Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Hêzên rejîmê êrîşên xwe yên li ser hêrêmên qaşo bêçek berdewam dike, ev jî bêencambûna hawara Erdogan ji Pûtîn û Trump re nîşan dide. Di heman demê de Geir Pedersen ragihand ku komîteya destûrê dê meha bê were ragihandin, di heman demê de tekez dike ew ne bi hebûna komên terorîst ên li Idlibê re ye. Hêzên hikumeta Yemenê êrîşî Îmaratê kir û bang li Erebistana Siûdiyê kir ku êrîşên xwe rawestîne û 3 wezîrên din ku damezirînerên AKP ya Erdogan in, îstîfa kir.

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser geşedanên li Idlib û derdora wê, aloziya hikumeta Erdogan û geşedanên li Yemenê.

El-Beyan: Artêşa Sûriyê di şerê rêya Şam-Helebê de bi pêş de diçe

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rewşa Sûriyê û hawara serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji Pûtîn û Trump re ya têkildarî rawestandina şerê li Idlibê. Di vê derbarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Hêzên rejîma Sûriyê duh di şerê rêya Şam-Heleb a navneteweyî de pêşde çû, her wiha da ku li bakurê Meret Nûman a li ser rêya navneteweyî pêşde biçe, serweriya xwe li derdora herêma Xan Şêxûnê zêdetir kir."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên Sûriyê li Idlib, gund û gelek bajarokan pêşde çû, her wiha navendê bi bîr xist hêzên hikumeta Sûriyê li başûrê bejahiya Idlibê jî pêşde çûn û bajarokê El-Temana, Xuyên û 3 gundên rojhilatê Xan Şêxûnç kontrol kirin. Di vê derbarê de gerînendeyê navendê Ramî Abdulrehman diyar kir ku hêzên li derdora Xan Şêxûn, bakurê rêya bajarê Meret Nûman ku ser rêya navdewletî ya û Şamê û Helebê biheve girê dide, hewldana pêşdeçûnê dikin."

Di milekî din de tevî serdana Erdogan ji Rûsyayê re û hevdîtina bi Pûtîn re, lê serokê Tirkiyê êrîşên Sûriyê ji baregehên terorê yên li parêzgeha Idlibê têk birin û di medya civakî de giraniya serdana xwe winda kir.

Şerq El-Ewset: Pedersen; komîteya destûrê ya Sûriyê dê meha bê were ragihandin

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Otto Pedersen têkildarî komîteya destûra Sûriyê ku her kes bendewarê wê ye, hêviya xwe di birêvebirina civînên ser asteke bilind ên komeleyên giştî ji rêxistinên navdewletî ku dê di nîvê Îlonê de were birêvebirin, anî ziman. Nûnerê NY`yê vê gavê wekî kilîta çareseriyê aloziya Sûriyê ya 8 salan dibîne, di heman demê de Kuweyt, Belçîka û Almanya biryara girêbesta li Idlibê belav kirin.

Rojnameyê diyar kir ku nûnerê taybet ê NY`yê yê Sûriyê, piştî nakokî di civîna Rûsya-Tirkiyê de çareser kir, komîteyek ava kir.

Pedersen îşaret bi geşedanên li bakur û rojavayê Sûriyê, xebata dîplomatên di girêbestê de kir. Her wiha Pedersen îşaret bi civîna serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Erdogan kir û behsa lihevkirinên têkildarî aramiyê û got tu kes nabêje ku çareserî ji êrîşên Cebhet Tehrîr El-Şam re ku di lîsteya komên terorê ya Meclisa Ewlekariyê de, heye. Ev jî derveyî ku komên wekî Artêşa Pasdaran a Îranê e û terorîstên din jî hene.

Lubnan

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Duh artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir, tê de detayên projeyeke çêkirina moşekan li Lubnanê ya Hizbullahê û bi alîkariya Feyleq El-Quds baskê derve yê Artêşa Pasdaran a Îranê dike."

Artêşa Îsraîlê behsa 4 kesayetan kir, di nav de 3 fermandarên Feyleq El-Quds û fermandarekî mezin ê Hizbullah ku berpirsyariya vê projeyê dikin.

Aliyên siyasî dibêjin agahiyên di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de, eger rast bin, ew binpêkirineke mezin ji Hizbullahê re ye û dibe ku armanc ji vê daxuyaniyê agahdarkirina Hizbullahê bi wê yekê ye.

Ev gava Îsraîlê di demekê de ku nakokiyên bi Hizbullahê re di asta herî jor de ye, ew nakokî ji ber ketina 2 balafirên bêpîlot ên Îsraîlê ku teqemenî rakiribû, şeva yekşemê li aliyê başûr hate xwarê.

Çavdêr dibînin ku agahiyên di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de eger rast bin, dibe ku bihêle Hizbullah careke din li gava bersivê binêre, da ku senaryoyên reş pêk neyên.

Yemen

Der barê Yemenê de, rojnameya El-Diyar wiha nivîsand: "Hikumeta Yemenê Abu Dhabî tawanbar kir ku hêzên wê li nêzî Adenê bombebaran kirine."

Di daxuyaniyê de ku malpera Wezareta Karên Derve ya Komara Yemenê belav kir, wiha hate gotin: “Hikumet bombebarana asmanî ya Îmaratê ya ser hêzên hikumeta rewa li Aden û derdora wê û bajarê Zincibar li parêzgeha Ebîn şermezar dike, ku di encama wê de sivîl û hêzên me hatin kuştin û birîndar bûn, em dewleta Îmarata Erebî berpirsa vê êrîşê dibînin."

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Tirkiye di destekdayîna çekdarên îslamî li Lîbyayê didomîne. Wezîrê Hundirîn ê hikumeta El-Wifaq Fethî Başaxa bi wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar re hevkariya her du welatan û hevkariya leşkerî nîqaş kirin."

Ew dan û standin di serdana Başaxa li Enqereyê de pêk hat, di nîqaşan de gelek mijar hebûn, li gorî ku daxuyaniya "Wezareta Hundirîn a hikumeta El-Wifaq" ku li ser malpera xwe ya torên civakî belav kiribûn.

Çavdêr bi guman li wê serdanê dinêrin ku dê Enqere komeke nû ji alîkariya leşkerî ji çekdaran re bişîne.

Rojnameya Şerq El-Ewset jî têkildarî rojeva Tirkiyê wiha nivîsand: "Her sê îstîfayên wezîrên ku ji serekên AKP`ê bûn, aloziya partiyê kûrtir dike ku bahozek li hikumeta ku ev 18 sal e didome, dixe."

Duh wezîrê edaletê, yê hundirîn, yê pîşeyî û bazirganiya derve yên berê yên hikumeta AKP’ê Sadullah Ergîn, Beşîr Atalay û Nihat Ergun ji partiyê îstîfa kir.

(eh-jo)


Mijarên Din