​​​​​​​Mismarî: Di saetên pêş de dê şerê mezin dest pê bike

Berdevkê fermî yê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku di saetên pêş de dê li derdorê Sîrt û Cefra, şerekî mezin rû bide.

El-Mismarî got, li derdora her du bajaran tevgereke zêde ya mîlîsên Wîfaq û Tirkiyê heye.

Ev yek piştî daxuyaniya parlamantoya Lîbyayê hat ku ji bo "Parastina ewlehiya netewî ya her du welatan", Misir dikare destwerdana leşkerî di Lîbyayê de bike. Her wiha teqezî bi girîngiya kedên her du welatan ên ji bo qewitandina dewleta Tirk a dagirker kir.

Parlamanto ku navenda wê li Tebruq ê rojhilatê welêt e, bi daxuyaniyekê wiha got: "Heke Misirê dît ku xeterî li ser Misir û Lîbyayê heye, mafên hêzên çekdar ên Misirê heye ku ji bo parastina ewlehiya netewî ya her du welatan, destwerdanê bike."

(cx)


Mijarên Din