Misir û Fransayê hişyariya xeteriya destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê da

Wezîrên Fransa û Misirê hişyariya xeteriya destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de da.

Her du wezîran Samih Şikrî û hempêşiyê wî yê Fransa Jean-Yves Le Drian, bi rêya telefonê rewşa dawî ya Lîbyayê û rêyên pêkanîna çareseriyek siyasî ji aloziyê re nirxandin.

Tirkiye şandina çeteyên Sûriyê ji bo Lîbyayê didomîne.

Tirkiye wan çeteyan bi awayekî yekser û ne yekser bi rêya balafiran dişîne Lîbyayê. Di hefteya borî de zêdetirî 6 rêwîtiyên di navbera Stenbol  û Misrata de hatine belgekirin.

Her wiha Enqere gelek balafirên daron ên ku hêzên arêtşa niştîmanî ya Lîbyayê dikin hedef belav kirin.

Li aliyekî din artêşa niştîmanî ya Lîbyayê amadekariyên operasyonek leşkerî ji bo vegerandina paytextê ji milîsan dike.

(şx)


Mijarên Din