Misrê şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de rawestand

Bi navbeynkariya Misrê, Îsraîl û Filistîn gihaştin hevpeymana rawestandina şer da ku şer li Xeza û başûrê Îsraîlê bê bidawîkirin.

 Ruetersê li ser zimanê berpirsekî Filistînê ragihand ku rawestandina şer ji îro seat di 04:30’ê sibehê de dest pê kir.

Berpirsê filistînî wiha got: "Rawestandina şer bi şertê di navbera her du aliyan de pêk hat û şert ew e ku dagirker dorpêça li ser Xezayê rakin."

Duh li kampa El-Mixazî li navenda Xezayê 25 filistîniyan di encama bombebarana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dabû.

(jo)

 


Mijarên Din