Mike Pence Tirkiye hişyar kir

Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence Tirkiye hişyar kir û got divê Tirkiye yek ji van her du berbijêrkan hilbijêre û got: “Yan wek şirîkek di NATO`yê de bimîne yan jî wê bi girtina biryayên xemsar ên wek kirîna pergala S400 ji Rûsyayê, bixe xeteriyê.”

Mike Pence di daxuyaniyek li Washingtonê Tikriye hişyar kir û got: “Divê Tirkiyê hişyar be. Gelo dixwaze di NATO`yê de wek şirîk bimîne? Yan jî dixwaze bi rêya girtina biryarên xemsar hevalbendiya xwe bixe xeteriyê?"

Cîgirê serokê Amerîkayê kirîna Tirkiyê ya pergala S400 a moşekên Rûsyayê, xeteriyek li ser NATO`yê û hêza wê hesiband. Pence gefa xwar û got: “Eger Tirkiye S400 ji Rûsyayê bikirine, wê F35 ji bernameyê derxin.”

Li gorî Reutursê, werzîrê kare derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu banga avakirina komek fenî kir. Dê ev kom diyar bike ka S400 li ser NATO’yê xeteriyekî çêke an ne.

Çawîşoglu li hember komîteya DYA`yê got: "Em li DYA`yê pêşniyar dikin ku komek fenî were avakirin, da ku tekez bike eger pergala S400 li ser balafirên F35 yan jî pergalên NATO`yê xeter e yan na?

Çawîşoglu dema tev li şahiyên salvegera 70`ê ya damezirandina NATO`yê bû li pêşiya Komxebata Lêkolînan a Washingtonê got: "Em dest ji krîna pergala S400 bernadin.”

ANHA


Mijarên Din