Misir hejmarek çekdarên girêdayî Tirkiyê girt

Wezareta Karên Hundir a Misirê gelek endamên "Tevgera Hesim" a koma Îxwan El-Muslimîn a girêdayî dewleta Tirk tevî çekên wan, giritn.

Wezaretê bi daxuyaniyekê got ew endaman bi fermandarên girêdayî koma Îxwan El-Muslimîn re li Tirkiyê kar dikin û bi rêya propagandaya nûçeyên ne rast û lihevhatî hewl didin ku kolana misirî biherikînin û saziyên dewletê reş bikin.

Wezaretê wiha lê zêde kir: "Endamên Îxwan El-Muslimîn li ser înternêtê di bin navê (Tevgera Gelê- El-Coker) de malper li ser Facebookê ava dikin da ku kesên têkildar bi ber xwe ve bikişînin. Piştre wan tev li komên veşartî yên li ser Telegramê dikin û ji bo birêxistinkirina xwepêşandanan, derxistina tevlîheviyê, giritna rêyan û astengkirina tevgera çûn û hatinê her wiha pêkanîna kiryarên rûxadinê li dijî saziyên dewletê, wan erkdar dikin."

Hate diyarkirin ku wan kesan "Tevgera Hesim" a çekdar a girêdayî rêxistinê ji bo rêxistinkirin, plankirin û pêkanîna rêzeçalakiyên terorî, erkdar kiriye da ku çalakiyên hedefgirtina kesayet, saziyên girîng, cihên olî di salvgera 25‘ê Çileyê de pêk bîne.

Daxuyaniya wezaretê wiha dewam kir: " Her wiha piştgiriya madî ya pêwîst ji bo plankirin û amadekirina rola her kesî di pêkanîna planan de, kir. Ev yek bi rêya nûjenkirina gelek şêwazên qaçaxçîkirina pereyan ji derve û veguhestina wan ji bo endamên rêxistinê yên li hundir bi rêya şerîketên bazirganiyê ku çalakiyên rêxisitnê vedişêrin, pêk tê."

Tîmên şopandinê karîbûn komên elektronî diyar bikin ku kesên tevlîheviyê çêdikin û êrişî saziyên dewetê dikin bi rêxistin dikin, diyar bikin. Her wiha gelek endamên rêxistinê girtin û bi wan re (14 damançe û guleyên wan, maskên Coker, maskên rû yên li dijî gazê, çekên spî û yên avêtina keviran û bendên ji mêx yên astengkirina tevgera erebeya) giritn.

Her wiha cîhaz û alavên di çalakiyên xwe de bi kar tînin weke (balafirên bê pilot, computer, kemîra, telefonên destan ên bi bernameyên têkilîdayîna bi kenalên fezayê û malperên elektronî yên girêdayî Îxwan El-Muslimîn) hatin desteserkirin.

Di çalakiyên kotrolkirina ewlehî de gelek endamên Tevgera Hesim a terorî ku beşdarî vê plane bûne di nava wan de hin kesên ku çalakiya terorî ya li navenda Tox a Qelyûbiyê (Delta El-Nîl) pêk anîne, girtin. Her wiha hejamareke cercûrên çekan, bombên ku ji bo plana terorî hatibûn amadekirin (20 çek, 12 kilîş, 2 çekên cûrbecûr, qenas, roketên RBG û guleyên wê, 7 rextên teqemeniyê, madeyên amadekirina bombeyan, alavên veşartinê), diyar kirin û desteserkirin.

(cx)

 

 


Mijarên Din