Mismarî: Dewleta Tirk bi piştgiriya Qeterê çeteyan derbasî Lîbyayê dike

Dewleta Tirk bi piştgiriya Qeterê çeteyan dişîne Lîbyayê. Ehmed Mismarî veguhastina dewleta Tirk a çeteyan ji Afrîkayê ber bi Lîbyayê ve piştrast kir. 

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî eşkere kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya Qeterê çeteyan ji kampan li Afrîkayê vediguhêze Misratayê.

Mismarî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji gelek dewletan terorîstan kom dike û dişîne Lîbyayê û wê piştre bişîne Ewropayê û dewletên din.

Ehmed Mismarî bal kişand ser ku di vê dawiyê de 300 çeteyên tundraw ji Somaliyê bi rêveberiya efserên Qeterê gihaştine Misratayê.

Ehmed Mismarî bang li civaka navdewletî kir ku bi awayekî cidî bikevin nava tevgerê û veguhastina tundrawan rawestînin.

(eh)


Mijarên Din