Mismarî: Erdogan Ereban bi Ereban dide kuştin

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) Ehmed El Mismarî, bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a li Lîbyayê û got: “Erdogan bi anîna kesên ji Sûriyeyê ji bo Lîbyayê dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) Ehmed El Mismarî  yê ji ajanda El Erebiye re axivî behsa siyaseta dewleta Tirk a têkildarî Lîbyayê kir.

Mismarî got, “Hinek kesên ji Sûriyeyê ji ber siyaseta kuştinê ya dewleta Tirk li Lîbyayê şer dikin. Destwerdana Tirkiyeyê ya li ser Lîbyayê metirsiyê çêdike. Divê welatên Ereb li hember vê hişyar bin û li dijî Erdogan bisekinin.”

Mismarî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan ji bilî çeteyan 2 hezar leşkerên xwe jî şandine Lîbyayê û wiha axivî: “Niha desthilatdariya Qeter ji bo baregeha Wetiye ya dewleta Tirk pêwîstiyan dabîn dike. Lê artêşa Lîbya dikare li hember destwerdana dewleta Tirk bisekine.”

Mismarî di dawiya axaftina xwe jî daxwaz ji welatên Ereb kir ku li hember destwerdana dewleta Tirk hişyar bin û got, “Erdogan rola ‘Ereban bi Ereban bide kuştin’ li Lîbyayê bi rê ve dibe.”


Mijarên Din