Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî

Di vê hefteyê de topbaran li ser herêmên bêçek zêde bûn, di encamê de zêdetirî nîv milyon kes ji bajarê xwe koçber bûn. Dewletên endamên Yekitiya Ewropayê ferzkirina cezayên li ser Rejîma Sûriyê heya salek din dirêj kirin. Ji aliyekî din ve DYA`yê got ew der barê binpêkirinên cezayên ku li Îranê ferz kirine de cidî ye û eger bê xwestin dê tedbîrên guncew bigire.

Rojnameyên Erebî yên ve hefteyê behsa aloziya Idlibê, windakirina Tirkiyê hevsengiya xwe li Sûriyê, tevî dirêjkirina Yekitiya Ewropayê ferzkirina cezayan li ser Rejîma Sûriyê, xwepêşendanên Cezayir, Sûdan û cezayên DYA`yê li ser Îranê û gelek mijarên din kirine.

El-Ereb: Operasyona leşkerî ya li Idlibê, serdestiya Tirkiyê ya li Sûriyê têk bir

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa li Idlibê kir û got: “Tirkiyê di saetên dawîn de, peywendî li gel Rûsyayê zêde kirin, bi vê yekê jî diyar dibe ku Tirkiye hewl dide agirbestê li Idlibê û derdora wê pêk bîne. Ev yek jî di demekê de ku hêzên hikumeta Sûriyê bi destekdayîna balafirên Rûsyayê, ji bo derbaskirina xetên parastinê yên komên cîhadî, pêşketinên girîng bi dest xistin, pêk hat.

Rojnameyê bi berdewamî got: “Pisporên leşkerî dibêjin ku hêzên hikumetê hema hema rêbaza ku berê li Xûta Şerqiyê û beriya wê li bajarê Helebê bi kar anî, dîsa bi kar tîne. Her wiha pispor dibêjin ku operasyon tenê nameyeke zextê ya Rûsya li dijî Tirkiyê ye û diyar dikin ku armanc tenê bidestxistina parêzgeha Idlibê û hawîrdora wê ji rêxistinên muxalîf û cîhadî ye.”

El-Quds El-Erebî: Sûriyê; zêdetirî nîv milyon kes ji ber êrîşên leşkerî yên rejîmê û hevalbendên wê li Idlib û Hemayê koçber bûne

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê rewşa meydanî li “herêmên bêçek” de wiha nivîsand: "Topbarana hêzên rejîma Sûriyê, Rûsya û komên girêdayî Îranê li herêmên bêçek bû sedema ku bi nîv miylon sivîl ji gund, bajar û bajarokên xwe koçber bibin."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha got: "Piraniya koçberan berê xwe da sînorê Sûriye – Tirkiyê li bajarokê Etme, Weqah, Dêr Hesen, Kefer Losîn, her wiha nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li herêmên bêçek. Piraniya koçberan di nava rewşên pir zehmet de dijîn. Her wiha alîkariyên ku ji wan re têne pêşkêşkirin, pir kêm in û rêxistin nikarin pêwîstiya hejmara mezin a koçberan pêk bînin."

El-Beyan: "Sûriya Demokratîk" li pey şaneyên DAIŞ`ê yên li Dêrazorê ye

Rojnameya El-Beyan der barê peyketina şaneyên DAIŞ`ê de wiha nivîsand: "Hêzên Sûriya Demokratîk dest bi operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên rêxsitina DAIŞ`ê li gundewarên bakurê Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê kir. Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê QSD`ê ve derketiye ku di encama operasyonê de heta niha herî kêm 20 çekdar hatine girtin. Cihên ku xwe tê de vedişartin hatin diyarkirin, 2 tunelên ku çek û cebilxane di wan de dihatin veşartin, li nêzî gundê Şihîl hatin dîtin."

El-Beyan di nivîsa xwe de wiha got:"Hêzên Sûriya Demokratîk li derdora bajarokê Şihîl dest bi operasyonê kir. 20 terorîst hatin girtin. Cihên ku çeteyan xwe tê de vedişart, her wiha 2 tunelên ku terorîstan ji êrîşan re bi kar dianîn û miqdarek çek û cebilxane hatin dîtin."

El-Heyat: Yekitiya Ewropayê cezayên li ser rejîma Sûriyê saleke din dirêj kirin

Rojnameya El-Heyat jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Dewletên ku endamên Yekitiya Ewropayê ne, roja înê ragihand ku cezayên li ser rejîma Sûriyê dê heta 1`ê Hezîrana 2020`an dirêj kirin.”

El-Ereb: Adul Ebdulmihdî Beişîqa beramberî avê bi Tirkiyê re diguhêre

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got: “Xebatên serdana serokwezîrê Iraqê Adil Ebd El-Mehdî li Tirkiyê ku roja Çareşmê destpê kir, di nava xwe de bendekî sereke dihewîne ew jî, hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Iraqê, li bernamberî avê ye.”

Her wiha rojnameya Şerq El-Ewset jî derbarê rewşa Iraqê got: "DYA`ê teqez kir ku gefên dijî berjewendiyên wê li Iraqê hene, vê yekê jî hişt hejmara karmendên wê di balyozxaneya li Bexdayê û konsulxaneya li Erbîlê kêm bibe.”

El-Quds El-Erebî: Dadwarî gazî bi dehan rayedaran di tewanên fesadê dike

Der barê rewşa Cezayîrê de rojnameya El-Quds El-Erebî ji çavkaniyan eşkere kir ku serokwezîrê Cezayîrê yê berê Ehmed Uyehye fermî roja çarşemê ji navenda avakirina dewletê li Sahil derket, ew yek jî li ser fermana gelek kesayatên payebilind ku beriya meha Remezanê jê derkeve, pêk hat.

El-Heyat: Çalakgerên Sûdanê barîkatan li Xertûmê radikin û bang li artêşê dikin ku ji nû ve dest bi diyalogê bike

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Heyat got: “Duh anku roja înê, çalakgeran dest bi rakirina barîkatan ên li derdora cihê çalakiya xwe ya li Xertûmê kir.  Ev yek jî piştî ku Meclisa Leşkerî ya Demkî bendên ku tevgera çûyîn û hatinê asteng dikir rakirin, pêk hat.”

El-Ereb: Tevgerên Tirkiyê li Deryaya Spî asta nakokiyê bilind dike

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha got: "Tevî redkirina helwestên navneteweyî der barê karên Tirkiyê yên neqanûnî de ku li nêzî berava Qibrisê li gazê digerin, Enqereyê biryar da ku toranên beravî mezin bi navê "Gurê Avê 2019" li dar bixe, ev gavek e ku îflasa siyasî ya Tirkiyê nîşan dide.

El-Şerq El-Ewsat: Washington li hember binpêkirinên cezayên ku li Îranê ferz kirine cidî ye

Têkildarî cezayên DYA’yê yên li ser Îranê, duh rojnameya Şerq El-Ewset li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku DYA der barê binpêkirinên cezayên li ser Îranê de cidî ye û ger pêwîst be dê tedbîran bigirin.

(şx)


Mijarên Din