Minbic bi hevgirtina gelê xwe aram e

Aliyên dijberî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li hemberî destkeftiyên şoreşê bê çare man dixwazin derbeyekê li gel bixin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker bi rêya şaneyên xwe yên veşartî hewl dide ewlehiya herêmên rizgarkirî bi taybet Minbicê têk bibin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka şêniyan plan û hewldanên wan têk birin.

Planên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca dagirkirina Minbicê ji her kesî re eşkere ye. Ji destpêka rizgarkirina Minbicê di Tebaxa 2016‘an de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê dagirkeriya Tirkiyê bi hemû rê û rêbazan dixwaze mudaxleya herêmê bike, ji bo vê yekê pêk bîne bi rêya şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê êrîş û teqînan dike ku di encamê de sivîl didin qurbanî.

Endamên şaneyên veşartî yên ku ji aliyê Hêzên Ewlehiyê ve hatin girtin li xwe mukur hatin ku ew li pey teqînan e û desteka xwe ji dagirkeriyê Tirkiyê yên li (Cerablus, Ezaz, Bab, Idlibê) digirin û li beramberî girtina dolaran van sûcan dikin.

Li gorî daneyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ji destpêka Çileya 2019‘an heta dawiya Gulanê 18 çalakiyên kiryarên terorîst li bajêr pêk hat, 6 êrîşên bi motorsêklêtên bombebarkirî, 4 mayîn, 2 êrîşên xwekujî bi erebeyên bombebarkirî û 1 bombeyeke deng. Di encamên hemû êrîşan de 32 sivîl şehîd bûn û 52 jî birîndar bûn, her wiha ziyanên madî çêbûn.

Di 16‘ê Çileya 2019‘an teqîneke li ber xwaringeha Qesir El-Ûmera ya navenda bajarê Minbicê pêk hat, di encamê de 15 kes şehîd bûn, 17 birîndar bûn û ziyan gihiştin xwaringehê û dikanên derdorê.

Di 9‘ê Adarê de jî li ser rêya Bazar êrîşeke xwekujî bi rêya erebeyeke bombebarkirî sivîlên ku diçûn sûka pez kir hedef. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Dîsa jî 8‘ê Gulanê li sûka gundê El-Farat motorseklêteke bombebarkirî teqiya, 3 sivîl şehîd bûn û 1 birîndar bû.

Di 16‘ê Gulanê de li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşeke xwekujî bi erebeyeke bombebarkirî pêk hat, li vir kesek şehîd bû û 10 jî birîndar bûn.

Kiryarên terorîst îradeya xelkên Minbicê neşkenand, berevajî wê israra wan a parastinê bajêr û kombûna wan li derdora hêzên ewlekariyê bihêztir kir.

Li aliyekî din jî Tîma Endizyariya Rakirin û Bêbandorkirina Mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji sedî 50 bûyerên teqînan kêm kir.

Li gorî tîmê, 8 agahdarî ji şêniyên hatin ber destê wan, hemû ji aliyê wan ve hatin keşfkirin. Her wiha 19 bombe, topek hawnê yên ji dûr ve, 2 mayin, 8 bombeyek destan û erebeyeke mayinkirî hatin bê bandorkirin.

Tîma Endizyariyê 2 bombe ji dûr ve, 14 guleyên zindî eyar 24 mm, motorsêklêteke bombebekirî teqandin. Dîsa jî 2 fûz, 29 hawn û 5 bombe yên ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê rakirin.

ANHA


Mijarên Din