Mirî El-Şiblî sedemên gurbûna şer li bajarên bakur şîrove dike

Endamê Meclisa Hevserokatiya MSD`ê Mirî El-Şiblî diyar kir ku di encama nakokiyan de li ser parvekirina hegemonyayê şer li bajarên Heleb û Idlibê gur bûye û nameyek Tirkiyê ji Rûsyayê re ye ku ew ji tevgerên Rûsyayê li başûrê Idlibê ne razî ye.

Mirî El-Şiblî destnîşan kir ku di encama zêdebûna mudaxeleyên derve de di herêmê de kontrol ji destê rejîma Sûriyê derketiye.

Beriya çend rojan taxên bajarê Helebê; Hemdaniye û Cemîliye rastî topbarana dijwar a komên çeteyên girêdayî Tirkiyê hatin.

Rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsyayê dest bi hemleyeke leşkerî li dijî baregehên çeteyan li parêzgeha Idlibê ji derdora 3 mehan ve kiriye. Lê ji ber ku dewleta Tirk desteka çeteyan bi çekan dike, rejîma Sûriyê bi awayekî balkêş pêşde neçûye.

El-Şiblî got: "Windakerê herî mezin ji nakokiya berjewendiyan gelê Sûriyê ye. Ew rastî komkujiyan tê, bi taybet herêmên di bin serweriya çeteyên artêşa Tirk a dagirker de."

Têkildarî gurbûna dawîn li bajarê Helebê El-Şiblî got: "Ew nameyek Tirkiyê ye ku dibêje ew ê li Idlibê bimîne, ruxmî operasyona leşkerî ya ku bi serkêşiya Rûsyayê hatiye ragihandin. Ev jî timayên Tirkiyê di Sûriyê de diyar dike.”

Hindek nûçeyan behsa tevlêbûna hêzên bejahî yên Rûsyayê di şerê li dijî Idlibê de kir, lê Rûsya ew tişt derewand.

Di nav gotinên xwe de El-Şiblî bal kişand ser timayên Tirkiyê di welatên bakurê Afrîkayê û welatên Ereban de û got: "Timayên Osmaniyan ne tenê di Sûriyê de sînordar in. Hincetên Tirkiyê yên nerast di dagirkirina Heleb, Lîbya, Qibris, Iraq û herêmên din de, tenê di çarçoveya talankirina berhemên gelên ku ji ber şer westiyane û bikaranîna gelan de ye."

Di dawiyê de endamê Meclisa Hevserokatiya MSD`ê Mirî El-Şiblî destnîşan kir ku serhişkiya aliyên nakokiyê di hilbijartina çareseriya leşkerî li şûna ya siyasî de û neqebûlkirina aliyên din ji bo belavkirina demokrasî û aştiyê li pêşiya vedîtina çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê re dibe asteng.

(şx)

ANHA


Mijarên Din