Minbic di nava 3 salên dawî de

3 sal li ser damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê re derbas bûn.  Rêveberiyê di her qadan de kedeke mezin da meşandin û bû  nimuneya rêveberiyek sivîl ku çavên tevahiya gelê Sûriyê û koçberên wê lê zivirîne.

Minbic ji bajarên Sûriyê yên kevnar e ku bi kele û gorên xwe yên dîrokê tê naskirin. Bajêr aboriya xwe bi çandinî, bazirganî û pîşesaziyê pêşdixe. 

Li Minbicê beriya ku ji komên çete were rizgarkirin tu şêweyên jiyana demokrasî ku ji hêviyên şêniyên wê re bibe bersiv yan jî xizmetekê ku layiqî xelkê wê bike nehat meşanidn. Ji ber wê ji guh û çavên şêniyên Sûriyê dûr bû.

Li Minbicê 4 pêkhate dijîn (Turkmen, Kurd, Ereb û Çerkez). Her wiha xwedî taybetmedniya eşîrtî ye ji ber ku glek  eşîrên Kurd û Ereb lê hene . Ev tê wateya ku di Minbic de tenê têkilek ku biratiya pêkhateyan ji dîrokê ve û heya niha rave dike heye.

Piştî rizgarkirina bajêrê Minbicê di 12`ê Tebaxa 2016`an de ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê êdî  hêviyên şêniyên wê ber bi pêkanînê ve hat.

Piştî rizgarkirinê bajêr bi 8 mehan an ku di 12`ê Adara 2017`an de şêniyan Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê ava kirin, sîstema rêveberiyê xwe dispêre rêgezên demokratîk, lihevkirin û hevgirtina tevahiya pêkhateyan bajêr bêy paşguhkirin pêkhateyekî.

Ji ber wê yekitiya şêniyên bajarê Minbicê ji tevahiya pêkhateyan bû mîna bedenekî ku rêveberiya wê da rûniştandin. Di dirêjahiya sê salan de Minbic veguherî cihek ewle û aram ku çavên tevahiya gelê Sûriyê û koçberên wê lê zivirîne.

Di  salvegera 3‘yemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên de em ê di vê dosyayê de xebatên ku rêveberiyê di nava hersê salan de meşandine bi bîr bixin.

PERWERDEYÊ

Ji girîngtirîn xebatên rêveberiyê ya li ser asta perwerde û fêrkirinê, restorekirina dibistanan e. Piraniya dibistanan bibûn girtîgeh an bargehên çeteyên DAIŞ`ê û komên ku bajêr kontrol kirine, ji ber wê gelek zirar pê hatibûn. Rêveberiya Sivîl dibistan kir minareya zanistê.

Rêveberiya Sivîl di her du salên destpêkê de yên avabûnê, dibistanên ku karîn sererast kiribana, sererast kirin. Di sala sêyemîn de rêveberiyê avahî û binesaziya dibistanên ku bi awayekî beşî zirar dîtine bi taybet li gundewar restore kir. Rêveberiyê 322 dibistan, bi daniştok, pêdiviyên xizmetguzarî amade kirin. Her wiha bîr li dibistanên gundewar kolandin.

Ji bo meşandina prosesa perwerdeyê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê di sala derbasbûyî de derdora 3 hezar mamoste amade kirin. Komîteyê mamosteyan di dewreyên perwerdeyê yên mamosteyan re derbas kirin da ku asta wan ji aliyê rêbazê ve pêşbixe. Her wiha 870 mamosteyên wekîl tev li dewreyan kirin da ku asta wan bilind bike.

Rêveberiya Sivîl di kampên Minbicê de yên ku koçberên Meskene û Dêr Hafir tê de dimînin du dibistan vekirin. Bi saya kedên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a ku slogan "Destpêkê perwerde" ji xwe re kir armanc, warê perwerdeyê pêşket, li ser vê yekê hejmara xwendekaran zêde bû û gihaşt zêdetirî 100 hezar xwendekarî.

WARÊ TENDURISTIYÊ

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bi heman hêzî û israrî xebatên xwe di warê tenduristiyê de berdewam kir. Rêveberiyê navendên tenduristiyê û nexweşaneya Firat li ser du beşan restore kirin. Di beşa yekemîn de bilez nexweşxane restore kir. Piştre di sala din de, qata duyemîn a nexweşxaneya Firat a ku DAIŞ`ê şewitandin, sererast kir. Paşê di sala sêyemîn de Rêveberiya Sivîl beşa dermankirina awarte bi temamî sererast kir. Her wiha beşa hestî di nexweşxaneyê de bi amûrên pêwîst û beşa qatermîzên pitikan amade kir.

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl hejmara teqîgehan (laboratûar) di nexweşxaneyê de zêde kir û beşa şûştina gurçikan ku tekane beş li herêmê ye akîtf kir. Di vê dawiyê de komîteyê makenîzmeya parastina ji vîrûsa Korona aktîf kir. Tîmên tenduristiyê amade kirin da ku rewşên vêketina vîrûsê li deriyên bajêr keşif bikin. Wek tedbîr niha hewl dide navendek ji bo dermankirina haletên vêketina vîrûsa Korona amade bikin.

Rêveberiyê li gorî plansaziya sala bê, hewl dide warê tenduristiyê pêş bixe di vî derbarê de amadekiriyên projeyên tenduristiyê bibe mîna dermanxaneya navendî dike. Tê payîn teqîgehek navendî û navendek eşîa vebike.

