Mirîî El-Şiblî: Nakokiya Tirkiye û Rûsyayê encama nêzîkbûna Tirkiyê ji Amerîkayê re ye

Mirîî El-Şiblî sedemên paşdeçûna têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê û bandorên wê li ser rûdanên ku bi lez li Idlibê pêk tên, diyar kirin û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de hevgirtina ked û xebatê ji bo derbaskirina astengiyên bidawîkirina aloziya Sûriyê, pêwîst e.

Rewşa leşkerî û siyasî ya Idlibê her ku diçe girêktir dibe. Rejîma Sûriyê bi lez li ser hesabê komên girêdayî dewleta Tirk di serî de Heyet Tehrîr El-Şam bi pêş ve diçe. Girêdayî mijarê ANHA’yê roportajek bi Endamê Meclisa Serokatî ya )MSD( Mirîî El-Şiblî re çêkir.

El-Şiblî wiha axivî: “Di van rewşên dijwar de ku Sûriyê tê re derbas dibe , di van demên dawîn de em dibînin ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Mînaka wê jî paşdeçûna têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê ye. Sedema yekser a wê jî nêzîkbûna di navbera Amerîka û Tirkiyê de ku girêdayî herêma ewle ye. Rûsya jî ji vê lihevkirinê aciz bû.”

El Şiblî diyar kir ku paşdeçûna têkiliyan, bandor li ser nakokiyên heyî jî kir û wiha pê de çû: “Êrîşeke leşkerî dest pê kir û lihevkirina Astanayê girêdayî nuqteyên çavdêriyê yên li Idlibê binpê bû. Lê encama herî diyarker di vê mijarê de; Rûsyayê hêzên Tirkiyê tehdît kirin û 24 saet wek demekê heta ku ji nuqteyên xwe li gundewarên Hemayê vekişin, da.”

‘Rûsyayê hêvî dikir Tirkiye ji NATO’yê derkeve’

Têkildarî wergirtina pergala parastina asmanî ya S-400’an ji hêla Tirkiyê ve jî El-Şiblî wiha got: “Mirov dikare bêje Rûsya hêvî dikir ku Tirkiye ji NATO`yê derkeve û ji koalîsyona rojavayî dûr bixe. Em hemû dizanin ku Tirkiye di NATO`yê de ji aliyê hejmara leşkerên xwe ve dewleteke bibandor e û mirov dikare bêje di vî aliyê de dewleta yekemîn di NATO`yê de ye. Derxistina Tirkiyê ji NATO`yê tê wateya lawazkirina NATO`yê. Rûs dixwazin Tirkiye ji NATO`yê bikişe da ku hevalbendiya Çîn, Rûsya û Îranê li hember rojava mîsoger bike û binketina hevrikiya rojava pêk bîne.”

Mirîî El-Şiblî îşaret bi civîna Astanayê ya di 27`ê Îlonê de kir ku Almanya û Fransa jî dê tev lê bibin û got: “Ya ku bala mirov ji vê civînê dikişîne  ew e  ku me berê di dema heyî de gotibû Tirkiye û Îran dê ji Sûriyê derkevin û Amerîka û Rûsya dê li Sûriyê bimînin. Almanya û Fransa tenê valahiya ku dê di encama vekişîna Tirkiyê û çeteyên wê de li Sûriyê rû bide, dagirin.”

 ‘Êdî dema bikaranîna El-Nusrayê qediya’

Têkildarî tevgerîna Amerîkayê li dijî komên çete yên wekî El-Nusrayê El-Şiblî wiha axivî: “Bêguman Cebhet El-Nusra komeke terorîst e û destê dewletên mezin di çêkirina terorîzmê de heye. Da ku wek amûran ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe di cih û dema ku dixwazin de bi kar bînin. Eger lihevkirinek rûsî-amerîkî li herêmê çêbe, dê tiştek rû bide û rastiya hebûna El-Nusra li Idlibê biguhere. El-Nusra ji hêla gelek dewletan ve hat bikaranîn û êdî dema wê xilas bûye.”

‘Tirkiyê ji ber projeya me ya demokratîk êrîşî Sûriyê kir’

El-Şiblî diyar kir ku çareseriya li Sûriyê dê bi destê gelê Sûriyê be û wiha pê de çû: “Bi hevgirtinê ax rizgar dibe. Ev rizgarkirin dê bi destê gelê Sûriyê be. Ji ber ku maf dê bi hêzê vegere. Em dikarin bibêjin ku dê hêzên Sûriyê yên hevalbend hebin da ku axa Sûriyê ji dagirkeran rizgar bikin. Her wiha ez dixwazim îşaret pê bikim ku Heleb hîna li beramberî guleyên hêzên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ye û tenê 8 km ji navenda bajêr dûr in. Erdogan jî hîna vedigere dîrokê û destnîşan dike ku Heleb wîlayeteke Tirkiyê ye.

Em dikarin bibêjin ku bi armanca tunekirina projeya ku em ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, pirreng û nenavendî hewl didin pêk bînin, Tirkiyê mudaxeleya Sûriyê kir.”

Di dawiyê de Endamê Meclisa Serokatî ya )MSD( Mirîî El-Şiblî tekez kir ku rewşa Sûriyê ya heyî bi hêsanî çareser nabe. Tenê bi lidarxistina kongreyeke neteweyî ji tevahiya sûriyan re pêkan e û bang li tevahiya aliyên opozîsyonê kir ku tev li diyalogê bibin û bikin lihevkirina tevahiya aliyan û li gorî biryara bi hejmara 2254’an tev bigerin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din