Her du aliyan bi rêya telefonê axivîn û piştrast kir ku ev li hev kirin, li ser asta têkiliyên dualî pêşketineke dîrokî ye û wek nimûneya spandina rêgez û bingehên rast ên xebatên diyarkirina sînoran e. Her wiha derfetê dide her du aliyan ku sûdê ji jêderên xwezayî bigirin.
Berdevkê serokatiya Misirê destnîşan kir ku her du aliyan nêrînên xwe girêdayî hinek dozên herêmî yên hevpar nîqaş kirine, di sêrî de rewşên dawîn li rojhilatê Deryayê Spî.
Berdevkê serokatiya Misirê domand ku lihevkirin ji bo xurtkirina koordîneyê di vî warî de pêwîst e.