`Miriyên zindî` peyama Koma Şano ya Reqayê

Koma Reqa ya şanoyê, şanoyek girêdayî azarên bajarê Reqayê ji zilma DAIŞ’ê kişandî, pêşkêş kir. Di şanoyê de listokvanan jiyana şêniyên Reqayê ya di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de bi `Miriyên zindî” wezifand, bi taybet jî trajediya jinê.

Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê ya 4`emîn di roja xwe ya duyem de li bajarê Qamişlo didome. Îro Koma Şano ya Reqayê şanoyek bi navê `Şeva zayînê`(Leylet El-Mîlad) nivîsî û derhêneriya wê Deham El-Setam kirî, hat pêşandan.

Şano girêdayî rewşa şêniyan di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de û binpêkirinên wê ji kuştin û zulmê bû bi taybet rewşa jinê. Listokvanan di şanoyê de diyar kirin ku şêniyên Reqayê di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de mîna miriyên zindî bûn.

Dê mîhrîcan heya 5’ê Nîsanê didome. Komên şano yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda û yên nû ji hêla QSD`ê ve hatine rizgarkirin beşdarî bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din