Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî

Tirkiyê bi derengxistina çareserkirina aloziya Idlibê bi rêya çeteyên Tehrîr El-Şam hewl dide hegemoniya El-Qîde û DAIŞ`ê vejîne. Ji aliyekî din ve nakokiya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de dihêle dosyaya Idlibê germ û ne zelal be.

 Her wiha Îslamiyên ku bi serokê têkçûyî Umer Hesen El-Beşîr re kar dikirin hewl didin ji nakokiyên di navbera Meclisa Leşkerî û opozîsyona Sûdanê de sûdê wergirin. Washingtonê jî amadekariya peymana serdemê bi rêya gera şandeyên xwe li Rojhilata Navîn dike.

Rojnameyên Erebî vê hefteyê behsa rewşa herêmên bêçek li Sûriyê, nakokiya di navbera aliyên Sûdanê de û amadekariyên peymana serdemê kirin.

El-Ereb: Hêzên El-Qaîde li ser dika şanoya aloziya Sûriyê ne û amadekariyên xîlafeteke nû dikin

Girêdayê rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: " Di hefteyên dawîn de nakokiyên Rûsyayê û Tirkiyê gur bûne, ku rê vedike ku lihevkirina Soçiyê pûç dibe û senaryoya leşkerî li Idlibê derxe pêş, rexmî hemû karesetên mirovî.

Moskov hişyariya binkeftina Enqereyê di pêkanîna sozan kir ku li gorî peymanê tê xwestin ku Tirkiye Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ji Idlibê tune bike, lê El-Nusra berfireh dibe.

Roja şemiyê alozî bi girêktir bû, nemaze piştî ku berpirsyarên opozîsyona Sûriyê û çavkaniyên çekdar teqez kir ku Tirkiyê desteka çekan da çekdarên opozîsyonê da ku di bersivandina êrîşên mezin ên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê de bibe hevkar.

El-Quds El-Erebî: Sûriye; aloziya di navbera Rûsya û Tirkiyê de dihêle ku dosyaya Idlibê germ û ne zelal be

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Di demekê de ku topbaran û bombebarana Rûsya-Sûriyê li ser Idlibê jiyana zêdetirî 3.5 milyon mirovan dixe xetereyê, duh alozî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derket û ev yek jî dihêle ku parêzgeha Idlibê germ be û çarenûsa xwe ne diyar be.”

Şeriq El-Ewset: Topbarana Sûriyê ya bi desteka Rûsyayê nêzî sînorê Tirkiyê dibe

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsyayê, çarçoveya topbarana xwe berfireh kir û gihîşt bejahiya Helebê ya nêzî sînorê Tirkiyê. Di heman demê de, topbarana Ii ser bejahiya Idlibê jî dewam dike. Di encamê de, sivîl di nav de zarok jî hene, hate kuştin. Tê payîn ku nûnerên navneteweyî Geir Pedersen rewşa Idlibê di Meclisa Ewlehiyê de îro nîqaş bike.”

El-Ereb: Xeberên xweş li Iraq û Sûriyê dewam nakin… zeviyan dişewitînin

Rojnameya El-Ereb behsa şewitandina zeviyan kir û wiha nivîsand: "Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) şewitandina firehiyeke mezin ji zeviyên çandiniyê li Sûriye û Iraqê girt ser xwe. Di hejmara kovara El-Nebe de ku her hefte derdikeve, DAIŞ`ê gotarek li ser şewata plankirî li Sûriyê û Iraqê belav kir. Tê de bang li kesên ku şewatan derdixin kir ku şewatan dubare bikin. Li gorî çavdêran ev yek stratîjiyek e û di demên pêş de dê berfirehtir bibe. Her wiha çavdêran destnîşan kir ku şewat ji teqînan hêsantir e. Madeyên ji bo şewitandinê têne xwestin erzantir in û têne peydakirin. Agir dê li şûna çekê be. Piştî ku tedbîrên li dijî terorîstan peydakirina çekên ji bo êrîşan zehmet kiriye."  

