Minbic, bi siyaseta Kurdan a 2011’an re ne nakok e

Ezîz Koyluoglu

Pêşketinên cidî li herêmê diqewimin. Piştî serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişîna ji Sûriyê eşkere kir, her kes şaş ma. Lê gelek hêzan ev yek wek şikestina Amerîkayê da xuya kir. Ne tenê Amerîka, gelek hêzên li ser Sûriyê siyaset dikir, êdî vê rewşê qebûl dikin ku dibe guhertineke cidî li ser Sûriyê çêbe. Lê ev hevsengiya heyî nedihişt guhertineke wiha çêbe. Bi biryara vekişînê ya Trump û hevsengiya heyî hilweşiya û hemû hêz ji nû ve xwe sazkar dikin. Kurd jî wekî destpêkê li ser xeta xwe ya sêyemîn, ji bo demokratîkkirina Sûriyê niha jî siyaseta xwe dimeşînin.

Divê Sûriye erka xwe ya ji bo sînorên Minbicê pêk bîne

Hemû hêzên li ser Sûriyê siyaset dikirin, li ser hebûna hêzên Amerîkayê planên xwe yên demkurt û demdirêj saz kiribûn. Niha ev plan hemû hilweşiyan. Her kesî Kurd wek xeleka herî lewaz a vê guhertinê nîşan da. Lê di rastiyê de belkî xeleka herî zêde dikaribû xwe biguherîne Kurd in û îro ev careke din eşkere bû. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ew parçeyek ji ax, gel û parastina sînorê Sûriyê ne. Her wiha bang Ii hêzên dewleta Sûriyê kir ku erka xwe ji bo parastina sînorê Minbicê ji gefên dewleta Tirk a dagirker, pêk bîne. 

Li ser vê daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel, artêşa rejîma Sûriyê daxuyaniyeke resmî da û da diyar kir ku yekîneyên artêşa Sûriyê derbasî sînorê bajarê Minbicê bûne. Her wiha di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku divê keda hemû gelê Sûriyê di bin sîwana serweriya neteweyî de tev bigere, careke din israra xwe nû bike ku terorê tune bike, kesên êrîşkar û dagirker ji xaka Sûriyê derxe.

Di vê mijarê de yekemîn Rûsyayê daxuyanî da û ev “Bi kêfxweşî pêşwazî kir”. Jixwe Rûsya demeke dirêj ji bo zemîneke wiha xebat dikir.

Têkiliya Kurdan û rejîma Sûriyê ji roja roj ve li ser bingeha demokratîkkirina Sûriyê bû. Kurdan dixwest di rejîma Sûriyê de guhertineke demokratîk bi pêş bikeve û li gorî rastiya Sûriyê destûreke demokratîk bê çêkirin. Xeta sêyemîn a Kurdan û têkoşîna wan a li dijî terorê wek siyaseteke bipîvan heta niha dimeşe.

Çareseriya pirsgirêka Sûriyê wê di qonaxa dawîn de bi diyaloga bi rejîma Sûriyê re bihata çareserkirin. Jixwe derveyî vê Kurdan çareseriyek armanc nekiribû.

Kurdan wek çeteyan û dewleta Tirk a dagirker parçebûna Sûriyê tu carî nexwest. Kurdan yek tişt ji bo xwe kir armanc; di nava sînorên siyasî yên Sûriyê de li herêma xwe bi azadî bijîn.

Kurdan Sûriyeyeke nenavendî kir armanca xwe û ji bo wê heta niha têkoşîna xwe didomînin. Ev nenavendî dixwaze federasyon, dixwaze xweserî û dixwaze otonomiya siyasî be.

Ji bo wê jî niha tiştên îro li Minbic pêk tên, bi siyaseta Kurdan a ji 2011’an re ne nakok e û wê siyasetê temam dike.


Mijarên Din