Misir û Yewnanistanê peymana diyarkirina sînorê deryayî ya her du welatan îmze kir

Wezareta Karên Derve ya Misirê ragihand ku wezîrê derve Samih Şukrî bi hempîşeyê xwe yê yewnanistanî Nikos Dundas re peymana nexşekirina sînorê deryayî yê di navbera her du welatan de îmze kir.

Îro wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas serdana Qahîrayê kir, da ku dan û standinan bi desthilatên Misirê re li ser peymana nexşekirina sînorê deryayî ya di navbera her du welatan de bike.

Misir hewl dide peymana El-Sîrac û Erdogan a li Rojhilata Navîn têk bibe. Her wiha Qahîra û Etîna ji çend mehan ve li hev kirin ku bi lez nexşekirina sînorê deryayê ya di navbera xwe de xêz bikin.

(fr)

 


Mijarên Din