Minbic di nava 3 salên dawîn de

Li Minbicê ku ev 3 sal e ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin, di hemû qadên jiyanê de ronesansek pêk hatiye. Ev yek vedigere keda rêveberiyê û kombûna gel a li derdora wê.

Bajarê Minbicê ji 15‘ê Tebaxa 2016‘an ve anku piştî ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin, ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Navxweyî û Hêzên Xweparastinê ve ya ji hemû pêkhateyên Minbicê pêk tê, tê birêvebirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê ji du meclisan pê tê; Meclisa Qanûnsaz ku qanûnên birêxistinkirina jiyana giştî derdixe, jê qanûna erka xweparastinê û parastina welatiyan. Her wiha Meclisa Rêveber a ji 13 komîteyan pêk tê di nav de aborî, şaredarî, perwerde û tenduristî hene. Erka vê meclisê ev e ku biryarên Meclisa Qanûnsaz pêk bîne.

Her wiha meclisên rêveberiya xeta ku hejmara wê 8 meclisên herêmî û 446 komînên pêk tê, hatin aktîfkirin. Meclis û komînan di nava 3 salan de gavên mezin di aliyê xizmeta şêniyan û birêxistinkirina têkiliyan di navbera rêveberî û şêniyan de avêtin.

Jinên Minbicê piştî rizgarkirina warê xwe, di qadên siyasî, leşkerî, xizmetguzarî û tenduristiyê de jî rola xwe lîst. Ji xebatên girîng ên ku di hemû aliyan de di nava 3 salan de li Minbicê hatin kirin, wiha ne:

Xizmetguzarî

Şaredariya Gel a Minbicê di nav 3 salên dawîn de xizmeteke berbiçav pêşkêşî şêniyan kir. Ji wan rakirina bermahiyên şer, vekirin û sererastkirina rêyên ku ji ber wêranbûnê, hatibûn girtin û çareserkirina xetên avê û yên kanalîzasyonê. Her wiha kehrebe, av, nan û sotemenî ji şêniyan re peyda kirin.

Her wiha Şaredariya Gel a Minbicê hemû çerxerêyên li bajar sererast kirin û 4 çarxereyên nû ava kirin; Çerxerêya Şehîd Ebû Leyla, Çerxerêya Beta ya berê, Çerxerêya Sexra ya li nêzî sûka sebzeyan, Çerxerêya Şehîdan û Çerxerêya Jina Azad û Çerxerêya Karkerên Paqijiyê ya li nêzî Nexweşxaneya Firatê.

Li aliyekî din jî Şaredariya Gel pirên taxa Serib, Cerablus, Rêya Helebê yên ku di pêngavên rizgarkirinê de hilweşiya bûn, sererast kirin.

Di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de, Saziya Kehrebeyê bi derfetên kêm piştî du mehan ji rizgarkirinê re xetên kehrebeyê yên bajar û gundan sererast kirin û kehrebe peyda kir.

Projeyên şaredariyê yên herî dawîn, projeya vekirina rêyên nû bû, ya li taxa El-Hezawenê ku taxên bajêr bigihîne rêya Autostrad, her wiha da ku qerebalix li bajêr kêm bibe, geraceke basan (otobus) vekir.

Liv û tevgera avahîsaziyê piştî rizgarkirina Minbicê geş bû, nîşana vê yekê jî hejmara ruxsetên ku şaredariyê dane gihaşt hezar û 480 ruxsetî.

Tenduristî

Di qada tenduristiyê de gavên mezin hatin avêtin û rêveberiyê yekser Nexweşxaneya Firatê ku çeteyên DAIŞ`ê alavên wê wêran kiribû û piranî şewitandibû, sazûman kir.

Destepêkê çaksazî bû, paşê beş hatin aktîfkirin û ji destpêka rizgarkirina bajêr û heta niha Komîteya Tenduristiyê navendên derve yên li nexweşxaneyê aktîf kirin. Beşên ku hatibûn vekirin jî ev in; aşlekirin, hundirîn û beşa jinan.

Di heman demê de komîteyê beşa taqîkirinê, telasîmiya, banka xwînê, destwerdanên bingehîn di nava 24 saetan de aktîf kirin û ji ber derman li dermanxaneyên taybet biha ne, dermanxaneyeke navendî vekir û bi nirxekî kêmtir derman pêşkêşî welatiyan kir. Komîteya Tenduristiyê alav ji beşan re peyda kir ku ew jî ev in; pişkinîn, textîta dil, tebeqî mihwerî, eşia, fîzîkdermankirin, her wiha da ku li gundewarên bajêr xizmetguzarî ji şêniyan were pêşkêşkirin, hejmareke navendên tenduristiyê hatin vekirin.

