Misr, Urdun û Mexrib beşdarî Kongreya Behreynê dibin

Rayedarên Amerîkî bi bîr xist ku Misr, Urdun û Mexribê agahî dan rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Turmp ku dê beşdarî Kongreya Behreynê bibin. Kongre dê di nav vê mehê de bi piştgiriya Washingtonê li Behreynê têkildarî destekdayîna aboriya Filistînê di çarçoveya Plana Aştiyê ya DYA`yê de li dar bikeve.

Reutersê ragihand ku beşdariya Misr û Urdunê ji Kongreya Behreynê re, bi taybet gaveke girîng e, ji ber ku her du welat di pêvajoya dîrokê de bi roleke sereke di aştiya Îsraîl-Filistînê de lîstine, her wiha ku tekane 2 dewletên erebî ku hevpeymana aştiyê ya bi Îsraîlê re mohr kiriye. 

Di vê derbarê de biryara rayedarên Filistînê ya boykotkirina kongreyê ku dê di 25-26`ê meha Hezîranê were lidarxistin, guman der heqê derfetên serkeftinê de derxistin holê.  

Reutersê destnîşan kir ku rayedarên Koşka Spî ragihandiye ku Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê berê amadebûna xwe piştrast kiriye.

Di vê çaroveyê de rayedarên Amerîkayê got wan vexwendname ji wezîrên darayî, aborî, sermayedarên li herêmê û li cîhanê re şandine da ku beşdarî gotubêja der heqê rewşa aboriya Filistînê de ku li Xeza û Dufa El-Xerbiyê xerab bûye, bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piraniya pisporan dibînin ku dê rêveberiya Trump jî wekî rêveberiyên berê yên Amerîkayê di vê mijarê de têk biçe.

(eh/kc)

 


Mijarên Din