​​​​​​​‘Mixabin hin alî ji banga yekîtiyê direvin’

Nivîskar Biradost Mîtanî diyar kir ku rewşenbîr bangên ji bo yekîtiya Kurd destek dikin û got: “Lê mixabin hin alî hene ku berjewendiyên xwe bi yên dijmin ve girêdane û dijminatiya gelê xwe dikin. Heman alî ji yekîtiyê direvin.”

Piştî êrişên artêşa Tirk ên li ser gelê Kurd û hewldanan têkbirina destkeftiyên gelê Kurd ên li her 4 parçeyên Kurdistanê, banga yekîtiya kurdî bûye mijarên gelek qadan.

Piştî însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî bi taybet, siyasemedar û rewşenbîrên li Rojava dîtin, ku divê siyasetmedar yekîtiya xwe ava bikin.

Derbarê yekîtiya kurdî nivîskar û lêkolînerê dîroka kurdî Biradost Mîtanî ji ajansa me re axivî. Mîtanî got: “Yekîtiya neteweyî ya kurdî mijarekî girîng e û li ser masya kurdî hatiye pêşniyankirin. Ji ber li tevahiya cografiya Kurdistanê êrişên navdewletî û herêmî li dijî doz û hebûna kurdî berfirehtir dibin.Isbata vê yekê jî dagirkirina dewleta Tirk ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê re ye.

Beradost Mîtanî bal kişand ser însiyatîfa fermandarê QSD`ê Mazlûm Ebdî û wiha got: “Hem partiyên kurdî, gelê Kurd û hem jî siyasetmedar û rewşebîrên Kurd gavên erênî derbarê yekîtiya kurdî de avêtin. Li cem gelên cîhanê û li cem gelê Kurdî domdar em du rêyan dibinin. Rêyek dûrî doza gelê xwe dixebite û parastina berjewendiyên xwe dikin û rêya din jî ji bo xizmeta gel û welatê xwe têkoşînê dikin. Her dem aliyek bi tenê hincetan derdixe û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd asteng dike. Li gel vê yekê berjewendiyên xwe bi berjewendiyên dijminê doza kurdî ve girêdane, li gel Tirkiyê û koalîsyonê sekinîne. Anku kesên dijminatiya gelê Kurd dikin û domdar hewldana têkbirina projeyên kurdî yên li herêmê û li Rojava bi taybet dikin.”

Biradost Mîtanî bang li tevahiya aliyan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî kar û xebatê bikin. Mîtanî got: “Em ji kesên banga yekîtiyê erê nakin, şerm dikin. Ji ber vê yekê em ji wan re dibêjin, ku cihê we li Qamişlo û Hewlêrê ye ne li Stenbol, Enqera û Astanayê ye. Ji ber vê yekê divê xizmeta gelê Kurd bikin û dûrî siyaseta dewleta Tirk bikevin. Armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd  û dagirkirina herêmên bi saya şehîdan hatine bidestxistin e.”

Lêkolîner û nivîskarê dîroka kurdî Biradost Mîtanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em wekî rewşebîr û nivîskaran bi partiyên kurdî û tevaya aliyan re ne. Li gel vê yekê piştgiriya însiyatîfa fermandarê Kurd Mezlûm Ebdî dikin. Ji ber dermanê birîna gelê Kurd e, lewma divê di zûtirîn dem de dema lidarxistina kongreyê neteweyî yê kurdisanî were ragihandin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din