Misir, Urdin û Iraq; gelo dê hevbendiyek li dijî mudaxeleyên derve ava bibe?

Qahîre, Eman û Bexdayê amadekariyên lidarxistina lûtkeya sêalî zêde kirine. Beriya vê her sê welatan du lûtke li dar xistibûn. Şîrovekarê siyasî yê iraqî Kîtab El-Meyzan got "Texmîn dikim ku di lûtkeyê de helwesteke erebî ya hevpar li dijî mudaxeleyên derve derkeve."

Her sê welatên erebî (Misir, Iraq û Urdin) hewl didin helwestên xwe têkildarî dozên Rojhilata Navîn di qadên navdewletî û herêmî de bikin yek.

Li gorî rojnameya Al-Ghad a Urdinê, wezîrên karên derve yên Misirê Samih Şukrî û yê Urdinê Eymen El-Sefedî eşkere kir ku dê lûtkeyek li ser asta lîderên her sê dewletan were lidarxistin û amadekarî jê re têne kirin, lê dema lûtkeyê nehat eşkerekirin.

Sala 2019'an, serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî , serokê Iraqê Behrem Salih û qralê Urdinê Abdullah El-Sanî du lûtke li dar xistin. Ya yekemîn li Qahîreyê di Adarê de bû û ya din jî li New Yorkê di Îlonê de bû.

Her sê welatan li ser xurtkirina nêrîneke hevpar derbarê dosyayên erebî de nîqaş kirin. Ev yek di koordîneya Misir- Urdinê ya derbarê doza Filistînê de, di serî de mijara îlhaqê ya Îsraîlê de diyar bû.

Nêrînên Misir, Urdin û Iraqê yên girêdayî dosyaya Lîbyayê û girîngiya bidawîkirina destwerdana Tirkiyê hevpar in. Ev mijar jî di hevdîtina Behrem Salih û sefîrê Misir ê li Bexdayê de eşkere bû ku roja pêncşemê borî hatibû lidarxistin.

Di mehên dawî de, Iraq û Urdinê  piştevaniyeke diyarker der barê helwesta Misir û Sûdanê ya girêdayî aloziya bendava Etyopiyayê de nîşan da. Li beramberî wê, Qahîre binpêkirinên domdar ên Tirkiyê yên li xaka Iraqê şermezar kirin û wekî karekî "şantajkirinê" bi nav kir.

Projeyên enerjî û kehrebeyê, her wiha desteka diyarker a Qahîre û Umanê di têkoşîna li dijî terorê de li Iraqê û xebatên ji nû ve avakirinê, berjewendiyên aborî yên her sê welatan in.

Rojnameya Al-Ghad li ser zimanê dîplomatê berê yê Urdinê Semîr Misrawa ragihand ku hevbendiya sêalî xaleke xurt a avakirina hevsengiyê li herêma Rojhilata Navîn li hemberî zêdegaviyên Îran û Tirkiyêye.

Di her du lûtkeyên dawîn de, her sê welatan li ser tevkariya di warê têkoşîna li dijî terorê de, girêdana bi însiyatîfa aştiya erebî ve ya ji bo çareserkirina doza Filistînê, girîngiya aktîfkirina rola erebî li Sûriyê her wiha xurtkirina tevkariy aborî, bazirganî û enerjiyê ji bo demekê li hev kir.

Di lûtkeya duyemîn de serokên her sê welatan girîngiya parastina ewlehiya herêma Kendava Erebî û mîsogerkirina azadiya navîgasyonê, wek beşeke bingehîn a ewlehîya neteweyî ya Ereban hate destnîşankirin. Her wiha li ser pêwîstiya piştevaniya bi Erebistana Siûdî re li hemberî êrişên li dijî înşaetên wê li hev kirin.

Der barê mijarê de şîrovekarê siyasî yê iraqî Kîtab El-Meyzan ji ANHA'yê re got: "Helwesta Iraqê ji destwerdanên li Lîbyayê û destekdayîna bi milîsên li wir re diyar e."

El-Meyzan destnîşan kir ku Iraq beşeke girîng li welatên erebî ye û got: "Ewlehiya Iraqê ji ewlehiya erebî ye, tişta bi birayên me yên Ereb were bi Iraqê jî tê. Gefên li wan li ser me ne jî. Ji ber vê yekê Iraq li dijî planên çavbirçîbûnê yên derve helwesta piştevaniya erebî nîşan da."

Şîrovekarê siyasî yê iraqê her wiha got: "Texmîn dikim ku dê di lûtkeyê de helwesteke erebî hevpar derkve ku xaka erebî biparêze û bihêle ku dewletên din ên erebî heman helwestê bigire."

ANHA


Mijarên Din