Minbic du şehîdên xwe spartin axê

Cenazeyên şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xalid Îbrahîm El-Xalid û şehîdê Berxwedana Rûmetê Udey Îbrahîm El-Hetref li goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyên şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xalid Îbrahîm El-Xalid (Xalid El-Hezawne)ê duh di dema li ser erkê xwe şehîd bû û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Udey Îbrahîm El-Hetref (Egîd Minbic) ê 9`ê Mijdarê di Berxwedana Rûmetê de li gundewarên Til Temrê şehîd bû bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê.

Girse cenazeyê herdu şehîdan ji nexwexaneya Firat a bajarê Minbicê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê. Şêniyan alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên şehîdan bilind kiribûn û durişên dilsoziya bi şehîdan re li pey hev qîr dikirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê li gel tureneke leşkerî destpê kir, paşê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş axivî. Şervan got, şehîdan bi fedakariya xwe nîşan dane ku  tu carî rê nadin dagirkerî li vî welatî bimeşe.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê Mehmûd El-Îdo axivî û destnîşan kir ku şehîd bi soza xwe ya parastina welat û gelê xwe re wefadar bûn û bi fedakariyên xwe efsaneyên lehengiyê xêz kirin.

Hevserokê Saziyên Oldar ê Minbicê Elî El-Cemîlî jî li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê axivî û tekez kir ku çeteyên bi dagirkeriya dewleta Tirk re bûne hevkar îxanet û rezîliyê li xwe qebûl dikin û vê welata kesên wiha qebûl nake.

Nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîd di nava tilêliyên dayikan de û diruşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din