Misr: Em bi hêrs û metirsiyeke mezin êrîşên dewleta Tirk dişopînin

Misrê tekez kir ku ew bi hêrs û metirsiyeke mezin êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên zagonên navdewletî dişopînin. Her wiha diyar kir ku ew ji ber  cezayê li ser rejîma Tirkiyê hatine ferzkirin, rehet e.

Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Misrê îro di saetên sibê de derket. Qahîreyê tekez kir ku ew bi hêrs û tirseke mezin êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û binpêkirinên zagonên navdewletî dişopîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşan de xetereyên mezin li ser rewşa mirovî çêbûne, sivîl jiyana xwe ji dest didin, bi deh hezaran koçber dibin, her wiha bandora wê ya neyînî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê dibe.

Her wiha hat tekezkirin ku helwesta diyar a Yekitiya Ewropayê tekez dike ku ew êrîşên Tirkiyê red dike û şermezar dike.

Di berdewama daxuyaniyê de Misrê rehetiya xwe bi helwesta dawî ya serokê Amerîkayê Donald Trump ji geşedanên dawîn ku Amerîka êrîşên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û ferzkirina cezayên destpêkê li ser rejîma Tirkiyê, diyar kir ku ev yek hemû ji bo Tirkiyê ji siyaseta xwe ya êrîşkar vegere.

Misrê tekez kir ku helwestên diyar û gavên pratîkî diyar dikin serokê Amerîkayê Trump ji bo serkeftina pîvan û bingehên navdewletî ye û ev yek ku divê hemû aliyên civaka navdewletî li ser wê li hev bikin.

(bx)


Mijarên Din