Misir: Lihevkirin derbarê Bendava Nehdayê de çênebûn

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukirî got, welatê wî hêvî dikir ku Etiyopya sozên xwe yên dagirkirina Bendava Nehdayê bi cih baniya, beriya ku bigihîje rêkeftinekê di vê derbarê de li ser bingeha Peymana sala 2015 de di navbera Misir, Etiyopya û Sûdanê de hate imzekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê daxuyand ku diyalogên hatin kirin bê encam bûn û got, di rewşên krîzên navdewletî de gotina dawî ya Konseya Ewlekariyê ye. Samih Şukirî hêvî kir diyalogên careke din pêk werin ku encam bigire.

Daxuyaniya Şukirî hemwextî daxuyaniya Wezareta Avdanê ya Misirê hat. Wezareta Avdanê îro ragihand ku danûstandinên taybet ên derbarê bendava Etyopiyayê de bi dawî bûn. Danûstandin 11 rojan li ser hev bi sponseriya Yekitiya Efrîkyayê dewam kir. Tê payîn ku lutkeyeke biçûn li ser asta dewletên Afrîkyayê were lidarxistin da ku ev dosya were nîqaşkirin.

 


Mijarên Din