Mijarên rojnameyên erebî yên vê hefteyê

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê behsa lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî rewşa Sûriyê, zêdebûna aloziyê di navbera  Washington û Tehranê de, Komxebata Navneteweyî ya têkildarî DAIŞ`ê, guhartinên ewlehiyê ku rejîma Sûriyê pêk tîne, rewşa Sûdanê, Cezayîr û parçebûna di nava AKP`ê de kirin.

El-Ereb: Esed guhertinan li ser saziyên ewlehiyê dike da ku serweriya Îranê kêm bike

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Guhertinên dawîn ên ku serokê Sûriyê Beşar Esed li ser saziyên ewlehiyê dike, ji wan guhertinan diyar dibe ku dê aliyê Rûsyayê rihet bike. Di heman demê de lawazkirina serweriya Îranê li ser saziyên ewlehiyê, nexasim îstixbaratên asîmanî ku Lîwa Cemîl Hesen bi rê ve dibir.”

Şerq El-Ewset: Lihevkirineke Emerîka-Rûsyayê li Sûriyê ji bo lewazkirina Îranê û şerkirina li dijî El-Qaîdeyê

Rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser rewşa Sûriyê û wiha nivîsand: “Di encama dan û standina di navbera Washington û Moskovê de, destûr hate dayîn ku artêşa DYE’yê derbeyan li bakurê rojavayê Sûriyê pêk bîne. Da ku her du rêxistinên tundraw ên nêzî El-Qaîdeyê bike armanca xwe. Ev her du hêzên tundraw metirsiyê li ser ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê çêdikin. Di heman demê de jî dê Rûsya hêdî hêdî serweriya Îranê kêm bike.

El-Ereb: Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê nêrîneke hevbeş a navdewletî tê çêkirin

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ya ku ji sala 2011`an ve hatiye destpêkirin, nêrîneke hevbeş tê çêkirin. Di heman demê de, tevgerên diplomasî yên Rûsya û Emerîka û navneteweyî dûrî ragihandinê zêde dibin. Da ku ev hewildan veşartî bin heta ku bighêjin armanca xwe.

Lê pirsa ku derdikeve holê, gelo Îran û Tirkiye di çarçoveya atmosfêra  tiştên ku çêdibin de ne, nexasim rêzkirin ne li gorî berjewendiyên wan in.”

Şerq El-Ewset: Komxebata Navneteweyî-Erebî li rojhilatê Firatê xebatên xwe bi vebijêrkên pêşerojê bi dawî kir

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa encamên Komxebata Navneteweyî ya têkildarî çeteyên DAIŞ`ê kir û got: “Duh Komxebata Navneteweyî ya derbarê DAIŞ`ê de ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk 3 rojan bi beşdariya 125 akademîsyen, pispor, lêkolînerên siyasî û aborî yên ji 15 dewletan, ji wan DYE, dewletên rojavayî û erebî organîze kiribû, bi vebijêrkên pêşerojê bi dawî bû.”

El-Ereb: Enqere giraniyê dide şerê li Idlibê

Têkildarî aloziya li Idlibê rojanameya El-Ereb got: "Enqere giraniyê dide şerê li parêzgeha Idlibê rû dide. Di vê çarçovê de desteka leşkerî û lojîstîk dide komên çekdar û cîhadîst. Di serî de Heyet Tehrîr El-Şam ku Cebhet Fetuhlşam (El-Nusra berê) serkêşiya wê dike ku li hemberî hêzên hikûmeta Sûriyê şer dike."

Rojnameyê wiha domand: "Li parêzgeha Idlibê û herêmên derdora wê ku nêzî 3 milyon kes lê dimînin zêdeyî 2 mehan e topbaraneke dijwar tê kirin, di heman demê de li gundewarên bakurê Hemayê şerên giran rû didin. Parêzgeha li bakurê rojavayê Sûriyê navenda sereke ya hêzên Tirkiyê,  di encamê de windabûna wê tê wateya bidawîbûna xeyalên Erdogan ên serweriya li Bakurê Sûriyê. Heman demê de tê wateya têkçûneke mezin a hewldana derbekirina Kurdan ku Tirkiyê wekî gefan li hebûna xwe dibîne."

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Piştî bidawîbûna dema serokê demkî Ebdulqadir Bin Salih, duh Cezayîr derbasî valabûna destûrî bû. Dihate payîn ku li gorî destûrê, Bîn Salih erka birêxistinkirina hilbijartinên serokatiyê di 3 mehan de pêk bîne. Ev yek jî piştî ku dest bi erka xwe bike, pêk bîne.”

Kendav

Derbarê nakokiyên li herêma Kendavê de rojnameya El-Ereb wiha got: “Brîtanyayê roja Pêncşemê  ragihand ku diyalogan bi DYE’yê re derheqê "amadekariyên" xwe yên leşkerî li Kendavê de bike da ku li hember gefên li ser deryavaniyê li vê herêma stratejîk tên, tedbîra xwe bigire. Ev ragihandin jî li gel kifşkirina Londonê ya şandina keştiya şer a duyemîn li ava Kendavê hat.”

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya Şerq El-Ewset di nûçeyeke xwe de wiha  got: “DYE`yê duh navên 3 kesayetên girîng ên Hizbullahê xistin nava lîsteya cezayan. Di gavekê de ku cara yekemîn çêdibe, di nava kesên ku ceza li ser wan hatine birîn de, 2 kes ji partiya siyasî ya Hizbullahê ne.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb got: “Gavên herêmî û navneteweyî ji bo ku gav di hevpeymana siyasî di navbera Meclisa Leşkerî û Deklarasyona Azadî û Guhartinê de paşde venegere, zêde dibin. Tê payîn ku roja Pêncşemê ev hevpeymana siyasî bi awayekî fermî li ser were mohrkirin.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Parçebûna di nava AKP`ê de ya bi serokatiya Erdogan her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de yek ji damezirînerên partiyê û berê cîgirê serokwezîr, wezîrê aborî, derve û wezîrê karûbarên danûstandinên bi Yekitiya Ewropayê re bû, Alî Babacan îstîfaya xwe ji AKP`ê da. Da ku partiyeke nû bi serokkomarê berê Abdullah Gul re ava bike.”

Girêdayê mijareke din rojanameya El-Ereb sernavê "Koordîneya îstîxbaratî ya Tirkiyê û Îsraîlê nakokiyên Erdogan eşere dike" avêt. Di nivîsê de hate gotin: "Rexmî dirûşmên serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Îsraîlê, yê koordîneya xurt a di navbera îstîxbarata Îsraîlê û hempîşeyê wê yê Tirkiyê 12 êrîşên di 3 salên dawî yên li dijî berjewendiyên Îsraîlê têk birin.

Di roporekê de ku kenalên televîzyonê yên Îsraîlê eşere bû, heta gotin ku Tirkiye ya agahî ji îstîxbata Îsraîlê girtibû êrîş têk birin. Ev agahî di dema ku Erdogan êrîşî Îsraîlê dikirin, an ku di dema ku têkliyên herdu welatan qut bibûn gihandin Tirkiyê.

Rexmî ku Enqere di kesayeta serok Erdogan de hewl da vê hevkariyê veşêre lê ev rapor koordîneya di navbera îstîxbarata Tirkiyê û Îsraîlê eşkere kir."

(bm)


Mijarên Din