Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî

Di dosyaya Sûriyê de gelek tevgerên navndewletî rû didin. Propogendeya lihevkirinek nû di navbera Mosko, Washinton û Til Ebîbê de ku dê aloziya Sûriyê bi dawî bike û herêmê ji nû ve xêz bike derketin. Ji aliyekî din ve li herêmên “bêçek” nakokiya Rûsya û Tiriyê kurtir dibe. Sûdan jî piştî nakokiya di navbera meclisa leşker û opozîsyonê de derbasî pêvajoyek nixumandî bû. Her wiha nakokiya li ser mijara Kendavê di navbera Îran û DYA`yê de zêde bû, li gel hişyariyên ji ber rûdanên mezin.

Rojnameyên erebî vê hefteyê behsa propogendeya hevalbendiya nû li Rojhilata Navîn, bilindbûna asta nakokiyan li herêmên “bêçek” tevî pêşdeçûnên Sûdanê û nakokiya li Kendavê kirin.

El-Ereb: Li Rojhilata Navîn  Koalîsyoneke sêalî ya nû

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Diyar dibe ku civîna sêalî ya ku dê li Îsraîlê di vê mehê de çêbe û şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê DYA’yê John Bolton, sekreterê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Rûsyayê Nîkolay Batroçev û şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê Meir Ben Young  beşdar dibin. Civîneke herî girîng e ku dê ji bo aloziya Sûriyê were lidarxistin an jî herî kêm rêya vê aloziyê di pêvajoya nû de diyar bikin.”

El-Heyat: Şandeyeke amerîkî ya payebilind serdana Rojhilatê Sûriyê kir

Her wiha rojnameya El-Heyat behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Şandeyek ji Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) û rayedarên Koalîsyona Navneteweyî roja Çarşemê serdana herêmên Rêveberiya Xweser a Kurdî li Bakur Rojhilatê Sûriyê kirin. Ev serdan wekî serdaneke balkêş ya şandeyên rojavayî li herêmê ye.”

Şerq El-Ewset: Rûsya hêzeke mezin ji bo şerê Idlibê amade dike

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa rewşa li herêmên kêmkirina şer kir û wiha nivîsand: “Di demekê de ku asta şer li herêma kêmkirina şer a li bakurê rojavayî Sûriyê zêde bûye. Hate dîtin ku Rûsya 2 keştiyên şer ên mezin ku gelek alavên leşkerî tê de hene, ber bi berava Tertûsê ya Sûriyê ve bi rê kirin. Di heman demê de, herî kêm 14 balafirên ku alavên leşkerî tê de bûn, gihîştin baregeha Himêmîm a li Laziqiyê. Ev yek jî diyar dike ku wê şerekî mezin li Idlibê çêbe.”

El-Ereb: Isyana sivîl û hişkbûna meclisa leşkerî Sûdanê dixin rêyek niximandî

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Gelek aliyên Sûdanê, banga îsyana sivîl kir ku Kombûna Pîşesazên Sûdanê banga wê kiribû ta Meclisa Leşkerî ya Demkî desthilatê radestî hikumeke sivîl were kirin, bersivandin.”

El-Şerq El-Ewsat: Misogerên navneteweyî di bicihanîna Griffith «Stockholm» de

Dîsa rojnameya El-Şerq El-Ewsat nivîsî: "Serokatiya Yemenê diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî tekez kiriye ku dê nûnerê wê yê bo Yemenê Martin Griffiths li gorî her sê lêvegerên çareseriya aloziya Yemenê tev bigere û hevpyemana Stockholmê bi awayekî durist pêk bîne.”

El-Ereb: Dawiyek bi şok ji stratejiya Erdogan di lîstinê de li ser bena nakokiya di navbera Moskova û Washingtonê de

Derbarê nakokiyên di navbera têkiliyên Rûsya û DYA’yê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Tirkiye ber bi windakirina hevaltiya DYA`yê ve diçe, ew yek jî ji ber girêdana Tirkiyê bi kirîna sîstema S-400 a Rûsan e. Her wiha di hevsengiya razîbûna Rûsyayê di vê peymanê de bistîne, bi bin dikeve, taybet ku serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn di fikre ku Enqere komên misilman ên radîkal li Idlibê ji hev bixe, wekî çawa di hevpeymana Astanayê de hatiye nivîsandin. Ev yek serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi 2 vebijêrkan dixe zextê; an dê hevpeymanê pêk bîne, yan jî biryara dawî ya leşkerî bidin.”

Rojnameyê wiha domand: "Çavdêr dibêjin ku Erdogan di xapandina Washington û Moskovê de bi bin ket û planên wê di lîstina di navbera pêkanîna nakokiyan di navbera her du paytextan de li gorî dixwest, pêk nehat. Xuya dike ku ew ê her du der bide, ne Rûsya dixwaze wê ji lepên DYA’yê derxe, ne peymana sîstema moşekan di yekaliya Rûsyayê di rolên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê de bi ser ket.”

 

El-Heyat: Enqere hişyarî da Washingtonê eger cezayên ji ber S 400 lê ferz bike

Têkildarî rewşa Tirkiyê û cezayên Amerîkayê li ser wê, rojnameya El-Heyat got: “Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Înê hişyarî da ku ger DYA cezayên ji ber hevpeymana moşekên S-400 a di navbera Moskov û Enqereyê de li ser Tirkiyê ferz bike, dê welatê wî jî bersivê bide.”

El-Şerq El-Ewset: Piştî êrîşa Îranê li ser korîdorên enerjiyê, hişyariyeke navneteweyî der barê rûdanên mezin de

Derbarê tevliheviya li herêma Kendavê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyarî derbarê rûdanên mezin li herêma Kendavê "ku cîhan tehemulê lê neke" piştî êrîşa li ser keştiyên petrol (tanker) di Deryaya Umanê de da. Her wiha Washingtonê got Tehran berpirsyara vê yekê ye.

Erebistana Siûdî li ser zimanê Wezîrê Enerjiyê Xalid Falih duh got ew ê ji bo parastina benderan û ava wê ya herêmî tedbîrên pêwîst bigire. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariya xwe ji bo parastina tevgera deryayî ya navdewletî bi cih bîne. Falih diyar kir ku Wezareta Enerjiyê û Şîrketa Aramko amadekariyên dan û standinê bi karên terorîstî re zêde kirine."

(şx)

 


Mijarên Din