Misir qedexeya derketina derve 2 hefteyên din dirêj kir

Serokwezîrê Misirê Dr.Mistefa Medbûlî ragihand ku qedexeya derketina derve heta 23‘yê Nîsanê hate dirêjkirin.

Serokwezîrê Misirê Dr.Mistefa Medbûlî di civîna hikumetê ya heftane de spasiya fermandarê giştî yên hêzên çekdar, wezîrê parastinê û efserên hêzên çekdar kir, ku duh di çarçoveya alîkariya sivîlan û parastina wan ji vîrusa Koronayê de, ewqas amadekarî bûn pêşwaziya serokê Abdulfetah El-Sîsî kirin.

Dr.Mistefa Metbûlî li ser aloziya Koronvîrusê got: "Ji beriya çend salan ve ew tedbîr û bergiriyên têkildarî başkirina rewşa aborî digirin lewma dewleta Misirê ewqasî vê krîzê rake. "

Serokwezîr destnîşan kir ku di çarçoveya têkoşîna dewletê ya li dijî aloziya Koronayê de komîteyek têkildarî dosya karkirinê ya bêserûber ya ku zirer dîtiye hatiye avakirin, ji bo pêşniyarên serok El-Sîsî yên di vê derbarê de pêk bîne. Her wiha diyar kir ku wê maknîzmeya dayîne xelatê ya ku serok komar ji karkeran re diyar kiriye, were ragihandin. Ev makenîzme misoger dike dema welatî xelatê bigirin wê kombûn yan jî qerebalix tune be.

Di civînê de serokwezîr piştrast kir ku dê yekser kesên bi vîrusê ketine rakin deverên ji bo pêşwaziya rewşên wiha hatine veqetandin bikin.

Mistefa Medbûlî her wiha ragihandin ku dema qedexeya derketina derve dê heta 23‘yê dirêj bike, li şûna saet 19:00‘an, saet 20:00‘an, heta 07:00‘an dewam bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din