Mijarên rojnameyên Erebî yên vê hefteyê

Rejîma Sûriyê hêzên xwe li eniyên Hemayê zêde dike û nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê dike hedef. Ne zelalbûn di encamên lûtkeya Qudûsê de hene. Dîsa jî aloziya di navbera Washington û Tehranê de zêde dibe. Li Tirkiyê jî Erdogan di hilbijartinên li Stenbolê de bi binket.

Rojnameyên Erebî yên vê hefteyê behsa rewşa li herêmên “bêçek", aloziya di navebera Îran û Emerîkayê de, binketina Erdogan a  di hilbijartinên li Stenbolê de, her wiha mijarên din ên girêdayî Lîbya, lutkeya Qudisê û Sûdanê,  kirin.

Şeriq El-Ewset:  Rejîmê hêzeke mezin anî bejahiya Hemayê

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset wiha nivîsî: “Hêzên rejîma Sûriyê hêzeke mezin ji alavên leşkerî, leşker û lojîstikê anîn bargehên xwe yên li bejahiya bakurrojavayê Hemayê. Di heman demê de, oposizyona Sûriyê roja Duşemê ragihand ku wan baregehên lêşkerî yên Rêjîm û Rûsyayê  yên li bejahiya Hemayê  bi moşekên Girad topbaran kirine.”

El-Ereb: Windahiyên li Idlibê fişarê li Erdogan dike ku ji Sûriyê vekişe

Dîsa di mijara Sûriyê de rojnameya El-Erab got: "Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirkiyê de, xuyaye ku aloziya li Idlibê dê bi awayekî demdirêj Tirkiyê biwestîne. Raporên fermî dibêjin ku leşkerên Tirk têne kuştin û birîdar dibin.

Çavdêrên leşkerî dibêjin ku Tirkiye êdî li Sûriyê bûye aliyekî şer. Asoyên vî şerî jî nediyar in. Ango pêwîst e ku artêşa Tirkiyê xwe ji gelek windahiyan re amade bike. Bi zêdebûna qurbaniyan re jî, dê fişarên siyasî û civakî jî li ser Erdogan û partiya wî zêde bibin.

Pir xuyaye ku êdî Tirkiyê bi awayeke rasterast destwerdan dike da ku komên Islamî yê radîkal ên girêdayî wê, mîna (El-Nusra), têk necin. Lewma ew çakan dide wan, her wiha hin çekdarên perwerdekirî yên Artêşa Azad ku li Efrînê bi cîh kirine, rêdike nava El-Nusra, ji xwe Rûsya û Sûriye vê tiştê dizanin û li gorî wê jî şerên xwe birêve dibin.”

Şeriq El-Ewset: Piştî ku leşkerkî Tirkiyê hate kuştin, Tirkiyê çeperên hêzên rejîma Sûriyê topbaran kirin

Rojnameya Şeriq El-Ewset têkildarî mijarê got: “Hêzên artêşa Tirkiyê duh Înê, çeperên hêzên rejîma Sûriyê topbaran kirin. Ew bersiva wê bû ku hêzên Rejîmê xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li herêmên “bêçek” topbaran kiribû. Li gorî wezareta parastinê ya Tirkiyê, di êrîşa hêzên Rejîmê de leşkerekî Tirk hatibû kuştin û 3`ê birîndar bûbûn.”

Şeriq El-Ewset: Rûsya derbarê Sûriyê de rihet e

Rojnameya Şeriq El-Ewset derbarê civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Emerîka û Îsraîlê de, got: “Kremlin rihetiya xwe ji encamên danûstandinên ku li El-Qudisa El-Xerbî (Serkertêrê Meclisa Ewlehî ya Neteweyî yê Rûsî Nikolai Batrochev bi hempîşeyê xwe yê Emerîkî  John Bolton û yê Îsraîlî Meir Ben Shabat) pêk anîne, veneşart.

Di heman demê de, Berdevkê Kremlin Dmitry Peskov bê ku dateyên wê zelal bike, ragihand ku ew gihîştine hevpeymanên giring.”

