Mismarî gefan li dewleta Tirk dixwe

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî got heke dewleta Tirk êrişî bajarê Sirteyê bike, ew ê dewletên Ereban bersiveke tund bidin, ji ber vê yekê divê dewleta Tirk ji vê bersivê hişyar be.

Duh lîawaya "Deman Tacûra" a ku bi hikumeta Wîfaqê re hevkar e û Enqere piştevaniya wê dike, hêzeke nû şand eniyên Sirteyê, artêşa Lîbyayê Tirkiye û hêza Wîfaqê ji nêzbûna ji bajarê Sirteyê re hişyar kir. Di nav hêza ku nû şandine eniyên Sirteyê de çeteyên sûrî jî hene.

Lîwa Ehmed Mismarî di gefxwarina xwe ya li Tirkiyê de da zanîn ku heke Tirkiye êrişî bajarên Sirte û Cefrayê bike, ew ê xewnên wê bi dawî bibin.

Artêşa Lîbyayê liv û tevgera Tirkiyê ya li derdora bajarên Sirte û Cefrayê şopandin, di nav de hêz û proseyên teqwîyekirinê ya ku hêzên Wîfaqê amadekariya wê dike û muhtemel e ku êrişî her du bajarên navborî bike.

(eh)


Mijarên Din