Tê zanîn ku Nexweşxaneya Firat li herêmê mezintirîn nexweşxane ye, her wiha li taxên bajarê Minbic û gundewarên wê gelek nexweşxane û navendên tenduristiyê hene û bi serpereştiya Komîteya Tenduristiyê xizemtê ji şêniyan re dike.

Perwerde

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji 15`ê Tebaxa 2016`an ve anku ji destpêka rizgarkirina Minbicê û heta niha 320 dibistan vekirine, her wiha nêzî 20 mal jî hatine kirêkirin û wekî dibistan hatine bikaranîn. Di vê derbarê de sala derbasbûyî nêzî 130 hezar xwendekarên ji hemû qonaxên xwendinê lê xwendin û fêrî zimanê erebî, kurdî, îngilîzî û fransî bûn. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji ber ziyanên kambax, heta hejmareke biçûk ji dibistanan jî nikarîbû sazûman bike.

Komîteyê her wiha li peymangeha perwerdekirina mamosteyan, dewerên fikirî û perwerdehî  vekirin û komîteyê nêzî 4 hezar mamoste amade kirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji 320 dibistanan re, hemû pêwîstiyên fêrkirinê, mazot, sobe pêşkêş kir, her wiha fonên mamosteyên demkî û fonê mamosteyên ku rejîmê fonên wan dane rawestandin, belav kir.

Komîteyê gaveke berbiçav û girîng avêt ku ew jî li Minbicê dewreyên fêrkirina xwendinê vekirin, hejmarke mezin ji şêniyên xwe lêgirtin, li du navendên tarxankirî û li ser gelek qonaxan hatin birêvebirin.

Aborî

Têkildarî rewşa aborî Komîteya Aborî gelek projeyên geşkirina aboriya bajêr vekir. Li ser vî esasî şêniyan di 10`ê Îlona 2017`an bi kota beşdarî projeyên wekî mol, dermanxaneyên çandiniyê, beyterî û komeleya çaksazî ku yek ji wan li gundê Feres El-Xenam e û ya din jî li Cidêda El-Feres e bûn.

Komîteya Aborî şêniyên gazin ji nan dikirin, aşek vekirin û rewşa kalîteya nên di ber çavan re derbas kirin, di heman demê de Komîteya Aborî dikarîbû hemû kel û pelên xwarin, sebze, hesin, cimido bi nirxekî guncaw û li gorî debara jiyanê be, peyda bike.

Di milekî din de rêveberiyê bi armanca teşwîqkirin, rê li pêşiya keysbazkirinê bigire û karekî baş ji cotkaran re bike, dermanxaneya çandiniyê vekir. Komîteyê hemû pêwîsteyên wekî bizir, pêwîstiyên çandiniyê û semad bi nirxekî kêmtir peyda bike, vekir.

Jin

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, bêguman tişta herî balkêş şoreşa jinan bû, şoreşa ku bi saya projeya neteweya demokratîk dikarîbû dawî li fikrê DAIŞ`ê bîne û rûpeleke nû veke. Jina ku di dema DAIŞ de di malê de girtibû, di rêvebirina kar û barên herêmê û parastina wê de dikaribû roleke sereke bilîze, li ser vî esasî kota jinan di rêvebirina bajêr, hêzên ewlehiyê, leşkerî û perwerdeyê de zêdetir bû û roleke payeberz lîst.

Saziyên wekî Mala Jinan, Komîteya Jinan, Meclisa Jinan a li Minbicê, Navenda Jineolojiyê di beşdariya jinan ji pêşxistina rêvebirina bajêr û geşedanên berbiçav, roleke bingehîn lîstin, her wiha saziyên jinan xwedî projeyên aborî bûn, serpereştiya wan dikirin û gavên mezin di projeyên wekî xwaringeh û mala û projeyên din avêtin. Saziyên kar û barên jinan da ku jinên li Minbicê bi pêş bikevin, panel, civîn, serdan malan û vekirina dewreyên fêrkirina jinan tevger dikirin.

Minbic qesta hemû gelên Sûriyê ye û piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yek ji bajarên herî zêde ewlehî lê peyda dibe, lewma liv û tevgera bajêr geş bû, penaberên ji bajarên cuda yên Sûriyê lê bi cih bûn, niha jî bi hezaran li wir hene û li kampa di bin serpereştiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê de dimînin.

(eh)   

ANHA


Mijarên Din