Mistefa ji beriya 60 salî ve pîşeya berberiyê dike

Mistefa Elî Mistefa ji kevintirîn berberên li bajarê Kobanê ye û hîn jî pîşeya xwe berdewam dike.

Mistefa Elî Mistefa (80) ji salên 1960`î ve û heta roja îro dijî û bûye şahidekî pêşketina civakê.

Mistefa Elî Mistefa di dikaneke biçûk de pîşeya xwe dimeşîne, lê dema çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de êrişî Kobanê kir, dikana wî şewitandin. Tenê dîwarên dikana biçûk mane, ku bibe şahîdê şerê li bajêr rû daye.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/19/071815_mstfa-aly-mstfa.jpg

Mistefa Elî Mistefa di 1961`ê de dema ku leşkerê hikumeta Şamê bû, fêrî pîşeya berberiyê bû, ji wê demê û şûn de ev 75 sal in ku bi vê pîşeyê malbata xwe xwedî dike.

Mistefa her çi qasî temenê xwe mezin bûye, lê ew qas jî pîşeya xwe berdewam dike. Ji ber modelên pûrbirinê yên nû di nava civakan de çêkiriye. Mistefa hîn jî çawbira xwe di bêrîka xwe de diparêze, lê ji bo bandora globalîzmê li xwe mukir hat û wiha got: "Ev alava nû ji ya kevnara pêşketîtir e, lê li hemberên modelên nû yên di nava ciwanan de aciz im û nikarim çêkim. Ji lew re ez tenê porên xityaran kurt dikim û bihna xwe pê fireh dikim."

Mistefa Elî Mistefa li gel pîşeya xwe ya berberiyê, pîşeyeke nû ya çêkirina mifteyên deriyan jî fêr bûye û wiha domand: "Ez nû fêrî pîşeya mifteyên deriyan bûme û li kêleka pîşeya xwe ya berberiyê dikim."

Hin alavên kevnare, çawbira nû û hin bêhnên li naverasta dikanê  ku dîwarên wê ji ber hev çûne û şewitîne, mane. Temenê van alavan ji zêdetirî 55 sal e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din