Ji destpêka vekirina nexweşxaneya Firatê ve zêdetirî 166 hezar nexweş serdana tevahiya beşên nexweşxaneyê kirine.

WARÊ XIZMETGUZARÎ

Şaredariya Gel a bajarê Minbicê piştî rizgarkirina bajêr, pirên ku wêran bûne restore kirin. Ev xebat jî nehêsan bû ji ber ku binesaziya piran wêran bibû. Ji ber wê Şaredariyê destpêkê bi awayekî lezgîn sererast kir lê di sala duyemîn de plansaziya restorekirina piran domand.

Di sala sêyemîn de rewş cuda bû, rêveberiyê gelek projeyên mezin li ser asta bajêr dan destpêkirin. Jê projeya Geraca Bolman a taxa El-Hizwane ya li aliyê başûrê bajêr. Rêveberiyê ji projeyê armanc kir qerebaliqa di nav bajêr de kêm bike û dikanên taxê aktîv bike.

Şaredariya Gel rêyên nû vekirin, sererast û zift kirin. Miqdara ziftê ya ku di sala borî de ji bo sererastkirina rêya hatiye bikaranîn gihaşt zêdetirî 48 hezar m3.  Şaredariyê projeyek toreya kanalîzasyonê bi dirêjbûna 400 metreyan li bajêr û gundewar anî cih, her wiha rêyên taxên El-Sirb, Heleb, Kolana El-Rabta ronî kirin û park sererast kirin.

Karkerên paqijiyê di dirêjahiya 24 saetan de dixebitin.  Ji bo spasiya kedên karkerên paqijiyê Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarê wê, peykerek karkerê paqijiyê li rêya Helebê li nêzî nexweşxaneya Firat danî, ev peyker li tevahiya Sûriyê ya yekemîn e.

WARÊ ÇANDINIYÊ

Rêveberiya Sivîl hewl dide di warê hilberînên şînatiyê de rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne. Ji bo piştgiriya warê çandiniyê dixebite û ked dide. Rêveberiya hejmarek alavên çandiniyê yên cûda ji Gerînendeya Çandiniyê re pêşkêş kir, tevî mazot ji zêdetirî 3 hezar û 380 alavên çandiniyê re peyda kir.

Gerînendeya Çandiniyê makenîzmeya danîna ruxsetên çandiniyê meşand da ku semad pêwîst ji her cotkarekî re pêşkêş bikin û mazot ji bo derxistina ava avdanê peyda kir. Di heman demê de rêveberiyê tawîaz dan cotakarên ji ber şewatên bizanabûn yan jî ji ber binpêkirinên çeteyên dagirkeriyê li ser xetên temasê, zirar dîtine.

Hejmara ruxsetên zeviyên genim ê bi tovê paqij ku Gerînendeya Çandiniyê ya Minbic û gundewarê wê di vê mewismê de dane gihaşt zêdetirî 640 ruxsetan. Rêveberiyê ji bo pêşxistina warê çandiniyê li Minbicê û gundewarê wê xebatên pêwîst pêşkêş kirin. Di vê çarçoveyê de jî şitilgehek navendî ji bo çandina şitilên darên daristanî û berhemdar vekir. Rêveberiyê armanc dike şitilan bi bihayên guncew ji cotkaran re peyda bike.

WARÊ ABORÎ

Rêveberiya Sivîl rolek girîng di kêmkirina asta buhabûna bihayên kelûpelan de lîst. Ev rewş ji ber kêmbûna nirxê lîreya Sûriyê li beramberî dolarê û xwezaya şerê Sûriyê ya ku hilberîna herêmî kêm kir çêbû.

Lew ra Rêveriya Sivîl ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê, koperetîf bi tevlibûna rêveberiya sivîl û civakê ava kirin. Ji ber wê derfetên kar zêde bûn. Hejmara kesên di civakê sûd digirin zêde bûn. Di encamê de hilberîna herêmî zêde bû.

Rêveberiyê bi wê tenê nekir, lê belê rê li pêşiya pîşesazan û bazirganan vekir û ruxsetên kar di nav bajêr de dan wan. Ji ber wê hejmara ruxsetên pîşeyî di sala 2019`an bi 103 zêdetir bû. Hejmara giştî ya ruxestan gihaşt 677 ruxsetên pîşeyî. Her wiha hejmara ruxsetên bazirganî bi 224 zêdetir bû. Bi giştî hejmara wê gihaşt hezar û 114 ruxsetên bazirganiyê. Zêdbûna berhemê û bazirganiyê rê li ber kesybaziyê girt, bi vê yek bajarê Minbicê pêvajoya bilindbûna buhayan bi bandorek neyînî kêmtir derbas kir.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, ne tenê xebatên xwe ji niştecihên herêmê re pêşkêş kirin. Di heman demê li gorî hêz û karînên xwe xebat ji koçberan jî pêşkêş kirin. Di bajarê Minbicê de du kampên koçberên Meskene û Dêr Hafir hene. Di her duyan de derdora 785 kon hene. Rêveberiyê hindek maye kampa koçberên Idlibê jî bidawî bike. Tevahiya xebatên xizmetguzarî û binesazî ji bo sivikkirina azarên koçberên di kampê de peyda kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din