Misrê êrîşî Tirkiyê kir û Erdogan bi derewkar bi nav kir

Malpera fermî yê Monte Carlo ya Fransayê îşaret pê kir ku hevgirtina partiyên Misrî yên nêzî 40 partiyên siyasî ne, daxuyaniyên serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rexne kirin û gotin: “Erdogan derewên xwe li dijî Misrê bi kar tîne.” Partiyan diyar kir ku  daxuyaniyên Erdogan ji hêla gel ve hatine redkirin. Li rexê jî partiyên Misrê yên azad hemleya birîna berhemên Tirkiyên ragihandibûn.

Partiya Pêşeroj a Niştîmanî ya Misrê daxuyaniyên Erdogan bi destwerdanên ne rewa  di derbarê karûbarên hundirîn ên Misrê  de bi nav kir. Partiyê got, Erdogan siyasetek nekêrhatî dike û daxuyaniyên wî ne dîplomasî ne.

Di vê çarçoveyê de partiyê bang li serokomarê Tirkiyê kir ku, divê keda xwe bide pêkanînên berjewendiyên Enqereyê yên ku di têkiliyên xwe yên navdewletî de bi nakok in. Partiyê got, Erdogan divê bala xwe bide ser çareserkirina pirsgirêka aborî ya ku gel di hikumê AKP’ê de derketine, destwerdanên Erdogan ên bê serûber li dijî opozisyonê û çewisandina rojname, siyasetmedar û dadgeran.

Têkildarî mijarê, Partiya Pêşeroj a Niştîmanî got ku ji dema hilweşîna rejîma Ixwan heta niha Erdogan metoda dijminahî li dijî Misrê bi kar tîne. Her wiha Partiyê tekez kir ku Tirkiye azara deyndariya 452,7 milyar dolar li gor detayên Banka Navendî ya Tirkiyê dikişîne.

Li aliyekî dîtir jî Selah Hesebelah berdevkê fermî yê Meclisa Parlamentoya Misrî wiha got: “Erdogan dîktator û faşîst e. Gel, siyasetmedar û opozisyonê diçewisîne. Girtîgehên Tirkiyê vegerandiye cihê serjêkirinê. Ew jî piştî helweşandina plan û xewnên wî yên derbarê binkeftina dewleta El-Xîlafê de pêk hat. Her wiha bi hêzên şer, tundrew û terorîst re yên bi nûnertiya koma Îxwanan terorîst re hevkarî kir. Lê piştî ev kom hilweşiya, Erdogan berê xwe da êrîşa Misrê da ku rûyê wê yê derve reş bike.”

Boykatkirina berhemên Tirkiyê

Li aliyekî din jî partiyên Misrê yên azad dest bi hemleya "Welatê xwe biparêze" ku tê de bang li gelê Misrê û tevahî cîhanê kir ku hemû berhem, firotan û kargehên Tirkiyê boykut bikin, kir.

Di vê derbarê de Partiya Gel a Misrê bang li hevkariya cidî bi hemleya boykotkirinê re kir ku bibe nameyek ji gel, ji fermandarên dewleta Tirkiyê re. Partiyê got: “Di çarçoveya niştîmanî de, li ser me misriyan ferz e ku hemû berhem, kirîn, firotan û kargehên Tirkiyê boykot bikin.”

Serokê partiya Îsam Xelîl got: “Piranî welatên Misrê, gelê Tirkiyê êşê ji dest fermandarên dîktator dikişînin. Her wiha jî yên ku Tirkiye xistiye çirava şer û xetimandina aboriyê, buçeya ku dide komên terorîst, bi wate dibînin.”

Partiya Gel a Misrê bi daxuyaniyekê wiha raber kir: "Ji dêvla metoda Erdogan a dijminahî ku derbarê Misrê de ji dema hilweşîna rejîma Îxwanan ve bi kar tîne û piştevaniya komên terorî yên çete dike, divê berê xwe bide alîkariya gelê xwe yê ku êşa deyndariya dewletê dikişîne, bike.”

(fr)


Mijarên Din