El-Ereb: Derfetên berdewama prosesa siyasî li Lîbyayê bi paş ket

Girêdayî karûbarên Lîbyayê rojnameya El-Ereb ev titş got: "Derfetên berdewama prosesa siyasî û agirbestê li Terablusê paş ket, piştî ku Konseya Ewlekariyê nedikarî li hemberî hêzên bi nakok neçar bike ku vegerin diyalogan.

Berdevkê giştî yê Artêşa Lîbyayê Xelîfa Hefet ji rojnameya "Le Journal De Dîmanche" ya Fransî re got, ew agirbesta ji bo bidestxistina paytexta Terablusê dûr dixînin. Hefet ji rojname re  got, çareseriya siyasî armanc e, lê vegera li çareseriya siyasî girêdayî tinekirina milîsan, Fermandarê giştî yê Artêşa Lîbyayê soz da çekdaran ku heger xwe û çekên xwe radestî bikin dê wan efû bikin û ewlehiyê bide wan."

El-Şerq El-Ewsat: Beyrût girêdayê pêşnumeya Îsraîlê ya li ser sînor bi baldarî nêzik dibe

Der barê Lubnanê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat got: "Rayedarên Lubnanê hinekî bi baldarî bi agahiyên girêdayî erêmniya Îsraîlê di dosyaya diyalogê de têkildarî bicihkirina sînorên bejahî û deryayî bi ponseriya NY`î tevgeriyan. Tevî ku daxwazek lubnanî bû û Îsraîlê bi navbêjkirina Amrîkayê erê kir."

Çavkaniyan ji Lubnanê ji rojnameyê re got: Ev baldarî ji aliyê Lubnanê ve, ji neagahdarkirina aliyê Lubnanî bi helwesta Îsraîlê tê. Ji ber wê piştî gihaştina şandeya Amerîkayê ji Lubnanê re dê encamên danûstandinên wê bi Îsraîlê re bên zanîn."

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb got: “Îslamiyên ku bi serokê têkçûyî Umer Hesen El-Beşîr re kar dikirin, hewl didin dîsa derkevin holê û dixwazin ji nakokiyên di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û Deklarasyona Azadî û Guhartinê ya têkildarî rêvebirina vê pêvajoyê de, sûdê wergirin.

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Di demeke ku li bajarên Sûdanê greveke siyasî ya giştî di roja duyemîn de hebû û destekeftiyên mezin bi dest xistin, Meclisa Leşkerî ya Demkî ragihand ew ê careke din danûstandinê bi Deklerasyona Azadî û Guhartinê re dewam bikin.”

El-Ereb: Îran bi navbînan munewere dike da ku aloziya xwe beyî ku siyasteên xwe biguhêre çareser bike

Li ser asta Îranê rojnameya El-Ereb got: Îran bi stratejiya xwe ya berê tev digere. Navbînên cuda bi kar tîne ji Umanê bigire heya Iraq û Kiwêtê. Herî dawî jî Japonyayê beyî ku tawîzan bide. Her wiha bi rêya însiyatîfên nepenî mîna pêşkêşkirina diyalogê bi dewletên Kendava Ereban re ya ku wezîrê derve Mihemed Cewad Zerîf  piştre alîkarê wî Ebas Eraqcî bi armanca gihaştina lihevkirina rêgirtina li pêşiya şerên di navbera dewletên herêmê de hewl dide demê qezenc bike."

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Rayedarekî ji Koşka Spî ragihand ku wê şandeyeke amerîkî di hefteya bê de serdana Mexrîb, Urdun û Îsraîlê bike, ev jî di çarçoveya amadekariya werşeya aborî ya ku tê payîn di dawiya heyva bê de were lidarxistin, ji bo alîkariya gelê Filistînê, pêk tê. Ev serdan jî beriya keşifkirina plana Trump a aştiyê ya di navbera Filistînê û Îsraîlê de tê kirin.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê jî rojnameya El-Ereb got: “Çavkaniyên siyasî teqez kir ku rola nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths gihîştiye dawiyê.”

(şx)


Mijarên Din