El-Ereb: Civînên El-Qudis ferz dike ku Îsraîl bibe aliyek di çareseriya aloziya Sûriyê de

Derbarê civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Emerîka û Îsraîlê de, rojnameya El-Ereb got: “Roja Sêşemê danûstandinên di navbera reydarên payebilind ên DYE, Rûsya û Îsraîlê de li El-Qudis, ku şopdar wekî dijwar binav dikin, bidawî dibin. Di danûstandinan de, wê dosya Sûriyê û  hebûna Îranê li vî welatî (Sûriyê) were nîqaşkirin.

Reydarên Îsraîlê jî dibînin ku ev danûstandin, wê bihêle ku Til Eviv bibe beşekî sereke di çareserkirina aloziya Sûriyê de û êdî tu alî nikarin daxwaza wê ya girêdayî ewlehiya neteweyî paşguh bikin.

 Sûdan

Têkildarî  rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Meclisa Leşkerî ya Sûdanê, ragihand ku wan peywendî bi tevgerên çekdar re çêkirine û di encamê de lihevhatinek di navbera wan û tevgerên Tehrîr Sûdan û Edalet  û Misawat de çêbûye. Li gorî hevhatinê, wê hemû esîrên tevgerên çekdarî yên li gel artêşê girtîne, werin berdan. “

El-Ereb: Mezintirîn hevgirtina partiyên Lîbyayê însyatîfa çareseriya aloziyê dide

Girêdayê rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb got: "Hevbendiya Hêzên Niştimanî ku mezintirîn kombûna partiyên liberal li Lîbyayê ye roja Sêşemê însyatîfa çareseriya siyasî ya aloziyê pêşkêş kir. Li gorî însyatîfê, agirbest were pêkanîn û kerîdorên mirovî li Terablûsê werin vekirin."

Derbarê aloziya di navbera Lîbya û Tirkiyê de rojnameya Şariq El-Ewset got: “Genaralê Lîbyayê Xelîfe Hefter biryara lêdana keştiyên Tirkiyê yên di avên herêmî de da. Her wiha hemû cihên stratejîk yên Tirkiyê yê li ser axa Lîbyayê, wek şerket û proje werin girtin. Ev biryar jî bersiva wan "êrîşên bêbext" ên li dijî Lîbyayê ye.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb got: “Piştî derbasbûna 6  mehan li ser mohrkirina hevpeymana Siwêd ku nîşaneyên têkçûna wê êdî diyar dibin û dibe ku dîsa biryara leşkerî bikeve  rojevê. Cîgirê Serokwezîrê û Wezîrê Karê Derve yê berê yê Yemen û Şêwirmendê Serokê Yemenê Ebdmalik El-Mexalifî pêşdîtinên xwe der barê şer û aşitî li Yemenê anîn ziman.”

Têkildarî rewşa Filistinê, rojnameya El-Qudis El-Erebî got: “Rêveberiya Serokê Emerîkayê Donald Trump  roja Sêşemê, plana xwe ya aborî ya bi lêçûna 50 milyar dolar da ku aşitî di navbera Îsraîl û Filistinê de li Behreynê misoger bike, destpê kir.”

Îran

Rojnameya Şeriq El-Ewset derbarê Îranê de got: “Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mike Pompeo duh di çarçoveya gera li dewletên Îmaratê de, gihaşt Erebistana Siûdiyê.

Serdana Mike Pompeo piştî ragihandina serokê DYE’yê ya ferzkirina cezayên nû li dij Îranê, hat. Li rexê jî gefên Îranê ya berfirehkirina nakokiyan hene. Her wiha Xulam Elî Reşîd fermandarekî Heres El-Sewrî ya Îranê got ku heke şer destpê kir, tu dewlet bi dema wê û rawestandina wê nikarin.”

Rojnameya El-Heyat jî got: “Serokê Emerîkayê Donald Trump, êrîşeke dijwar bire ser Îranê û gefa tunekirina Îranê xwe, ger ku Îran berjewendiyên Emerîkayê bike armnac.”

Tirkiye

Têkildarî hilbijartinên Tirkiyê, rojnameya El-Ereb got: “Têkçûna serokatiya şaredariya Istenbolê di hilbijartinên dûbarekirî de, wekî nameyeke yekser dide Serokomarê Tirkiyê  Erdogan ku dema dawiya serkeftinên wî hatiye. Êdî gelê Tirkiyê bi silogan û sozên wî yên derbarê aloziya aborî, siyasî û ewlehiyê li welat, bawer nake.”

(bm)


Mijarên Din