiyên xwe bi pêş de xistin. Bi taybet ne tenê der barê verastina ewlehiyê ya li dijî  komên tundraw wekî DAIŞ û El-Qaîdeyê de, lê ji bo wergirtina agahiyan der heqê tevgera Hemas de jî.

Îran

Der barê Îranê de rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt diyar kir: "Destwerdana London û Washingtonê der barê keştiya petrolê ya Brîtanyayê de ji kemîna Îranê ya li ava Kendavê rizgar kir. Ew jî piştî hewldana keştiyên tên pêşbînkirin ku yên Heres El-Sewrî ne ya ku şevê berê nehiştin kiştiya Brîtanyayê ku ber bi Tengava Hurmiz ve diçû, derbas bibe û rawestandin.”

Di vê çarçoveyê de berdevkê hikumeta Brîtanyayê duh daxuyand ku der barê binpêkirinên qanûnên navdewletî de 3 keştiyên Îranê nehiştin keştiya bazirganî ya (British Heritage) di Tengava Hirmuz re derbas bibe. Her wiha îşaret pê kir ku deryavanên Brîtanyayê destwerdana lezgîn a rizgarkirina keştiya petorlê ya British Shiping kir û diyar kir ku HMS Montrose neçar ma di navbera keştiyên Îranê û British Heritage bi cih bibe. piştre jî hin gefên hişyarîkirin dan û keştiyên Îranê neçar man vegerin. Berdevkê hikumeta Brîtanyayê wiha domand: " Em bi fikarin û ji bo nakokiyên Îranê yên li herêmê me hişyarî da.”

Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb got: "Pêncşemê, hikumeta Brîtanyayê ragihand ku amade ne der barê daxwazên DYA’yê yên piştgiriya stratejiya Washingtonê li Rojhilata Navîn de bikin. Ji ber Îran gefan li xebatên deryavaniya navdewletî bi rêya tengava Hurmizê dide.”

James Slack jî bi navê berdevka serokwezaretê Theresa May wiha axivî ku welatê wan ji bo lêkolîna çi daxwazên DYA’yê yên piştevaniya siyasî ya Washingtonê li Rojhilata Navîn bike, amade ye.

Di çarçoveya vê de jî, hikumeta Îranê der barê tu rewşên binakok li herêmê rû nedin de, hişyar kir û bal kişand ser ku dê London çi daxwazên DYA’yê yên piştevaniya Washingtonê li Rojhilata Navîn pêk bîne. Ji bo Brîtanya xwe di azadiya deryavaniyê de li gor qanûnên navdewletî biparêze û bisepîne.

(bx-fr)


Mijarên Din