Minbiciyan spasiya Rêveberiya Sivîl kirin

Şêniyên bajarê Minbicê spasiya kar û xebata Rêveberiya Sivîl a Demoratîk ku di nava 3 salan de pêşkêşî gel kiriye, kirin. Di heman demê de pêşniyarên xwe der barê kar û xebatê pêşerojê de anîn ziman.

Piştî Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di  12’ê Adarê de şêniyên bajarê Minbicê Rêveberiya Sivîl a herêmê Minbicê ava kirin.

Di çarçoveya 3`mîn salvegera damezrantina Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û bejahiya wê, ajansa HAWAR`ê nêrînên şêniyên bajarê Minbicê girtin.Şêniyan pêşniyarên xwe der barê kar û xebata pêşerojê de parve kirin.

Piştî salekê ji rizgarkirina bajêr û bejahiya wê ji çeteyên DAIŞ`ê, 12 Adara 2017`an şêniyên bajêr damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajêr û bejhiya wê ragihandin.

Şêniyê binavê Fetûm Hec Mihemed got: “Em di van rojan de di nava armamî û ewlehiyê de dijîn. Em ji kar û xebatên ku tên pêşkêşkirin razîne. Tenê hinek kêmaniya kehrebê heye.”

Şêniyê binavê Ehmed Mehmûd jî got: “Di demeke ku piraniya bajarên Sûriyê di zehmetiyan re derbas dibin, em di xêra xwidê de ne. Kêmahiyên me tune ne. Tenê hinek rê jêre zift divê û hinek kêmahiya kehrebê heye. Em spasiya Rêveberiya Sivîl dikin û hêviya serkeftinê dixwazin.”

Ehmed di dawiya axaftina xwe de spasiya xizmeta hatiye pêşkêşkirin û got: “Em hêvî dikin ku projeyên mezintir ben pêşxistin û çavdêriya zimhêrê rolê xwe baştir bilîze.”

Welatiya bi navê Kefa Ilêwî razîbûna xwe der barê xizmeta ji bajêr re hatiye kirin, vegot: “Qadên perwerde û tenduristiyê bi awayek erênî pêş ketiye. Kolanên bajêr paqijin. Carnan şênî gazinan ji kalîteya nan dikin, lewma divê domdar were çavdêrkirin.”

Şêniyê bi navê Xalid Hec Ehmed jî got: “Kar û xebatek baş tê kirin, nexasim di qada tenduristiyê de. Lê ji ber rewşa herêmê bi tevahî sotemenî kêm e û hêviya min ew ku Rêveberiya Sivîl derfetên kar ji kesên dilxwaz re peyda bikin.”

Xalid di dawiya axaftina xwe de hêviya serketin, aramî û ewlehiyê ji bajêr re xwest û spasiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û bejahiya wê  kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din