Misilman amadekariyên cejna Remezanê dikin

Mislimanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî mehek rojî amadekariyên cejna Remezanê dikin. Lê amadekariyên îsal li gel parastina kevneşopiyên cejnê, ji salên din cudatir in.

Li cem mislimanan li cîhanê Cejna Remezanê ya pîroz, yek ji cejnên mezin e. Piştî mehek rojî, cejn tê û dilên hemûyan şad dike. Misliman vê cejnê li gorî kevneşopiyan pîroz dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê misliman amadekariyên cejnê dikin. Lê hinek cudahî di cejna îsal de hene.

Şêranî li mal çêdikin, şekr û cilên nû dikirin. Sûk û dikan tev qerebalix dibin.

Ruxmî qedexeya beşî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû, lê mîna her sal nehatin xemilandin.

Bûhabûna kelûpelan, li gel bûhabûna nirxa lîreya Sûriyê li beramberî dolar, bandor li şêniyan kir. Guhertin di kelûpelên ku malbatan mîna her sal dikirîn çêkir. Şêniyan tenê kelûpelên pêwîst kirîn û ji kelûpelên luks dûr ketin.

Her wiha ji ber Koronavîrusê jî şadiya cejnê kêm bûye. Ji ber tedbîrên hatine girtin, wê gelek malbat ji serdanên pîrozkirina cejnê mehrûm bibin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin bûhabûna kelûpelan jiyana wan dijwar kir, kirîna pêdiviyên cejnê di çarçoveya parastina kevneşopiyên de maye.

Şêniyan destnîşan kir ku di sala borî de rewş baş bû, lê niha piştî daketina nirxa lîreya Sûriyê li beramberî diravên biyanî bandor li jiyana şêniyan kir. Ruxmî wê jî şênî amadekariyên cejnê dikirin.

Xwediyên dikanan diyar dikin ku ji ber buhabûnê, tevgera sûkê jî kêm bûye. Her wiha îşaretpê kirin ku kîloya şekirê ku sala borî hezar û 500 lîreyên Sûriyê bû îsal 3 hezar lîreyên Sûriyê derbas kiriye.

Girêdayî heman mijarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina ewlehiya şêniyan bi rasthatina cejnê re dewriyên xwe zêde kirin. Her wiha rêze perspektîvên emnî derxistin û bang li şêniyan kirin ku pêk bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din